Civat bi Salihê Heydo re destpê dike, lê bidawî nabe


 Idrîs Hiso
 Heger tu li Hisiça Rojavayê Kurdsitanê bû mêhvan û tu li civata Salihê Heydo rûnenişt nebêje min serdana Hisiça kiriye.
Roja 15.08.2019 li mala mamoste Selah Hemo em bûn mêhvan, berî niha min daxwaz kiribû ku ez bibim mêhvanê Selah Hemo ku yek ji aşiqê ziman û keltûra Kurdî ye û yek ji xwendevanên ku bi evînî berhemên Salihê Heydo dixwîne. tevî ku Ez û Selah Hemo, em ji gundekî ne jî lê ti carî em li yek civatê rûneniştibûn, ji xwe Selah bi pazde bîst salan jî ji min mezintre, lê ji ber nivîs û xwendina wî ya bi Kurdî bi rêya fêsbûkê em bûn heval.
Min dixwest ez Selah bibînim û piştre jî ez ji Selah bixwazim ku em
serdana mamoste Salihê Heydo bikin çinku hevaltiyek dûr û dirêj di
navbera Selahê Hemo û Salihê Heydo de heye. Min bi tenê carekê berî deh
pazde salan Heydo dîtibû, lê mamoste Selah bi spasî rêya min kin kir û
ji min re bi telîfonê got: Heta carekê Salih were vir ez dê telîfona te
bikim û wer em  dê pêkve hevûdin bibînin.
Werhasil wek min got, civîna me roja 15 heyvê li cem mala mamostê berêz Selah Hemo pêkhat.
Piştî
Silavê û ji ber ku Salih dizane ku ez bi serdanekê ji Başûrê Kurdistanê
hatime Rojava yekser bi Soranî li gel min axifî û got: Silaw kaka çonî,
aya tu baş fêrî Soranî bûytewa?
Min got: Belê Kaka kû debî min fêrî
soranî nebûmewe, eme hewt salî min ke li Herêmî Kurdistan, li Hewlêrî
paytext ejîm, êste xwendin û nûsînî Soranî baş ezanim,belam qisekirdinî
min nawendîye.
Mamoste Salih, derwêş û aşiqê keltûr û wêjeya kilasîka
ya Kurdî ye, ev bêhtire ji sîh, çil salên wî ye ku bi zimanê Kurdî
helbestan dinvîse û keltûrê Kurdî dide ser hev û şîrove dike û dide
nasîn û niha jî li Zanîngeha Rojava li Qamişlo li beşê Ziman û Wêjeya
Kurdî mamoste ye waneyên filklor bi hemû beşên xwe dide, bi giştî heta
niha bêhtir ji 40 pirtûkî çap kiriye, û bi qasî wan jî hazirin an jî
têne hazir kirin ji bo çapê, beşek ji wan ji helbesta kilasîke ji
berhemên Heydo bi xwe ne, beşê herî mezin jî danhev û şireovekirin û
danasîna filklor û kelepûra Kurdî ye, çi stran, çi metelok, çîrok û
çîvanok, lîstok û têdrxistinok.
Civata bi Heydo re destpê dike, lê bi
min bidawî nabe, temenek pê gereke ku mirov ji civata Heydo û ji
guhdariya axaftinên wî têr bibe.
 
Wê êvarê me civata xwe li ser wê
sozê, ku di nêzîktirîn dem de ew dê hemû pirtûkên çapkirî û niha li ber
destin  ji bo min amade bike, da ku ez rêya xwe bi wî bixim û wan
pirtûkan bidestbixim, li ser vê yekê û piştî me li çend perçeyên
helbesta kilasîk ji berhemên Heydo, çend stranên filklorî li ber dengê
tembûrê ku wî bi xwe lê dida û çend çîrokan guhdarî kir me xatir ji hev û
din xwest.
Roja 18.08.2019 me soza xwe pêk anî û careke din min û Salih li cem birayê zor birêz Selah Hemo hev û din dît.

carê Heydo ne tenê bû, lê belê bêhtir ji 20 pirtûkên xwe bi xwe re
anîbûn û bi comerdî got, kerembike tu bi kêfa dilê xwe pirtûkan bibe,
min jî got: Ez hemû pirtûkan bi yekcarê nabim, da ku her demekê ez bêm û
te bibînim û beşekî ji keda te ya pîroz hilgirim û çavên xwe bi dîtina
şad û guhên xwe bi bi bihîztina çîrok û serpêhatiyan kêfxweş bikim.
Piştî
min hejmarek pirtûk ji xwe re neqandin û min ji dil spasiya wî kir,
careke din civata me destpêkir û Heydo bersiva pirsên me dida, bi her
pirsekê dîrokek vedibû û çîrokekê dest pê dikir.
Bi civata wî re, em
çûn mala seydayê Cegerxwîn me li şîret û şiroveyên seyda, li nerîn û
pêdaçûnên Apo Osman û mêraniya wî, li çîroka vekirina dibstana Kurdî ji
aliyê Namî, li çîrokên mêrxasiya Hesenê Kurd, dilsozî û heyraniya Tîrêj û
laqirdiyên Bê Buhar û gelek bûyer û çîrokên kevin û nû guhdarî kir.
 
Şevek
bi awaz, stran, helbest laqirdî û dîrok me bi Heydo re derbas kir, ne
ez, ne Selah Hemo, ne jî Esma xanim hevjîna mamoste Selah ji civata bi
Heydo re têr bûn, lê şev zî bû û deng ji Hisiça biliya zarokên malê jî
niviyan, bi tenê em û ew û heyiv di wê bendengiyê de bê deng nemabûn û
çîrokên me bi dawî nehatin.
Dema ez vegeriyam ber bi malê ve min ne
dixwest ez biçim nav livîna di nav çar dîwarên odeya xwe de, min dixwest
li beriyê, li çolê di bin ezmanê ku bi stêr û heyvê xemilandî bû çav
vekirî binivim.
18.08.2019
Di Kovara ŞAR de hatiye belav kirin. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…