Ehmed li gundê Batê,li navçeya Hekarî di sala (1417) an de ji dayik bûye,ew ji êla Ertoş e,lê li vir pêwîst e jî ku em nirîna lêkolînerê dîroka Kurdî Ebdilreqîb Yosif jî dermafê navê helbestan Mile Ehmed jî bidin xûyakirin,ew dinivîse:Riya min bi herêma Hekarî ket,min ji hin kesên malbeta Batî pirsî ku navê vî Meleyî çî ye?Ewan gote min:Şêniyên wê herêmê ji wî re dibêjin Husên.Lê di vê derbarê de lêkolîner Feqî Husên Saniç jî dibêje:Navê vî helbestvanî ya rast Hesen Husên e,lê Ehmed jî nasnavê wî ye.
Rojhilatnas A.Jaba dinivîse:Dîwanek mezin ya Mela Batî li ser
evîndariyê heye,lê Prof.Qanatê Kurdo dibêje:Em jî du destanên wî nas
dikin(1-Zembîlfiroş).(2-Mewlûda Pêxember).Divê em li vir jî bi bîrhûnin
ku Kurdnas û folklorzan Jakêlin Museliyan di sala (1978) an de
bawernama Doktoriyê li ser destana(Zembîlfiroşê)li Lênîngrada berê,(niha
Pêtirsburg)wergirtiye.
Pêxember),hîn di sala (1907) an de li Stembulê bi navê Hesenê Ertoşî
hatiye weşandin û ewa carek din jî di sala (1992) an de li Stembulê ji
aliya weşanxana Firatê hatiye çapkirin.
Di dîroka wêje de hatiye
nivisîn ku Mele Batî li gel Mîrê Meksê xwendiye,lewra jî ew herdu dibin
destbirayên hev,ew di dawiya jiyana xwe de demek dirêj li nik Mîrê
Meksê dimîne,lê gava ew vedigere mala xwe û ew hîn li ser rêve bû
,berfê li zozanê pir lêdikir,lewra ew ji serman re dimre û terma wî ta
Buharê li wir dimîne,lê gava hin kesan terma wî li wir vedîtin, ewan
vê helbesta jêrîn di gêrfanê wî de dîtin.
Li Çirya paşiyê pê de
Melayê Bateyê konê
Sefer kêşa bi Meksê da
Li ser weqtê Zivistanê
Zivistanê evî yalê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derholê
Xûnavê girtî kêstanê
Xûnavê girtî Nesrînê
Cemed çêbû li sewlînê
Girya me tê ji bo asmînê
Zerî nayêne seyranê
Zerî tên û diyar nabin
Coşil tên û sitar nabin
Çi cindî tên û şiyar nabin
Bûye tarî li kolanê .
xxxxxx
Wek
hatiye zanîn cîroka folklorî (Zembîlfiroş) di dîroka wêjeya devkî de
pir naskirî ye,lê di vir de helbestvan E.Batî jî bi awayê xwe û bi
şêweyek helbestane ev destana nivisiye,em li vir hin malikên vebjartî
pêşkêş dikin.
Zembîlfiroş selekan dibe û tîne
Mal bi mal digerîne
Bejin û bala vî nûrîn e
Jin û bûkan ji îmanê dertîne
Rojek hat, roja bi xêr
Zembîlfiroş kire tevdîr
Selek hildan,selekê de hejîr
Birin geriyan li nav bajêr
Kûçe –kuçe dizivirî
Ber xanîkan re buhirî
Jina Mîr lê nihêrî
Huba wê serda firî
Ewê gaziya cariyê kir
Sir li eniya aşkere kir
Got:Hûn carîniyê min delal
Zû, zû bikin herin ji mal
Lawik li jêr e,herne li bal
Bêjinê Mîr te dixwaze dîndar
Ew carîniyê keleş in
Zû,zû berjêr dimeşin
Şîrîn, şîrîn dibêjin
Zembîlfiroş lawikê delal
Hûn carîniyê husn û cemal
Min bihîstiye Mîr ne li mal
Seleka bi kêre bikim bazar
Zembîlfiroş çû bi derda
Gulxatun rabû ji berda
Şekir barî ji dev û lêva
Zembîlfiroş got,wey Xatuna gerdenzêr
Cariyê ez anîme vê derê
Gulxatunê got:Tu ser sera û herdu çava
Bazar û bazar, min û te va
Mutaca te me bi dil û çava
Xatuna delal zende bazin
Tu li min meke gazin
Jin ne layiqe bike bazar
Xeber rastîn têne ser zar
Seleka bi kê re bikim bazar?
