Tu ji kî re dinivîsî?

Lazgin Dêrûnî   

Em kengî dikarin ji yekî nivîskar re bêjin nivîskarê kurd?ji ber gelek caran guftûgo li ser vê pirsgirêkê tên kirin û kesin berûpêkan didin kesên ku ne bi zimanê kurdî dinivîsin ji ber qedexekirina zimanê kurdî li Kurdistanê bi giştî .
Helbet kesê nivîskar cihê rêzgirtinê ye û ji mafê wî ye bi çi zimanî binivîse û berhemên xwe çap û belav bike,lê bi mercê ku bingeha nivîsandinên wî zimanê kurdî be,li vir em dikarin jê re bêjin nivîskarê kurd û pirtûkên wî dikevin pirtûkxana kurdî de,lê babet li ser wan kesên kurd ku ne bi kurdî dinivîsin , gelo em dikarin ji wan re bêjin nivîskarên kurd an na?

Ji bo vê yekê em dikarin çend nivîskaran navdar ku ew kurdin bikin
mînak , yek ji wan, helbestvan û nivîskarê navdar û gewre Cegerxwîn,gelo
çima berhemên wî li herçar parçên Kurdistanê belav bûn û tên xwendin ?
helbet ji ber ku bi zimanê kurdî dinivîsand û her xwendevanekî kurd
dikarî bû bixwîne û jê fam bike ,ji vê yekê em dikarin jê re bêjin
nivîskarê kurd Cegerxwîn û berhemên wî jî dikevin pirtûkxana kurdî de û
cih digirin .

Nimûna din nivîskarê navdar û xwedî berhemên dewlemend
Selîm Berekat ,tevî ku ew kesekî kurdê Rojavayê Kurdistanê ye lê ne
naskirî ye dinav kurdan de ji bilî hijmarek piçûk ji rewşenbîrên kurdên
Rojavayê Kurdistanê lê bêtir naskirî ye ji aliyê xwendevanên Ereb ve ji
ber ku nivîsandin û berhemên wî bi zimanê Erebî ne,ev bû sedem ku Selîm
Berekat nehatiye naskirin li ser asta Kurdistanê û em dikarin bêjin kû
berhemên wî jî cihên xwe di Pirtûkxana kurdî de nagirin wekî kû di ya
Erebî de cih digirin, yan jî dive ku ew berhem tev wergerin zimanê
kurdî.ji ber vê yekê di bawerya min de em nikarin jê re bêjin nivîskarê
kur Selim Berekat.
Her weha bi dehan nimûneyên din hene li seranserî
Kurdistanê lê em wan dikin du beş:beşê bi zimanê kurdî dinivîse ew wek
niviskarên kurd têne diyarkirin ,beşê ne bi zimanê kurdî dinivîse,
mixabin ew wek nivîskarên kurd nayên diyarkirn .
Di dawî de ez
dixwazim tiştekî din yê herî giring ji bo wan kesên kurd yên ne bi
zimanê kurdî dinivîsin bêjim :win ji kî re dinivîsin?di paşerojê de dema
kurd xwe ji zimanê din rizgar bikin û tenê fêrî zimanê xwe yê kurdî
bibin, wê demê wê çarenosa berhemên we bibe çi? Gelo em tenê ji roja îro
re dinivîsin yan ji bo paşeroj û dîrokê û neviyên me û nifşên werin?

16.05.2020 Swîsra

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…