Çitil şev bû ????

Nehrî Goranî
Şeva ku , berî çend şeva
Ji tariyê reviya
Li nav qelefê KEWA şimitî
Bi defa zikireşiyê ket
Ji nişkava !!!!

Di guhên çiya de
Dengvedanek lêda
Dest danînin ser dil
Nav kolanên EFRÎNÊ
KERKOKÊ ,
Peyv di gewriya de lerizîn .
Di bin sîwana şevê de radestkirin
Hev xelatkirin .
Hev henekirin .
Lê Bejna çiya
Bi Herwar û qêrîn
SÊDAR gevekir
Derdorî xwe nêrî
Dûûûûr , dûrî dûriyê
Li asoya
Li bejna ARARAT
Sonda xwe li ber delavê DÎCILE
Li kişwera MEM Û ZÎNÊ
Li ÇARÇIRA tomarkir
Fêrmisk ji tilî ú biskên dilsoza
Herkîn .
Dil pertilîn
Li hembera qêrîna DAYÎKÊ .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...