Meleyê Cizîrî(Şêx Ehmed Muhemed) (1589-1664)Z. (Xeleka dawiyê)

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Ji berku ez ji wê (horê) golîka çavan dûr im,min tenê carekê ewa li ser  dîwara bajêr yan koşkê dîtiye û ewa weke geliya rastê ji çiyayê Torî li pêş min di nav ronahiyê de diyar  dibû,lê wê ronahiya ku ewa di nav de diyar dibû,dil û canê min li ber şewitî û dîsan siba te bixêr xanima min.
Dîsan Mile bang li yara xwe dike û dibêje:Ya ronahiya çavên min,were cem min  ta ku ez bejin û bala te bibînim!.Û eger ez çiqas li ser ciwanbûn û spîbûna destên dîlbera xwe û bejna wê bêjim, lê bawer bikin hêdî ez nema kanim hestên xwe derbibirim, ji ber ku hêza  min jar dibe û peyvên min nema têra pesnê wê dikin,lewra jî nema ez kanim hertiştî di derbarê ciwaniya  wê de bêjim.

Divê hûn bawer bikin,ez ji birûska geş ya taca zêrîn ya ku dîlbera
min daniye navîna serê xwe ,hîn şiyar nebûme û ji wê tacê ronahî belav
bûye û ronahiya wê gihaye welatên Rojhilatê,lewra jî ez  nikanim
cidabûnê di navbera taca zêrîn  û ronahiya berbangê bibînim û ez  ji ber
wê evîna kûr herdem dinalim û dîsan siba te bi xêr xanima min.
Lê ya ronahiya çavên min,tu were cem min ta ku ez bejin û bala te bibînim!
Erê
dîlbera min ,tu bi rindbûn û xweşikbûna xwe,tu bi nazikbûna xwe wek
Horiya buhuştê ye,tu wek Royê dengdar î,nav û dengê te jî mîna navê Royê
pir nirxbuha ye, lê herdu biriyên te jî  bi xemla xwe yên reş mîna du
qewsên reş  wek tîran û şûran  min birîn dikin,erê te  ew herdu qosên 
xwe wek tîran  avêtine canê min û te herdu biriyên xwe jî mîna şûr û
baranê  avêtine sîngê min, tu bawerke ku ez çiqas ji wan lêdanên te
dêşim lê carek din siba te bixêr xanima min!  
Helbestvan dîsan bang li dîlbera xwe dike û dibêje:Ey ronahiya çavên min,tu were cem min,bila ez bejin û bala te bibînim.
Erê,erê
dîlbera min,gava ku tu xwe hildipesêrî ser wan balgiyên hevrîşmî, lê
tikaye ,carekê  tu  xwe diyar bike û bila ez  rinda xwe bibînim.
Dîlbera
min!Vaye  Newroza me hat,divê tu jî li vê ahenga pîroz beşdar bibî û ji
me  helbestvan û belengazan re bixwînî û peyvên xweşik bêjî,erê dîlbera
min,tu rêdanê bide  min ku  ez te  jî  li cejna Newrozê bibînim,lê tu
zanî ku tu weke pêrî û firişteya buhuştê ye? Tu were  ku em li cem wan
pêlkên  reş û rûçkên spî  meyê di piyalên ferforî de binoşînin.
Tu
zanî xanima min,ew xalên  ku li ser  rûçkên te yên sor,dilê min talan û
zep kirin,vaye ez dîsan bang li te dikim û dibêjim:Were cem min,tu
ronahiya çavên min e,bila ez bejin û balava te herdem bibînim.
Emê ji
piyalekê  meyê vexwin ,ew piyale jî  mîna piyala Şah e û di wê de  meya
qerqefa ( Qerqaf  navek ji navên meyê ye)pîroz heye û li ser wê piyala
meyê nîşanek heye,ji min re diyar dibe ku dîlbera min  ewa ji min re
şandiye ta ku ez wê  binoşînim,lê dîlberê jî ewa di nîvê şevê de ji min
re şandiye taku tukes meyê nebîne û ez niha ji wê pîyalê di nîvî şevê de
vedixwim û niha ez sermest û serxweş im,lewra jî hişê min ne  di serê
min de ye,lê ez niha vê rewşa ku ez tê de ji milet vedişêrim taku tukes
li ser min bi xerapî nepeyive û ji ber ku milet nizane nehênî û razên
kesan veşêrin  û  herweha jî ew nizane derdê evîniyê çiqas giran e.
Dîlbera
min!Tu zanî ez pir caran sermest im  û dîsan siba te bi xêr xanima
min,ya ronahiya çavên min were cem min ta ku ez bejin û bala te
bibînim,tu were cem evîndarê xwe,ewê ku ji derdê hezkirina te re bûye
pakrewan û bila ev hevdîtina te ji min re bibe dilovan û taku ez jî bi
derdê dûrbûna te nemrim.
Tu zanî dîlbera min,tu ji bo nexwaşiya
evînê  mîna Mesîh î,ewî nexwaş derman û sax dikirin,ewî kesên ku marên
reş jî  cehrên xwe berdidan canên wan,ewî dîsan kanîbû wan nexwaşan
derman bike.
Lê min pir bîra te kirîye û dîsan siba te bi xêr xanima min,dîsan helbestvan
bang li serdilka xwe dike û dibêje:Ya ronahiya çavên min,were cem min taku ez wê bejin û bala te ya xweşik bibînim.
     xxxxxxxxxxxxxxxx

