Tiracîdiya bobelatan bi çavên wêjeyê

Mizgîn Hesko

Bê guman, û di vê dema alûz û metirsîdar de ku cîhan bigiştî tê re derbas dibe, pir kes hene ku dipirsin:
Gelo korona ( Covid-19 ) dikare bibe mijar ji helbestê re…?
Ma helbest li benda helkeftê ye ku bête nivîsîn….?
Helbest mijaran dive, yan jî mijar li helbestê digerin…?

Afirandin….di lêgeriyana xwe a berdewam de li behaneyan digere, ev da ku xwe bi me bide nivîsîn.

Afirandin…li kembereke zêrîn digere, da ku pê bejn û bala vegotinê bixemilîne.
Ne şaş e ku mirov hewil bide, lê afrandin berî her tiştî hezkirine.
Eger mirov ne şeydayê zimanekî be, dê azmûna nivîsînê her seqet û bawî be…!?

Belê
berî çend rojan , me bixwe nerîneke weha li ser rûpela xwe a Facebook
parve kiribû , lê mixabin ku kurd bi kurdî naxwînin û piraniya
xwendevanan zaniyariyan bi zimanên din û nemaze ji Erebî werdigrin.
Ereban, Tirkan û Farisan dîrok li gorî berjewendiyên xwe xebitandine û agahiyên heyî guherandine.
Ne gunehê me ye ku pir kes ji nav me bi kurdî nizanin, û li zimanên din her vedgerin.

Tekez
û da ku em wan pirsan bibersivînin, divê em hinekî li dîroka nexweşî û
bobelatan vegerin , ev di çavê wêjeyê û wêjevanên cîhanê ên herî navdar
de, ku hinan ji wan jî xelatên Nobelê wergirtine.

Epîdemî ,
Pandemî …yan jî bobelatên mezin mîna nexweşiyên ku vedidan,mirovekî 
ew ji yên din werdigirt di warê nivîsînan de vedgere salên 431 B.Z û
nemaze piştî şerê peloponisê ( Peloponnises), ku zêdeyî 70 salî
berdewmkiriye, lê diyare ku ne şer bitenê ‚ herweha peydabûna jana reş
Asînaya hezdar alûz û qelskir.
 Homîros û di alyazê de sedemê
belavbûna wan nexweşiyan vedgerîne hêrsa Xwedawendên Girîkan , hêrsa wan
ji Mîr û Padîşahên qels ku herî zêde bi dilbijokiyên xwe ve girêdayî ne
, û rewşa hemwelatiyan ji bo wan ne girîng e.
Homîros, Agamemnûn
rexne dike ku ew qet tiştekî ne berê û ne jî piştire dizane, herweha ew
serokên nezan mîna şivanê nezan ku nikarin û nizanin pezê xew birê ve
bibin tîne zimên.

Herweha helbestvanê Girîkan Hsyodos li ser zarê
Xwedawend Zeyûz di’axive ku edî ew ê Serokên nezan û bêkêr bi şerê
leşkerî dijwar û tund yan jî bi nexweşiyan ( Epidemie)  lawaz bike û
biruxîne ji ber ku ew nehêjayî serokatiya miletên xwe ne.
Di çerxa
5-an de, B.Z romannivîs û şanogerê tiracîdiyayê Sofoklîs , dixwest ku
sedemên belvbûna  Epidemiyan li desthilatdariya nezan vegerîne.

Ev
li ba Girîkan û ku em vegerin ba cîranên xwe ên Ereb.  em ê bibînin ku
Mutenebî jî , û di helbesta xwe a navdar de ( mîvana şevê ) tayê mîna
keçeke ku şevan serdana wî dike bi nav dike, û ev ne ciyê razîbûna
helbestvan e ji lewra jî dibêje ku mîvana min qey şerm dike , bi tenê di
tariya şevê de tê û dema ku Mutenebî ciye xweş û doşekan jê re hazir
dike , ew bi vê yekê razî nabe, û bi tenê tê û xwe berdide nav hestiyên
wî.

