KURTEDANASÎN LI SER PENA NAVNETEWEYÎ Û NAVENDA PENA KURD PENa Navneteweyî

  Dr. Zorab Aloian

PENa Navneteweyî rêxistineke nivîskaran ya navneteweyî ye û di sala 1921ê de hatiye sazkirin. Di sala 1921ê de li Londonê nivîskara bi navê Catharine Amy Dawson Scott klûbeke nivîskaran ava kir. Ev klûb bû bingeha PENa Navneteweyî.
Di nav endamên pêşîn de kesên wisa navdar û xwedîqelemên bi hêz hebûn mîna Joseph Conrad, George Bernard Shaw û Herbert Well. Bi dirêjaya salan, kesên wek Anatole France, Paul Valery, Thomas Mann, Karel Capek, Alberto Moravia, Arthur Miller, Pierre Emmanuel, Heinrich Böll, Mario Vargas Llosa û György Konrád di tevgera PENê de rista giring lîstine. Heta destpêka salên 1990î ji komên PENê re dihate gotin PEN Club (Klûba PENê), lê niha têgîna PEN Centre (Navenda PENê) tê bikaranîn.  Bi xwe peyva PEN ji destpêka sê peyvan pêk hatiye: Poets (Helbestvan), Esseysts (Kurteçîroknivîs), Novelists (Romannivîs). Herweha ku peyva PEN bi zanebûn peyva înglîzî pen, ango pênûs dike bîra me.
Armancên PENê bipêşxistin û parastina wêje û çanda neteweyên curbicur û avakirina têkiliyên xurt di navbera nivîskaran de ye. Lewma PEN ji aliyê UNESCO û Neteweyên Yekgirtî (UNO) ve wek dengê wîjdana nivîskaran tê pejirandin. Di nav PENa Navneteweyî de çar Komîte hene, yên ku karên lobbî û dîplomasiyê dikin: Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de, Komîteya Werger û Mafên Zimên, Komîteya Nivîskarên Jin û Komîteya Aştiyê.   
Îro PENa Navneteweyî 142 PENên neteweyî  di nav xwe de hembêz dike. Offîsa PENa Navneteweyî li Londonê ye. Serokê PENê nivîskarê Çek Jiri Grusa ye. Sekreter û birêvebirên PENa Navneteweyî di Kongreyên salane de tên hilbijartin. Zimanên fermî înglîzî, fransî û îspanî ne.
Damezrandina Navenda PENa Kurd
Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û çend nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd destpê kiribûn. Bi alîkariya PENên neteweyên din, di meha Nîsana sala 1988an de, li Kembrîcê (Cambridge) di Kongreya PENa Navneteweyî de avakirina Navenda PENa Kurd hatibû pêşniyazkirin. Di dengdanê de hemû beşdarên Kongreyê piştgiriya avakirina Navenda PENa Kurd kirin. Bi vî awayî Navenda PENa Kurd bû endama PENa Navneteweyî. Di dîrokê de ev cara yekemîn bû, ku saziyeke Kurdan ya neteweyî li ser bingeha yeksanî û wekheviyê bûbû endama rêxistineke navneteweyî.
Piştî xebateke fermî, di bihara sala 1990an de Navenda PENa Kurd ji hêla Dadgeha Herêmî û Buroya Bacên bajarê Kolnê li Almaniyayê hatibû pejirandin. Damezrînerên Navenda PENa Kurd ev kesên hêja ne: Huseyn Erdem, Emîne Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Haydar Işik, Abdirehman Neqşebendî, Huseyn Kartal, Misto Xêro û Riza Topal .
Ji roja pêşîn de, Navenda PENa Kurd nexwest rista saziyeke li derveyî welêt bilîze û bû nûnera tevaya wêjeya kurdî û hemû nivîskarên Kurd. Bi dilxwaziya dostên xwe Navenda PENa Kurd xebata dîplomasiyê di nav rewşenbîrên cîhanê de dike û pêşveçûna ziman, wêje û çanda neteweya Kurd ji xwe re dike armanc. Navenda PENa Kurd ji pejirandina Navenda PENa Ermenî û navendên din re bûbû alîkar. Her weha peywendiyên baş di navbera Navenda PENa Kurd û yên din de ava bûne: Guadalajara, Vietnam, Sloven, Swîsrî Îtalî, Norwec, Makedon, Bask, Çek, Sorb û yên din.
