Ehmed Ismaîl: Şano divê li gorî guhertinên serdemî were pêşkêşkirin

Idrîs Hiso

Roja 24.02.2020an li Sentera Akadîmî û Komelayetî ya EnKawa li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bi boneya imzekirina pirtûka wî ya bi sernavê Dema Şahîno Distirê, Sê Şano simînarek ji aliyê Encûmena Rwşenbîrî ya Vekirî ji nivîskar Ehmed Ismaîl hate saz kirin.
Hejmarek ji nivîskar û hezkiriyên wêje û şanoyê li simînarê amadebûn, simînar ji aliyê helbestvan Tara Îbo hate pêşkêşkirin.

Di destpêkê de Ehmed Ismaîl yê ji Almanya hatibû Hewlêrê, behsa ezmûna xwe di bewarê nivisandina Şano de kir, diyarkir ku, şanoyên ji bo zarokan nivisandiye şanoyên wî yên herî serkeftî bûn û li ser wan çend xelat bidest xistine û ew şano li gelek welatên Erebî hatine derhênan û pêşkêşkirin.
Nehêniya serkeftina wî di vî warî de li gorî ku ew dibêje ev e: “Min xwest ez berê xwe bidim zarok  û ji zarokê di hindirê xwe de rizgar bibim, min nexwest ez li zarok binerim wek kesekî bê nerîn û çav, lê min li zarokan nerî wek mirovekî xwedan giyan, nerîn û hiş, min xwest ew bêje ev tiştê ji wî re tê pêşkêş kirin xweş e, bi nirx e yan na?, min ew nedanî pêşiya şanoyekê û ji wî re got divê tu wisa bike û wisa neke, min şîret li zarok nekiriye, lê ez nêzîkî giyan û rewanê wî bûme û min nexwestiye girêkên derûnî yên di zarokatiya min de bi min re hatine çandin, bi sedema dîktatoriyeta di hemû biwaran de li welatê me, di nivîsandinên min de bo zarokan derkeve.”
Derbarê aya şano di vê serdema belavbûna teknolojiya pêşketî de dikare cihê xwe bibîne û dika şanoyê dikare cemawer li xwe bicivîne got: “Erê, lê helbet divê şano jî li gorî hemû pêşketin û guhertinan were pêşkêş kirin, herdemê şano dikare cihê xwe bibîne û bibe hokarekî xwedan karîger di belavbûna ciwaniyê û rewiştên mirovayî de, lê helbet divê şano jî karibe li gorî gohertinên serdemî xwe bide nîşan dan.”
Derbarê vê çalakiyê endama Encûmena Rewşenbîrî ya Vekirî Tara Îbo got: “Em gelekî bi hatina Ehmed Ismaîl bo Kurdistanê kêfxweş bûn, da ku ew li ser ezmûn û tevgera Şano li Rojavayê Kurdsitanê bo me biaxife, û em vê bi derfeteke baş dizanin ku navdarekî Kurd di bewarê Şano de li nav me be û ezmûna xwe di vî warî bo me behs bike.”
Nivîskar û helbestvan Ferîdon Saman got: “Wek em dizanin tevgera şano di salên 70 û 80 î de xwedan rol û bandoreke berfireh bû li ser xelkê, lê ji ber gelek hokaran rola hunerê bigiştî li welatê me lawaz e, helbet ev yek jî ji ber ku zemîneke guncaw ji bo şano û hunerên ciwan nîne, tevî peydabûna peymangehên hunerên ciwan li Kurdistanê lê berhem û encamp gelekî kêm in, divê li ser vê diyardeyê were rawestandin û hokar û encamên vê berbiçav werin girtin.”
Simînar bi pirs û pêşniyarên amdebûyan û bersivên Ehmed Ismaîl û bi dilşadî bidawî bû.
EnKawa 26.02.2020z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...