YADEWERÎ


Zagros Osman

Li Qiraxa Zinarekî Serhişk
Ezê êşê binivîsim
ez … Nifşê windabûnê me
Lehiya Êşdiîtinê .. me 

Pêximberê Meşextbûnê .. ezim
Ey Kujerê Peytikên Dilkutkên min
Ey Kevir .. ey Dilê Xwedan
di bin Niqriya Dildariyê de
Kuçê Siyemîn Ezim
Ey Paşayê qedexeyên Dehbe
Ey Yasayên hêçketî
Ey reyandina Dojehê
Ey Dîwarê dilodîniyê
Tu Xwedanê  tundre ye
Û ez Xwedanê Gunehan me  
Nîçirvanim û Niçîrim
Qederê heydê Gez min bike
Paşî Mirinê cihê  êşê di min de nema  
Dilê Xwedan .. ey Kevir
Ey Çerxa Rewrewkê
Ti bi dumahî nebe
Ey Gurê rasparde
Ey Put
Ey Pirtuka Asîman berdewam Ti Dojeh direyî  
Ey Hêka Gunehan
Te zora min bir
Li vê Derê A ku ezê jê cûda bibim   
Zêdî Evîndarîk min di wê de heye
Ji Cîhana min A ku ezê jê koçbibim
Yadewerîkê li  min vegerîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…