Nirîna me bi gihîştî
————————–
     
Bi
rastî eger em bi kûranî helbesta jorîn dixwînin,em jî matmayî dimînin, û
nikanin biçespînin û bêjin:M.Cizîrî evîndarê kê bû,lê  rojhilatnasê
Emêrkî gotiye:(Ew evîndarê Xweda,Pêxember,welêt û keçekê bû.) Lê bi
rastî; em nikanin bawer bikin ku helbestvan naverokên hemû  malikên 
helbesta  xwe arastî  wan hemûyan bi hev re dike,em nikanin bawer bikin
ku helbestvan Xweda û Pêxember lêçûneyê keçekê dike û por,dev,enî û
bejinên wan bi lêçûnên pir baş û ciwan  nîgar bike û wêneyên wan mîna
Huriyên buhuştê dîne ber çavên  xwe, guhdar û xwendevanên xwe.Eger
nirîna rojhilatnasê Emêrkî rast be,çima M.Cizîrî carekê tenê jî
aşkere(Xweda,Pêxember,welat)bi nav nekirine ??!!Li aliyê din tu dibêjî
belkî lêkolîner Feqhî Husên jî bi gotinên rojhilanasê Emêrkî
bawernekiriye,lewra jî ew  weke ji civaka Kurdî bihîstiye  û
dibêje:Dîlbera M.Cizîrî (Xatuna bisk kesk ) bû û  ewa ji malbeta Mîrê
Botanê bû,lê dîsan jî ewî  rasterast negotiyê ku kîjan ji van herdu
nirînên jor nêzîkê rastiyê ye û  weha xûya dibe ku pirsgirêk li cem wî
jî çareser nebûye.
Bi kurtî em jî dixwazin  texmîn  bikin û ta
radeyekê  bawer bikin ku dîlbera M.Cizîrî (Xatuna bisk kesk)bû û li
dawiyê em dixwazin çareserkirina vê pirsgirêka wêjeyê ji hevpêşe û
lêkonerên wêje re  vekirî bihêlin .
   xxxxxxxxxxx
Ziman û rewanbêjî li nik M.Cizîrî
——————————————–    
Zimanê
M.Cizîrî bi Kurdî (Kurmancî) resen e,lê di zimanê wî de mîna pir
helbestvanên klasîk, gelek peyvên Erebî jî hatine,ew peyvên biyanî
dikanin hin aloziyan li pêş  Kurdên Turkiyê,Îranê û Sovyetistana berê
çêkin.
Di dîwanê de peyvên Erebî gelek in û hinek ji wan di helbesta
borî de ev in:Roh(can),sîfat(riweşt),heyat(jiyan),rahet(cihê
dilxweşiyê),hubet
(hezkirin),dehîf(jar),husn (ciwanî),eşq(evîn),şefaqet(dilovanî) Û.H.W.

helbestvan di aliyê rewanbêjiyê de dewlemend e,ew bang li  dîlbera xwe
dike û  dibêje:Ey mesta min ! Ango ew di vir de dîlbera xwe mîna meyê
dibîne û ewa wî serxweş dike,ew li cîheke din jî biriyên dîlbera xwe
mîna Nîvhêvê dibîne(Bêrê reşê tu zîn muqewes min),dîsan ew dinivîse:(Enî
mehî şefeq rojî), ew di vir de eniya dîlbera xwe weke Hêva geş dibîne.
Bi
rastî eger em keştek zanistî  di nav deryaya dîwana M.Cizîrî bikin ,emê
bi sedan lêkçûnên weha ciwan û nayab bibînin û ew dikanin bibin cihê
lêkulînek serbixwe.
   ………….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…