Destana Birîna Min.. Li dewsa behîname ji Cegerxwîn re


Ebdilmecît Şêxo   

Birîna  min devliken e
Hêviyan di dilê xwe de
Tev gulên spî diçîne
Di nav zîpêkên reş de
Destên xwe dide hevalên xwe
Û bi hev re bîst û yek mûman
Di şikevtên bîreweriyê de
                                             vêdixînin.

Birîna min sipî ye

Bêhna berfa çiyaya Hawarê
Û çêja henarên Basutê
Ji nav lêvên wê diherikin
Carekê mîna kotireke sêwî
Dike nalîn
Carekê mîna hechecokê
Ji hevalên xwe re distirê.
Birîna min evîndar e
Ewa hîn bi stêrkên
Bajarê xwe re dikene   
Bi çavên xwe bi zarokên penaber re dilîze
Û bi pîrejinên gundê xwe re
Qehwa sibê vedixwe.
Birîna min cevakêş e
Guh nade segê bi êş e
Bi çavên xwe daran vedijîne
Zarokên berşîr dimêjîne
Bi axînên xwe pêlkên bukan
                                Vedihûne.
Birîna min pîdar e
Ji kaniya hestên min dinûşîne
Ji xewnerojên  min keskesorê
                       Li ezmana  sêwiyan çêdike
Û welatekî di gewriya xwe de ava dike.
Birîna min, ne mîna  birînan e
Birîna min bi du dilan e
Dilek dihêşe
Dilek bi serdemê dikene.
Her pelek ji darên zamdar
Di şevên tarî de ji birîna min
Straneke Bavê Seleh distirê
Û bi xûnava xwe  porên bûkên
                        Sêwî şeh dike.
Her hîmek ji çiyayê min
Bi nalîna xwe
Bi bayên xwe
Bi kenînên xwe
Dilên çelmisî geş dike.
Her zerkek av ji kaniyên
Dilên evîndar
Birîna min derman dike
Her mistek  ji baweşînên
Darên zeytunê
Baskên min dilşah dike
Û birîna min derman dike
Her keçek ,her xortek,
Di kolana min de
Bi zarok û pîran re  seyranê dikin
Birîna min  dikene û dimiçiqe  
Birîna dilê min efsaneya serdemê ye
Bi istêrkên  darên sêwî re
Strana (Evîna Welat)
(Efrîn bûkek delal e)
distirê
Ev e nasnameya birîna min !

Efrîn,2019              

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…