Ez rast bêjim,tu bizan
Te xweş kir tu hatî vir
Tu hem şay î,him şevbihêr
Ev e ji te re bajar û xêr
Wey Xatuna gerdenzêr tê
Em xeberdin ji cima –etê
Zembîlfiroş lawikê feqîr
Tevî bide zilf û herîr
Rabe ,rûne li ser doşeka Mîr
Gotina min ji te re toq û zincîr
Xaunê li min meke van henekan
Ew pêkenînê qîz û bûkan
Min berde herim sûkan
Bifroşim van selekan
Pê bikirim nanê zarokan
Lawiko bese bikî van giliyan
Ez bidim te memkê qumriyan
Li te werdim çeka cindiyan
Te derxim ji tar û tengiyan
Guh mede Sofî û Suniyan.
Lawikê nezan tu çima şermîn î
Silav bike van memkêd zêrîn î
Tu yê ji wan xêrê ji xwe re bibînî
Te ez bi dil can ve birim
Te nebînim ez dimirim
Rojê şayê diçin ,derbas dibin
Gul dighêjin,diçelmisin
Tu kêf bike,kêfa mezin
Bira gûnê te ji min bixwazin
Lawiko were ser şekir û sêvan
Wan bimêje bi dev û lêvan
Sîng û berê min ji te re meydan
Li ser sîwar be bajo heyran.
Wey Xatuna aqil temam
Tu şerbet bî av li cam
Bedena te li min heram.
Ey dil were dîsan bicoş
Carek ji caran mey binoş
Bikin qiseta Zembîlfiroş
Da seh bikin hikayetê.
Zembîlfiroş lawikê rewal bû
Bi kilfet û ehl û eyal bû
Husnekî Yosif li bal bû
Heq rizaqê qismetê.
Qewîn ew lawikê feqîr bû
Dayim Xwedê debîr bû
Pêşî xwe da jîr bû
Ew bi dest hebû senate(Pîşe)
Şuxlê wî selek û tebaq bû
Qîmeta selekan wereq bû
Dayim ew rast heq bû
Pê debirî kilfetê.
Ew bi dest zembîl bi dest
Dibire bazarê bi qesd
Xwarin nan dihar bi dest
Razî dibû qismetê.
Her dema ku selekan tîne
Xatûnek jor da dibîne
Bi dil û can dihebîne
Dil kete pêla muhebetê.
Muhebetê keç mubtela kir
Sir li cariya aşkere kir
Lawikê qelbim cuda kir
Min ji eşqa, xew netê .
Xatûn dibe ev xeber tu nîne
Şerm meke were nav nivîne
Min bi te daye evînê
Da em hilînin hişmetê.
Xatun dibê ,tu lawê biyan î
Lew dibêm da tu bizanî
Min tu ji bo dilê xwe anî
Ta em bikin meslehetê.
Law bi Xatunê re dibête
Tu miraziya dil divête
Dayim ji heq neke vehête.
Xatun dibêje xeyalan
Were ser doşek û palan
Bêhnke zulf û xalan
Law dibê zilf herîr e
……… )
Em
bawer dikin ku ev malikên jorîn gelek bi zimanek zelal û sivik ji aliyê
helbestvan Ehmedê Batî hatine nivisîn,lewra jî emê bi lez navarokên
malikên jêrîn bidin xuyakirin.
Erê Zembîlfiroş xurtekî ciwan
e,belengaz e û selekan difroşe ta ku ew jin û zarokên xwe tîmar bike,ew
li bajerekî digere û zembîlên xwe difroşe,lê gava ew ji mala Mîrekî
nêzîk dibe,jina Mîr wî di rodankê re dibîne ku ew xortek gelek xweşik
e,ew dikane dilên jinan û bûkana jî birevîne,dilê wê ji dûr de dikeve
Zembîlfiroş,Jina Mîr cariyên xwe şandin cem Zembîlfiroş û wan bi wî re
gotin:Mîrê me dixwaze te bibîne,lê Zembîlfiroş ji wan re dibêje:Ez
zanim ku Mîr ne li mal e,ezê li ser zembîlan bi kê re bazarê bikim?Lê
tevî vê jî,Zembîlfiroş bi cariyan re diçe mala Mîr,Xatun ji ber wî rabû
piya û ewa bi peyvên şîrîn mîna şêkir Zembîlfiroş pêşwazî kir û gote
wî:Tu
li ser sera û herdu çavan hatî, lê ez ji dil de mutacê te me,te baş
kir ku tu hatî vir,rabe lawikê belengaz destên xwe bavêje zilfên min yên
hevrîşmî û tu rabe di nav nivîna Mîr de rûne! Lê Zembîlfiroşê
belengaz nikane ji peyvên jina Mîr bawer bike û bi wê re dibêje:Tu
henekan li min meke û min bihêle ku ez herim selekên xwe bifroşim û
xwerinê ji zarokên xwe re bikirim,lê jina Mîr gelek bi wêrekî û bi evînî
li Zembîlfiroş vedigerîne û dibêje:Ez naxwazim van peyvên te
bibhîsim,tu li vir be,ezê memkên xwe bidim te û ezê kincên baş ji te re
bikim diyarî û ezê te ji belengaziyê jî rizgar bikim,lê tu tenê guh
mede kesên Sofî û oldaran!Ey lawikê nezan, çima tu şerm dikî,rabe
destên xwe bavêje van memkên ku mîna zêran pir ciwan û qeşeng in û tu
bawerke,te dil û canê min şewitandin,eger tu niha vegerî, ezê ji derdê
nedîtina te re bimrim û ewa hîn dibêje:Rojên şahiyê derbaz dibin,tu
rabe bi min şah bibe ,herdu memkên min bimêje, sîng û guvdê
min ji te re meydan e,erê ewa dilxwaşiya mezin e û bila li cîhana din, gunehên te ji min bixwazin.
