Nehrî Goranî
Li ser dêmê bendewara
Dibin sûlav
Dûûûûr dipên
Piştî dûriyê
Dibînin .
Kulîlkan li ser sînga dipişkuvînin
Arûziya vedikin
Vê re dilîzin
Bihinê belav dikin
Rengvedidin
Di xulimaşiyê de kurtepistin
Bêdengin
اavên di tabiloya de digirinjînin
Bîranînan kedî dikin
Hestan dihurhutînin
Li ser lêvên sozdara
Meraqa vedijînin
Nêrînin
Li ber dîwara hevdîtina didiqdiqînin
Li hev dinêrin
Bi hev re mest dibin
Bi hev re difrin
Hev dixwînin
Bi hev aşile dibin
Şîn dibin
Xunc vedibin
Bi nêrîna .
Vê re dilîzin
Bihinê belav dikin
Rengvedidin
Di xulimaşiyê de kurtepistin
Bêdengin
اavên di tabiloya de digirinjînin
Bîranînan kedî dikin
Hestan dihurhutînin
Li ser lêvên sozdara
Meraqa vedijînin
Nêrînin
Li ber dîwara hevdîtina didiqdiqînin
Li hev dinêrin
Bi hev re mest dibin
Bi hev re difrin
Hev dixwînin
Bi hev aşile dibin
Şîn dibin
Xunc vedibin
Bi nêrîna .