Hîna berî neh – 9 çerxan helbestvanê Erebî ku bi navê Ibn
Alwardî, helbestek li ser jan reş nivîsandiye, û piştî du rojan ji
nivîsîna helbesta xwe , bi heman janê jiyana xwe ji dest daye.

Li
Ewropayê û hîna di çerxa 15 -an de Jana reş bajarê Mîlano yê ( dide ber
xwe ) zêdeyî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, ji lewra Lyonardo
Dafenşî bi awayekî rind û bi indeziyariyeke balkêş hin wêneyên bajêr
nîgar dike, ku êdî her tişt jı hev dûr e.her tişt birêk û pêk hatiye
pîlankirin, ango bajarekî modern , weha diyar e, ku wî çaxî Mîlano tije
xelk bû û xanî biheve leziqî bûn, û ava gemarî di nîvê bajêr de derbas
dibû, ev jî dibû sedemên pir ji nexweşiyan.

Di çerxa 16-an de
, êşa reş li Londonê belv dibe, sê rib ji xelkên Londonê jiyana xwe ji
dest didin û di nav wan de birayên Şekespîr û kurê wî ê 11 salî, wê çaxê
jiyan tête rawestandin, û her weha şano jî tên gitin, ji lewra Şekspîr
bere xwe dide helbestê û ji hisreta dilê xwe ( Tiracîdiya Hamlet ) a
navdar dinvîse.
Herweha jî Şekspîr di helbesta  ( Vînos û Adonîs ) de balê dikişîne ser jana reş î dijwar.

Weha
bobelat , Epidemie û Pandemie ciyê xwe û bi xurtî di wêjeya cîhanê de
digrin, hetanî sala 1947 ku heman salê romana êşa reş ( Pest, yan
Schwarze tod )    الطاعون ronahiyê dibîne û romamnivîsê wê Albert Camus
xelata Nobelê werdigre.

Paşê û di sala 1985-an de , Xawenê Nobelê
,romannivîsê navdar Gabiel Markîz , romana xwe a navdar : ( Evîn di
dema Kolêra de ) çap dike, ku têde û di dawiya romanê de û bi hinceta
nexweşiya Kolêra , serekleheng Florentîno Arîsa li ser geştiya xwe bi
evîndara xwe re Fermîna Dasa re bitenê dimîne, piştî evîneke zêdeyî 51
salê, û piştî ku kal dibin digihin hev, û da ku lêpirsîn çênebe ew ala
zer a Kolêrayê hildide jor û weha di gemiyê de  bihev şad dibin.

Bê guman, kêm yan jî zêde , cîhanê pir agahiyên di derbarê pandemie û pir ji bobelatan di riya hunera şêwekariyê wergirtine,
Ev
tê wê wateyê ku hîna ji mêj ve , Pandemie bûbû mijara helbestê, romanê û
şêwekariyê, eger hat û eger mirov bikeve bin bandora tiştekî weha de, û
eger pênûsê doza nivîsînê kir , wî çaxî rev jê nîne, mirov divêt bi xwe
re rast be û divê hestên xwe ên dilînî û ramanên di hişê xwe de neçar û
vekirî li ser rûpelan raxîne.

Afrênerê rastteqîn, tekez dê hewil
bide ku ji heman tabloya Tiracîdîk, rengekî ciwan bibîne û ji heman
rengî tabloyeke dagirtî dîmenên mirovanî, dagirtî sincên pak  bíafirîne.
Bi wateyeke dil ku korona jî û nemaze vê gavê dikare bibe mijar ji helbestê, tabloyê û ta bi romanê û pir cureyên din ên hunerê.
Û nivîskarê ku birastî afrêner be, tekez dikare ji heman tabloya corona a dijwar , dîmeneke bedew bîne qada nivîsînê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…