Mîrê strana Kurdî bi Erebî hat orxir kirin

Idrîs Hiso

Roja 04.05.2020an rojeke xemgîn bû ji bo hemû gelê Kurd û Kurdistaniyan, bilbilê strana rsen a Kurdî û mîrê wê ji nav me bar kir.
Lawên Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe li ber stran, saz û awazên hunermendê navdar Seîd Gabarî bi maweyê 50 salî mezin bûn, li ber stranên wî û li govendên ku li her devereke Kurdistanê û diyasporayê digerandin, mirovên Kurdistanê ji tasa Kurdayetiyê vedixwarin û fêrî kurdperwerî û welatpariziyê dibûn.

Seîd Gabarî ji gundê Xirbê Kejê ji devera Amûda Rojavayê Kurdistanê
heta bi Girzîn, Qamişlo, û piştre jî ji Başûrê Kurdistanê bo welatên
cîhanê stran, ziman û folklorê Kurdî belav dikir. Bi hezarên stranan
gotiye û ew ji windabûnê parastine.
Tevî ku nabîn bû, lê wî xebata
kurdewariyê bi hemû şêweyî kiriye, Pêşmergayetî karê ragihandinê, stran,
govend û hemû jiyana xwe terxan kiribû ji bo parastina keltûr û
nasnameya gelê xwe.
Di hemû karên xwe de xwedî nameyeke diyar û eşkere bû, xizmetkirina ziman û keltûra Kurdî.

mixabin piştî xizmeta 50 salan di ber vê nameyê de, Seîd Gabarî ji
aliyê partiyên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Erebî hat oxir kirin.
Evên xwarê hin nimûne ne ji daxuyanî û birûskên sersaxî û oxirkirinê:
1-Partiya
Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) li ser zarê pîlotbîroya xwe bi
zimanê Erebî sersaxî ji malbata Gabarî û gelê Kurd re xwest.
2-Sekreterê PDK-S jî ji aliyê xwe ve dîsan bi zimanê Erebî sersaxî ji malbata xwedalêxweş û gelê Kurd re xwest.
3-Girûpa
Seydayê Barzanî li ser zarê Komîteya xwe ya ragihandinê bi zimanê Erebî
sersaxî kirine û bi tenê gotina (Oxirbe) bi Kurdî danîne.
4-Partiya
Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Elpartî) li ser zarê Navenda Ragihandina
Partî li Herêma Kurdistanê bi Erebî beşdariya partiya xwe bi serokatiya
sekreterê xwe Behcet Beşîr belav kiriye.
5-Endamê Komîteya Navendî ya
PDK-Sê Nûrî Birîmo ji aliyê xwe ve bi Zimanê Erebî beşdariya xwe û ya
PDK-Sê di merasîmên oxirkirina xwedalêxweş Seîd Gabarî belav kiriye.
6-Sekretêrê
Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê(Wekhevî) Nimet Dawûd jî
ji aliyê xwe ve tenê bi Zimanê Erebî pesnê Seîd Gabarî dide û sersaxiyê
dike.
7-Wek Partiya Wekhevî, sekreterê Partiya Niştimanî ya Demokrat a
Kurdî li Sûriyê Tahir Sifûk jî tenê bi Zimanê Erebî sersaxiyê dike û
pesnê xwedalêxweş dide.
Ev çend nimûne bûn ji rêxistinên Rojavayê
Kurdistanê ku di boneya koça dawî ya kesayetiyekê wek hunermendê navdar,
têkoşer û xwedan berhem û kedeke mezin ji bo parastina ziman, stran û
keltûra Kurdî, Seîd Gabarî, kes xwe mandî nake ku çend gotinan bi zimanê
Kurdî di oxirkirina wî de binvîse.
Dijminên Kurdistanê Zimanê Kurdî
qedexe dikirin, ji ber wan dizanîbûn ku bi hebûn û parastina Zimanê
Kurdî dê nasnameya Kurdan bimîne parastî, û dê tovê Kurdan ji bin
keviran jî şîn bê.
Lê qet nayê famkirin bê çima ewqasî rêxistin û
partiyên Rojavayê Kurdistanê zimanê xwe paşguh dikin û heta bi mezinên
xwe jî mîna Seîd Gabarî û Seîd Yûsif û kesayetiyên wek wan bi Erebî oxir
dikin?!! Gelo kes dizane bê çima? bila gerembike ji me re jî bêje.
Gewîlan 10.05.2020. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…