GEWREYÊN KURD

Seîd yûsif 

Hesen Hişyar Sêrdê. (1907_1985).

Gelo ezê çi bibêjim!?
Li hember kesayetekî, weke Hesen. ew mirovê mezin bi nav û deng, û afrendêr. ziman tê girêdan, pênûs xwe paşdixe, derûn û can saw digre.tirs û fediyamin, ji van çend hevok, û gotinên kurt, li ser jiyanaeke, demdirêj û dagirtî, bi bûyer û serpêhatiyan, û ked û berheman…. ger û xebat û şer û nivîs û kar..ev aliyek ji aliyê jiyana însane, aliyekî ber bi çave û zor giringe. Lê belê aliyek heye, ew aliyê derûnî (saykolojî). ew ne diyare, veşartîye, xwedî kesayet bi tenaxwe pê zane. û ew bixwejî pir tiştan ji bîr dike, û winda dike. lê belê tu çare nîne.! ji bilî nivîsandin, û ziman, bo em jiyana mirovan tomarbikin, û bidin xuyakirin.

Heger mirov, têkûşerekî leheng be, yan jî serkirdeyekî mîdanî
be, yan xebat kare siyasî be, an jî nivîskar û hunermend û ristivan be,
an dîroknas û ciyografî be, û civaknas û isnolojî û arkîolojî be…dibe
mirov yek van cûran be, an du û sê û..lê dema ku ev kar û xebat û pîşe
hemî kom bibin di kesayetekî de, bi rastî ev asteke di ser asta isanan
re ye. Ev mirovekî sopermane weke peyva feylesûfê almanî nîtşê.
Hesen
Hişyar : di sala( 1907)an de. hatiye jiyanê, li gundê sêrdê yê bi ser
amedê ve tê girêdan, li bakûrê kurdistanê. mezindibe di hembêza
malbateke, netewî, bi nav û deng. malbateke derîyê wê vekirî li hember
rêwî, û mêvandaran, xwedî ode, û bi nan û xêr, û bêr.
              
_______________________1___________________

Hesen,
bi çûkanî dest bi karê siyasî dike, beşdar dibe, di şoreşa, Şêx Seîd
sala(1925)an de. weke şervanekî, dûre dibe serekê grûpek çekdar. di
şerekî de brîn dibe, û tê girtin, dikeve destê dujminan. dadgeha leşgerî
ya ataturk, biryara darvekirinê lê dibire, lê ji ber temenê wî biçûk,
ew ceza dibe bi /15/sal zindan. piştî sê salan, biryara, berdana wî tê.
sala (1928)an.
Lê belê Hesen aramî di jiyana wî de tuneyê.

carê berê xwe dide şoreşa, Agirî ya bi sergirdayetiya Ihsan nûrî paşa.
(1927)an.  ji sala (1929_1933)an.lê mixabin agirê şoreşê vemirî, û dunya
li Hesen teng dibe, çare namîne, berê xwe dide, Roj avayî kurdistanê, û
karê siyasî berdewam dike, weke endamekî rêzdar di komeleya, (Xweybûn).
û dest bi karê Rojnemevanî, û giringiyê dide kultûr û zanyarî, û
lêkolîn û nivîsandin.

Bi vî awayî Hesen jiyana xwe berdewam dike, ta ku diçe ser dilovaniya xwedayê mehrîban.
Tu
hêz, tu qewet Hesen ne xist ji bilî, mafê mirinê. ewjî çare jêr tunne
ye. di sala (1985)an.14_meha eylûlê. Hesen tê veşartin, di goristana,
gundê, Dugir yê bi ser tirbe sipiyê tê girêdan, li Roj avayî kurdistan.
piştî dirêjbûna 50 salaî, ji kar û xebat bo kurdistaneke serbixwe û
azad.
Gelek cara di çûm, Dêrika Hemko, bi basê û min di xwest çavê xwe pîrozbikim bi dîtina gora Hesen…

                                           2
__________________________________________
Hesen bi serbestî, zimanê, erebî, turkî, farisî zanîbû, ji bilî, zimanê kurdî, bi hemî zaravan.
Gotar
û têst, di nivîsîn, ji bo sê kovaran : Hawar û Rojanû, û Ronahî. û him
di nivîsî bo kovara Wijdan û Hurîyê, di navbera salên (1953_1957)an.
Di sala, (1956)an. Komîta “zanîn û alîkariya kurdî”. damezrand, bi abone ya jimarek rewşenbîrên kurd.
Di sala(1966)an.bi tenaxwe, kovara : ” Agahî”. Amade dikir û /19/jimar derxistin.
 Hesen
li dû xwe hişt gelek, berhem, û kitêbên reşnivîs, lê ez gumandikim ku
nuha, kar dibe ji bo çapkirina wan. Berhemên Hesen evin:
1_pênc cild ser dîroka kurdî.
2_pênc cild ji bîrhatinan.
3_dîwanên şi””””””””””””””””r:”zeredeşt û ronî”. “Bûza û Konbfoşyos”.
4_Felsefa berxwedana niştimanî”.
5_ Bang û hewar. Di navbera Zagros û zara.
6_pêşingehên kurdî.
7_kirasê sipî û destê reş.
8_” Deh name”bo serkirdeya şoreşa êlûlê.
9_Bîrhatin”.ser şoreşa şex seîd û şoreşa ararat.
10_Wergêrkirina, “bîrhatinên qedrî can beg.
Ev
tore û kenzê giranbuha, ew nuha mal û mafê miletê kurde, kevnetorê hemî
kurdaye, tê xwestin, ku lêveger û kolan jêre çêbibe, û bê çapkirin, ji
bo em sûd û bercewendiyan jê bigrin.
Dilovaniya xwedayê mehrîban û mezin li giyanê te be ey qehreman û nemir: Hesen Hişyar
 
Nivis : Seîd yûsif_gulan/2020/
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…