Hinde encamên bijarte yên xebata Navenda PENa Kurd
– Bi dehan civînên wêjeyî ji bo nivîskarên Kurd û biyanî,
– Civînên rewşenbîrî û siyasî: Konferansa sala 1999an di Parlamenta Ewropayê de û Konferansa Amedê di sala 2005an de li ser Pirrengiya Çandî digel PENa Tirk û PENa Navneteweyî,
– Seredana fermî ji bo Başûr di sala 2005an de,
– Rezolusiyonên di Kongreyên PENa Navneteweyî de pejirandî (li ser azadiya ziman û wêjeya kurdî),
– Malper bi zaraveyên kurdî û pênc zimanên din (),
– Kampaniyên serkevtî yên navneteweyî ji bo serbestberdana nivîskaran (Edîp Polat, Leyla Zana, Merwan Osman, Dr. Roya Tiloyî û Şêrko Cîhanî),
– Pêşniyara ji bo avakirina Komîteya Nivîskarên Jin di çarçoveya PENa Navneteweyi de,
– Navenda PENa Kurd di herçar Komîteyên PENa Navneteweyî de rista xwe dilîze û beşdarî Kongreyên PENa Navneteweyî yên salane û gelek Konferansên Komîteyan dibe,
– Rêbaza Navenda PENa Kurd di Konferansa Akademiya Klausenhofê de (1-3 Hezîranê, sala 2007) hatibû guhartin û dê di Kongreya dahatû de (di sala 2009an de) bikeve dengdanê,
– Îro di Navenda PENa Kurd de 83 endam û çendîn berendamên ji welêt û ji derveyî welêt hene, 
– Endametiya salane ji bo kesên li beşên Kurdistan û Yekîtiya Komarên Serbixwe (Sovyeta berê) 30 Euro ye. Ji bo endamên din 60 Euro ye.
Birêvebirina Navenda PENa Kurd
Di Kongreya Nîsana 2006an de, Komîteya Birêvebir ji pênc kesan hatibû hilbijartin.      
Dr. Zerdeşt Haco, Serokê Navenda PENa Kurd
Mustefa Reşîd, Cihgirê Serok û Berpirsiyarê Internetê
Dr. Zorab Aloian, Sekreter û Serokê Komîteya Werger û Mafên Zimên
Bêrîvan Doskî, Endama Komîteya Birêvebir
Memo Şahîn, Serokê Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de û Berpirsyarê Darayî
Ji bilî van kesan, bi biryarên Komîteyê 15 endamên din ji bo peywirên taybetî hatibûn destnîşankirin:
Kakşar Oremar, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir
Unis Behram, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir
Simin Caici, Seroka Komîteya Nivîskarên Jin
Sedat Yurtdaş, Serokê Komîteya Aştiyê û Nûnerê Navendê li Bakur
Abdilrehman Neqşebendî, Nûnerê Navendê li Başûr
Bêwar Îbrahîm, Nûnera Navendê li Başûr-Rojava û berpirsyara ji bo zimanê erebî
Ezîz Nematî, Nûnerê Navendê li Rojhilat
Ezîzê Cewo Mamoyan, Nûnerê Navendê li Rûsiyayê û berpirsyarê ji bo zimanê rûsî
Prof. Dr. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Nûnerê Navendê li Asiya Navîn
Selwa Gulî, Nûnera Navendê li Skandînaviyayê
Ricardo Gustavo Espeja, Nûnerên Navendê li Amerîka û berpisyaê ji bo zimanê îspanî
Anwar Mohammad, Berpirsyarê ji bo zaraveyê Kurmanciya Navîn (Soranî)
Roşan Lezgîn, Berpisyarê ji bo zaraveyê Kirmanckî-Dimilî-Zazakî 
Dr. Ali Kiliç, Berpisyarê ji bo zimanê fransî
Pamîr Salehî, Berpirsyarê ji bo têkiliyan digel saziyên nivîskaran (bi taybetî li Norwecê)

Dr. Zorab Aloian
Sekreterê Navenda PENa Kurd
Bremen, Komara Almaniya Yekgirtî,
8ê Hezîranê, sala 2007an

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…