Çapa duyem ji pirtûka Mizgîn Hesko «Ber bi werzên hezkirinê ve» derket

 

Bê guman û piştî demeke kurt ji çapkirina berhema
helbestvan û nivîskara kurd Mizgîn HeskoLi ber pala welatekî birîndar diherikîm

îro jî li Berlîn ê, paytexta Almanyayê çapa duyem
ji berhema Mizgîn Hesko/ Ber bi werzên hezkirinê ve/ ronahî dît.

Ber bi werzên hezkirinê ve, ji weşanên Sersera ye,
ku Dr. Beşar Mistefa xwedanê weşanê ye.tabloya berg ya şêwekarê kurd Luqman
Ahmed

Berhem ji 20 helbestan pêk tê ku hin ji wan pir
dirêj lê bi şêweyeke hunerî ciwan, pir balkêş hatine ristin, û ji wan jî herdu
helbesên Mizgîn Hesko ên navdar Şevek giryan û Alanname.

Hêjayî gotinê ye ku ev berhem cara yekem di sala
2015 an Li Berlin, ji nav weşanên Soran hatibû çapkirin û belavkirin.

Ji bo bidestxistina berhem
Mizgîn Hesko
Helbestvan û nivîskar ji rojavayê Kurdistanê ye, ji mêj ve li Almaniyayê dimîne. Ji bilî helbestê gotaran jî dinvîse , ji desteya birêvebir a kovara Pênûsa nû ye ( Beşê kurdî ) Hetanî niha sê xelatên wêjeyê wergirtine û heft berhemên wê yên çapkirî hene.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…