BELAVOKA PLATFORMA JiNEN KURD

Wek jin u bi nasnameye xwe ya Kurd diqîrin. Namusa tu kesek nînin u nabin namusa tu kesek!
Bi beşdarîya gelek layanên Jin, sala 1994’ da, platforma Jinên Kurd hat damezrandin u Platforma Jinên Kurd civîna xweya a 13 li bajarê Elmanya Osnabrück-Melle li darxist
Civîna Platformê ji bo hemu Jinên Kurd vekirî bu; ji Kurdistan u li dervayê welat jinên penaber ên Kurd, beşdarî civînê bun.
Di rojeva Platformê da; Tesîra penaberî li ser Jinên Kurd, Pirsgirêkin rojane ê Jîyana Jinan u kuştinên jinan di bin perda ’’namus’’ , piştî gengeşekirin em li ser van mijara, gihîştin encaman:
Em, Jinên Kurd, di siyaseta Evrupa a penaberi da nasnama me a Kurd nay pejirandin u em bi nasnama dewletin dagirker a fermî ( Arap, Tirk, Fars..hwd) tin naskirin.
Li welatê ku em penaberin, Kuştina li dijî jinan, Jinên Kurd qurban tên nişandan lê di gengeşakirina ser van pirsgirikan u  ji bo çareserî, em muhatap nayn girtin.
Em alikarîya derunî u civakî ji bo jinên Kurd ku li Evrupa dijîn, fêrbun u perwerdeya bi zimanê Kurdî kêm dibînin.
Di derheka penaberîyê u jinan da ev lêkolînên ku hatine kirin, hemu nirxandin li ser nasnama fermi tê kirin. Ji iro pêve li welatê ku em wek penaber dijîn ne bi nasnama fermî, emê vekî jinên penaber ên kurd  bi çalak dixwazin bi nasnameya xweya  Kurdî muhatab bibin
Em jinên ku li Platforma Jinên Kurd cîh girtine,  ji zêdebuna zor u sîtem  li dijî  jinan li hemu dinya u kuştina jinan li Kurdistan, xeter tirsinak dibînin.
Her bi ji kijan sedema dibe bila bibe , di bin perdaya ‘’ namusi da’’  ev  tundi  u kuştin u zordarîya li dijî jinan, ji aliye deshilatdariya mêrsalari ve ji bo sizadan kontrolkirina li ser laşê jina bi avayeki sistematiki dinirxinên
Ji ber van sedeman:
Li Kurdistan, kuştina ji bo kontrolkirina leşê jinan tavanbar dikin! Sistema mêran a deshilatdar, ku jinan wek malên xwe dibînên red dikin.
Em wek jinên Kurd, ji hikumeta federal a Kurdistan, ji hikumetên din u sazî u dezgehan daxwazî dikin êriş u zordarîya li dijî hemcinsin me were sekinandin. Li derhekê tawanbaran doza dadgeh were vekirin u tedbîrin parastin di jîyanê da pêk bînin.
Pêwîste di şexsîyeta Jina Kurd Xatu Dua ku çend roj pêş bi berdbaran hat kuştin, Hikumeta Federal a Kurdistan; lêkolîn derhekê kuştina jinan, sunnet kirina keçan weke u ji bo parastinên jinan tedbîran bigre.
Ji bo derxistina berbirsyarên kuştinên jinan, ji bo parastina jinan u ji bo sizadana sucdaran ( tawanbaran) emê wan di nêzîk bişopînên
U bang li wan mirovan dikin ku xwedanên nirxên însanetîyêne, li dijî sucên li ber jinan bikartînên bê deng u bê helwest nemînên

EM Bi NASNAMA JiN U KURD HENE!
EM NAMUSA KESEK NiNEN U NABiN!
BiJI KURDiSTANA KU JiN JI TE DA AZAD BiN!
BiJI HEVKERIYA JiNEN KURD!
BiJI HEVKARIYA JiNAN!

Platforma Jinên Kurd
28 Gulan 2007
Osnabruck-Melle / Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…