Rewşenbîr in yan darikê fitnê û kefgîr in ?!


Giryan Seyro
 
Heya wek vê gavê hîn li ser danasîna têgeha Rewşenbîr nehatiya lihevkirin, ango şirovekirina vê têgehê hîn di hewildanan de ye, lê wilo jî hemiyan tekez kiriye ku Rewşenbîr ew e, yê ku pêşengiya civakê dike, û herweha ew e, yê ku êş û nexweşiyên civaka xwe tîne holê û di heman demê de bi berpirsiyarî û bi hurmet çareseriyan jî pêşkêş dike, lê pirs ew e, gelo di nav Kurdan de ev Rewşenbî hene yan na ?

Ji destpêka şerê Sûriyê ve gelek tevlîhevî û gêre çêbû, ne tenê di
warê siyasî de lê belê di warê civakî û rewşenbîrî de jî. Ku êdî herkes
dikare bibe hertişt, kî bixwaze bibe çi dikare bi hesanî bibe, nemaze
gelek kesên ku qaşo xwe dikine Rewşenbîr, ku rewşenbîrî kirine sîwan û
tevahiya kîn û zikreşiya xwe di bin siya wê sîwanê de vala kirine .

Qado
Şêrîn yek ji wan kesan e, ku bi hênceta rexneyan gelek zêdegaviyan li
xebatkar û berketiyên doza Kurd dike, gelek peyvên xerab, gotinên ne di
rê de, sixêf û xeberan dike, gelek caran bê hurmetiyê jî dike, ew çanda
ku wî sipartî xwe tenê birek kesên wek wî hene, helbet ew wan nas dike
bê ka kî ne, wê çandê bikar tînin. Ez fêm nakim bi rastî, nizanim kî jê
xwestiye ku pozê xwe têxe tiştekî de û jê nehatiya xwestin. Berya medekê
kesekî bi navê Inayet Dîko, ku hevalê Qado Şêrîn e, gelek derew xistin
sukra sikreterê partiya me de birêz Mihyedîn Şêx Alî, wî bi vê yekê
derfet da kesên wek xwe ku xeber û sixêfan bikin birêz Şêx Alî, hevalê
me jî, Selah Elemdarî, Endamê Komîta Siyasî bersiva wî bi gotarekê li
ser rûpela xwe ya FB, bi şêweyekî xweşik û bi peyivine di cih de, da,
Qado Jî hat û xwe tevlî kir, û ji ber ku Qado carê hevalê vê partiyê bû û
piştre hate bi dûr xistin ji refên partiyê -ez sedemê nizanim- wî jî
keysa xwe li vê yekê anî û kîna xwe carek din vala kir-di gotarekê de li
ser malpera Welatê Me- ta ku wî hevalên vê partiyê wek mirîd û kole jî
bi nav kirin, ez ji Qado dipirsim :

1-Gelo çêdibe mirovekî ku xwe
dibîne rewşenbîr tevahiya endamên partiyeke Kurdî kole bibîne tenê
çimkû ew partî ne li gor mejî û ramanê wî be ?

2-Gelo heger kîna min ya kesan e bi endamekî yan sikreterê partiyekê re hebe, ez wê partiyê tevî xayin bibînim ?

3-Gelo
heger ew partî û sikreterê wê hêzên Kurdan YPG û YPJ bi hurmet wek
destkeftinek Kurdî dibînin, ez wê partiyê bikim xayin û bibînim mirîd û
sixte ji PKK ê re ?

4-Heger Qado PKK bibîne ne Kurd û xayin û
dijmina gelê Kurd, di pîvan û baweriyên wî de, dêmek PDK û YNK jî xayin
in, ji ber ku têkiliya partiyên din yên Kurdî li Sûriyê bi wan re hene ?

Di
dawiyê de, bi dengek bilind û bi singek fereh ez dibêjim, heger Qado
dixwaze rexneya partiyê yan sikreterê wê bike, ez û hevalên xwe em ê
rexne û têbînên wî deynin ser serê xwe û em ê wan rexneyan di weşanên
xwe yên fermî de jî belav bikin, û heger belge di destê wî de hene ku em
mirîd û kole ne, yan em xayin û dozfiroş in bila kerem bike wan pêşkêş
bike, yan jî na, bila kîna xwe nema biweşîne û nema bila fitnê û
durûtiyan bike, û heger em mirîd bin, em mirîdê miletê xwe ne, heger em
kole bin, em koleyê doza xwe ne, heger em bigrîn, em ê li ser Efrîn,
Girê Sipî û Serê Kaniyê bigrîn. Partiyeke ku temenê wê zêdeyî 25 salan
be û xwediya ewqas pakrewan û xebatkar û berketî be, wê bi gotarekê ji
kesekî ku ev 20 salên wî ne ji welatê xwe reviyayî û li mala xwe ya xweş
paldayî neyê pûçkirin û tunekirin, û ez berevaniya birêz Şêx Alî nakim,
Qado wî baş nas dike û baş dizane bê ew û partiya wî kî ne !!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...