li Tirkiyê her Kurdek dibe ku *Bariş be

Idrîs Hiso

Li Tirkiyê, welatê ku li ser terorkirina netewe û miletên deverê avabûye, bi tenê tu Kurd bî, têra wê yekê dike ku tu bibî hedef û were kuştin.
Dibe ku tu bi Kurdî neaxifî, lê tu  ji yek ji deverên Kurdistanê bî û tu Kurd bî, dîsa eger heye tu bê kuştinkuştin û piştî çend rojan dadgehên Tirkiyê wê bêjin bikerên vê bûyera kuştinê reviyane û me nikarîbû wan bigrin.

Dibe ku navê te bi Tirkî be, lê tu li straneke Kurdî guhdar bikî, çend xortên Tirk ku berî niha di dibistanan de û li civînên dezgehên siyasî û istixbaratan li ser wê yekê ku li Tirkiyê her kesê ne Tirk be divê were kuştin an jî bişaftin, hatibin perwerde kirin, te bikujin.

Roja 01.06.2020an dema Bariş, ku bi Kurdî wateya Aştî dide, li hin
stranên Kurdî guhdarî dikir, ji aliyê çend xortên terorîstên Tirk bi
eqoyan hate kuştin.

Di axaftina kesûkarên Bariş de ev yek xweş diyar
bû, lê piştî ew kesûkarên wî ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin û
rastî guvaş û hereşeyê hatin, êdî îfadeya xwe guherîn û dibêjin, di dema
banga melê de, kurê me li stranan bi dengekî bilind guhdarî dikir, ev
jî bû sedema kuştina wî?! Û hin sînaryoyên din.
Karmendên dewleta
Tirkiyê û istixbaratên wê dizanin bê çima kesûkarên Bariş di bin guvşa
kuştinê de neçar dikin kuştina xortê xwe bi banga melê ve girêdin, ew
xweş diznin bê çi dikin.
Heger xortekî Tirk bi vî şêweyî ji aliyî hin xortine Kurdan ve bihata kuştin?
Aya
heger xortekî Tirk bi sedema guhdarîkirinê li stranên Tirkî li Amedê
bihata Kuştin, dê hikûmeta AKPê çi bigota û wê çi kiriba?!
Wê herî
kêm bajar dorpêç kiriba û leşgerên xwe yên terorîst berdana nava bajêr
da ku kuştin û talanê bikin, ji ber di mejiyê Tirkan de hatiye çandin ku
heta Tirkiyê bimîne sax divê Kurd û Kurdistan bimrin.
Kuştina Bariş
ne bûyera pêşî ye û ne wê bibe ya dawî, armanca Tirkiyê ew e ku Kurdan
qir bike, û kuştina Bariş jî hewldanên qirkirina ziman, keltûr û hebûna
Kurdan e.
Helwêstên partiyên Tirkan derew in
Gotinên partiyên Tirk
û daxuyaniyên wan li ser vê bûyera terorîst, ku ew xortê Kurd ne bi
niyazeke nijadperistî hatiye Kuştin hemû derew, durûtî, pêkenîn û
sivkayî ye bi xwîna xortê Kurd û xwîna Kurdan bi tevahî.
Bi Kuştina
Bariş bi vî şêweyê hovane, an jî bi vî şêweyî Tirkî, ji ber kes li ser
zemînê nîne kuştinê bi şêweyên qirêj yên Tirkan bike, Tirk dixwazin ji
Kurdan re bêjin divê hûn ji îro pêve êdî bes li stranên Kurdî jî guhdarî
bikin.

Biratî bi Tirkan re nabe
Heta ku kujerê Apê Mûsa û
Şewket Apozdemir û bi hezaran qurbaniyên wek wan neyên naskirin, heta ku
Kurdistan ji aliyê Tikriyê ve bindest û dagîrkirî be, dê berdewam
xweîna Kurdan bi arzanî were rijandin û namûsa Kurdan were bipêkirin, û
zimanê wan were pişaftin.
Biratî bi Tirkan re nabe, lewam çi kes û
aliyên ku daxwaza biratiyê bi Tirkan re dikin di xwîna Bariş û
qurbaniyên mîna wî beşdar in.
Tirkiyê bi şêweyekî sîstematîk Kurdan dikuje
Heger
niyaza wî polîsê Amerîkî ew bû ku wî welatiyê çerimreş bikkuje, lê
rêbaz û sîstema Amerîkî li dijî vî şêweyê mameleyê ne, û kujerê Corc
Floyid dê were dadgeh kirin û sizeya xwe bibîne, lê li Tirkiyê bi
hezaran doseyên wek doseya kuştina Bariş hatine veşartin û bi şêweyekî
sîstematîk, mafê qurbaniya eşkere tê xwarin û kujer serbest kuştina xwe
li kolanên bajarên Kurdistanê dikin.
04.06.2020
*Roja 01.06.2020
ji ber ku xortê Kurd Bariş li stranên Kurdî guhdar dikir, li Enqera ji
aliyê hejmareke nijadperstên Tirk ve bi kêran (çeqo) hete kuştin.
Piştre
jî di bin hereşe û fişarê de kesûkarên Bariş û bavê wî îfadeya xwe
guhrîne û gotine di dema banga melê de, kurê wan ji aliyê sê xortên mey
vexwarî re gotiye dengê stranên xwe daxin, bi vê sedemê wan xortan kurê
me kuştiye.
Hin sînroyên din jî têne gotin, lê ya tekez ew e ku
Tirkiyê dixwaze bide xuyakirin ku Bariş ne bi niyazên nijadperistî
hatiye kuştin.
Di BasNews de roja 07.06.2020 hatiye belav kirin
Lînka wê ev e: http://www.basnews.com/kr/babat/609024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…