Lê
dîsan Zembîlfiroş li jina Mîr vedigerîne û dibêje:Erê Xatuna hişmend!
Eger tu duşav bî jî,memik û guvdê te li min heram in û ez gunehkariyê
nakim.Helbestvan dîsan dixwaze Zembîlfiroş bi xwendevanên xwe bi ferehî
bide naskirin û ew dibêje:Zembîlfiroş mirovekî xurt û rewal (nûgihayî)
bû û jin û zarên wî jî hebûn,lê ew bi xwe jî pir xortek ciwan, belengaz
û jîr bû,ewî selek(zembîl) difrotin û zarokên xwe xwedî dikirin, ew bi
qismeta xwe jî razî bû,lê gava ew selekan li bajêr digerîne ,Xatunek
wê dibîne û dilê wê yekser dikeve bejin û rindbûna wî,ewê rasterast jî
hezkirina xwe ji cariya xwe re eşkere kir ku ewa ji derdê evînê nikane
xew bike. Gava ku Zembîlfiroş dere cem Xatunê,ewa bi wî re dibêje:Min
ji bo dilê xwe, tu aniye cem xwe ,taku em herdu bi hevdu şah bibin ….
,û H.W.D
xxxxxxxxxxxxx
Di derbarê
zimanê helbestvan M.Batî de,lêkolîner Feqîh Husên dinivîse:Ewî berhemên
xwe bi zimanekî pir bedew nivisîne û xuya dibe ku helbestavan li gelek
dibistanan û li cem pir seydayên zane xwendiye û ew li pir deverên
Kurdistanê jî geriyaye.
Erê,em jî di vê baweriyê de ne, ku
helbestvan bi zimanekî bedew û hêsan nivisiye,lê ewî jî mîna hemû
helbestvanên klasîk gelek peyvên Erebî pêkanîne,em di malikên jorîn de
van peyvên jêrîn dibînin: (huba,sir,husin,cemal
mutac,layiq,xeberdin,feqîr,herîr,sûk,aqil) Û.H.W. Lê bi ya me be jî,
bikaranîna van peyvên biyanî tucarî ji ciwaniya helbetan kêm nekirine û
nirxên wan nizim nekirine.Helbestvan di warî rêzimana Kurdî de li gor
şêwazên dema xwe de nivisiye,wek nimûne:Em bi piranî niha geljimara
peyva(memik) weha dinivisînin(memkên),herweha jî em li dewsa peyva (bira
),peyva(bila) dinivisînin,herdîsan jî helbestvan dinivîse:Law bi Xatunê
re dibête,lê em niha li dewsa (dibête) dibêjin: (dibêje ).Mebesta me ji
destnîşankirina peyvên Erebî ne cihê rexnê ye, ewa tenê ji bo
agahdariyê ye û bi taybetî ji bo ku Kurdên ku bi zimanê Erebî nizanin.
Helbestvan di warê lêçûnê de jî ne belengaz e,em binêrin ew çi
dibêje:
(…Lawko bese bikî van giliyan
Ezê bidim te memkê qumriyan.
… )
Bêgûman
helbestvan, jina Mîr dike mîna qumriyekê û ev lêçûna di wêjeya Erebî
de jî heye,em nizanin,gelo helbestvanê me ev lêçûna ji zimanê Erebî
biriye,lê ew rastlêhatin e?
xxxxxxxxxxxxxxx