DERMANÊ KUXIKÊ

 Zagros Osman

Sibehekê Bapîrê min ji xew şiyar bû mîna hemî  Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir şun de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her tiştî Çayê dixwest, Kalo awirek namo  li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û bi şewat nasnekiriye, ya balkêş  ku  Kalo kenek kir ti carî wusa ne kenîya bû, ew Mêrekî tim xemgîn û bêhêvî bû ne dikniya û rênedida me ku em bikenin, lê vê carê ew ji kena dikir ku bipeqe  û destê xwe li hev dixist  û digot: Hooo weh Hooo weh kê bîra wilo dibir kurooo hûn namînin ecêmayî!me hemiyan lihev dimeyizand û bi dizî nîşan didan hev û me pistpistê dikir çi bela Kalo ye vê sibehê dikene? ev bûyerek mezin e, Xweda tenê zane bê çi sedema vî kenî ye .

Pîrê got: Şeva çû xew bi çavê Kalo nebû, evê kuxika bê xwedî ew zeft kiribû bêhna wî çikand, ez jî rabûm ew Şûşa Dermên A ku Ti jê vedixwe min danî ber Kalo rabû 2 Kevçî vexwar li ser wan baş bû xuya ye ku Dermanê Te li telê Kalo hat vêca bi şev pêde ewî Şiruba kuxikê vedixwar ta giş bi ser xwe da kir û di binê Şuşê de azan da, Pîrê got: jibîr neke eger Ti çû nava Bajêr riya xwe bi Dermangehê bixe û 2-3 Şûşe ji vî Dermanî werî ne jibo Kalo ew pir başe.
Min di guhê pîrê de got: Te kîjan Şûşe dabû kalo? Lêêê weyla min çav xwarê bi rastî Te bi jîrbûna xwe tir li Tansû Çîller qetand haaa ma derew çiye! Pîrê got: Wilo li min nener ez pîrka Te me piştî min Derman da kalo ew kêfxweş bû û destê xwe li doxîna min peland, lê başbû ku di xew re çû û ez jê filitîm an na wê ya dilê xwe kiribûna .
Min ji pîrê re got: Serseriyê porkurê Ti zane Te çi zeqnebût daye vî sêwîyê bêmicalî belengaz hêê ?Pîrê got: Bê xwedîyo ez ji ku zanim Te çi kerrafî xistibû şûşê.
Min got: Keçê Wîskî bû Wîskîîîîî  ellawekîl !Tê dawîya dawî vî Lawikî bike Rambo.
Pîrê got: Wîskî Mîskî nasnakim, ez zanim bi vî Dermanî ew baş dibe û hew!
Kalê me serxweşe û daye nav distirê li çepka dixe difîkîne, destdavêje navrana   Pîrê, her Sibeh Mêvan ji Gund tên Mala Kalo vêca ku Yek ji wan were û Kalo di evê rewşê de bibîne emê bihetikin loma min Derî kilît kir jibo Mêvan derbas nebin, û Pîrê hînjî dibêje: Ev çi Dermane yaho? Nuh min naskir dema min da Kalo min jî kevçiyek jê vexwar wek Takî ji Agir xwe berda Qirikê û daket Kezbê ta Gurçikê jê pê ve Dunya li dora min geriya û Xanî berqoqanî bû û ez ketim buhitê, Heylo heylo Şeva çû ez di guhê Gê de bûm, Kalo û Pîrê firtone rakiribûn û hayê min ji wan tune bû.
Kalo hebekê bi ser hişê xwe ve hat, dest bi girî kir û got: Doh bi şev mêrekî melomirarî keşmûlî qûntazî bêmirês, incolekî gemarokî pertolkî û rîberdayî  hat xewna min û bela xwe di min dida ez rabûmê ew reviya û min da ser pişta wî lê neket zefta min, Wî bang li min kir û got: Tu zanî ez kî me? Ez qirdê te me, eger Te min girtibüna wê şensê Te baş bibüna lê Te min negirt loma wê şensê Te bimîne wek temtêla min û piştî Tu bimirî ezê  bibim qirdê Neviyê Te da ku Jiyna wî jî mîna A te bê oxir be.
Min guh neda xewna kalekî xurrufî, nîv serxweş, Lê ji wê Rojê de her Şev xewna kalo tê min û pêre şensê min pîstir dibe,  Min xwe avêt şêxekî bo çarakê ji min re bibîne, lê wî got: Tu Kurde ne?  Min got: Erê ez Kurdim çi îşê xewna ji Kurda heye bavo? Wî got: Kuro ma Tu nizanî bê neyara xewnên we jî bindest kirine! Sipasiya Xweda bike ku qirdê Te di xewna de tê Te, Kesên din şiyarin û xewna Te êrîşî wan dike li min megre tiştên wusa Nivişt û Berbejin bi wan kêr nakin, Kê ji te re gotibû Tê Wîskî bide wî kalê reben loo, de were safî bik, min gote Şêx ma wê çilo safî bibe eger ku Kalê min Dermanê kuxikê û Wîskî jihev dernexist .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…