Bavê Zozanê
Cim`ayê gundekî li rojavayî Kurdistanê dikeve li rojhilatî bajarê Qamişlo ye,dor10 km ji navenda bajêr dûr e, ji xwe jimara miletê wê nêzîkî 250 malî heye.Gundê me bi siyasetmedar û rewşenbîr û xwendevanên xwe tê naskirin,her wisa jî bi heskirin û dilovanî û yekrêziya malbat û gudiyan kû tev bi çavê yek malbatê li xwe di nerin û wisa jî kar û xebat û jiyana xwe berdewamdikin.
Wek niha tê bîramin ku berya 40 salî me xortê gund (Tîma Gokê ya bi navê Niştiman) ku wê serdemê tîmeke xurt bû li deverê ji rexê lêstikê ve her wisa jî ji rexê sinç û mirovatiyê ve jî, hemî xortê wê melahîm û karker û cihê rêz û baweriyê bûn wisa jî xwendevan bûn şagirtê dibîstanê bûn,belê tê bîra min me birayar da ku newroza vê salê 1980 em li çolê pîroz bikin – ji xwe bawerim ku ta hinganê kesî newroz li derve li çolê li dar ne xistibû-
Erê xweş tê bîramin civîna dawî şeva newrozê 20.3.1980 li mala seyd Elî bû bavê Ebdulxevûr ê Berzencî, ji xwe ew mal bi welat perweriya xwe bi dil soziya xwe bi hunera xwe hatibû naskirin.(ta min bi xwe jî korseke zimanê kurdî li mala wan li darxist).
Ji xwe Ebdulxevûr bavê Şepal ku niha li Hewlêrê rûdine ew bi xwe wek berpirsyarê Tîmê ye rêveberî bû ,ji bo ji bîr nekim kak Haco jî kurê keyê gund Hecî Esed ku niha li Siwêd rûdinê, ewî jî bi rolek xuya ji bo evê Newrozê rabû ji xwe dive ku ev xebat wek raman ya wî be.Wek min got em xortê gund hemî wek girûpeke malbatî bûn.
Belê wê şevê em li mala Ebdulxevûr civiyan wek bernamê roja Newrozê hate gotûbêj kirin xwarina ku ji malê tê qedandin li ser me hate belav kirin wek birinc ,safar û şekirê çayê û ta dawî ..Yê min bi xwe savar bû pişka min ,tê bîra min wê şevê çûm para xwe ji safar yek ser ji kîlerê min anî bê ku bêjim kesî .wisa jî 700 diravê Sûrî wê çaxê hate civandin ku me hin wêne li malbatan belav kiribûn hemberî alîkariyek mewdanî ji bo kirîna xwarin û şekir ê Cejnê û gelek pêdiviyên din.
Wê şevê tiştekî dî giring me kir ew jî divabû ku em agirê newrozê li çolê vêxin lome biryar hat standin ku li çar pênc cihan em agir li çola gund vêxin wisa cih jî hate veqetandin li rex demir cada Tirênê li cem bîra sipî ya mala hecî Silêman û li çend deverên din jî,vêce her çend xort divabû ku dûlabekî mezin bibin cihê ku ji wan re hatibû nîşankirin (Bawerim ku dûlabên kevin kak Haco pêşkêş kirin ji ber ku Barhilgirê -kemyon-wî hebûn).Ji xwe berî çend rojan dor 16 lingê kemyonan (dûlab) wek jimar hatin bi cihkirin ku bi tirmbêla(pîkab)ya Kak Haco û kak Ebdulqadir ê Dîbo ew dûlab hatin veguhastin li wî cihê taybet ku hatibû veqetandin.
Pehra min û wan hevalên bi min re ku qet nayên bîra min ka kîbûn ,dûlabekî mezin bû cih jî nêzî demir bû me bi xweşî û bi lez dûlabê xwe bir cihê nîşankirî me dûlab vêxist û li bayê bezê em vegerian.
Li vegerê em baş tirsiyan çi şewqa ku ji Sêgirka dihat çiqa ku dûrjî bû lê me xwe di avête erdê nav genim em ditisiyan ku polîsê -şirtayê – mexfera Sêgirka bin wisa em di nêv dexlê de winda di bûn niza dexil bilind bû û niza em piçûk bûm ,wê şevê ta em gihane mal çavê me derket ji tirsan çiko girtina wê çaxê henek jêre ne divan dixwazim bêjim ku dulabê me bir jî baş giran bû.
Li vegerê dîsa em hatin civata xwe li mala kak Ebdulxevûr li wir wek dawetê li dar bû keç û xortan şekir ê cejinê di pêçan têxistin nav kaxetan qene sibe li cejnê li milet bê belav kirin ji xwe ew kaxetê taybet bo pêçadina şekiran nize çime me ne kirîbûn niza hîn derneketibûn niza bihabûn niza perê me ji ber xwarinê neman bûn ji ber me gelek goşt mirîşk wisa nan û rûn û ji xwe şekir û ta dawî me kirîbûn vêce me şekirê xwe di nêv kilînîksan de di pêçan lê ev silokana xweş li ser hatibû nivîsandin (Em ser bestiya we doz dikin Newroza we pîroz dikin)ku ev bi xwe parçek ji helbesta nemir M.E.Hisso bû.Wisa pêşî li ser kertonekê hate kolandin û paşî li ser hemî kilînîksan bi rengekî zêrînî hate nivîsandin.
Hêjaye gotinê ye ku ew kaxeta şekir ev çil sal çêbû ku hîn li ba min e mixabin li malê li welêt maye. Ji xwe hin xelat jî hatin belav kirin ji wan kesên ku kerta xelatê di nav şekirê wan de derdiket ku koma çalakiyê ew kert xistibûn nêv hin şekiran de.Xelat jî yek jê ku tê bîramin wêneyê Şivan û Gulîstsn bû wisa jî yê Kawayê hasinkar bû ku kak Ebdulhelîmê Berzencî çêkiribûn.
Sibehê zû li gund qîr û qîyamet bû ,ez bi xwe şeşê sibehê çûm bajêr (Qamişlo) qene herdû hevalên xwey xweşewîst (Ebdulkerîm Omer û Selah Silêman) wan vexwendî cejna newrozê bikim wek mêvan .Tê bîramin ez bi Biskilêt çûm dû wan lê li vegerê nayê hişê min ka em çilo hatin, bawerim dîsa ez bi tenha xwe vegerıyam û herdû heval bi tirmbêlê hatin.
Li gund wê sibehê zû sibeha cejna Newrozê ,tevhiya gundiyan derket pêvî kal û pîran hemî li cihekî civiyan û ji wir li Barhilgira ku ya kak Haco bû lê siwar bûn ta gundê Xalid Gilo bawerin miletê Litêfiyê jî gihişte me û li wir em tev peya çûn bi meşek e leşkerî li ser sirûda Ey Reqîb ku bi dahol û zirnê dihat gotin Bi rastî ew meş dîmenkî herî ciwan bû ku yeqîn nakim ti carî bê ji bîrkirin.
Me meşa xwe berdewam kir ber besta binê gund ve çemekî biçûk jî li wir hebû lê cendirmê Tirkan nehiştin em li wir cejna xwe bikin çend fîşek avêtin milet wisa jî miletê Kertwênê jî ku li ser xetê dimîne ewan jî li devê deryên xwe newroz bi mere hevparkirin, ji teqîna wan fîşekan me cihê xwe guhart em ber bi gundê Gunidik ve(Xalid Gilo ya biçûk) ve çûn ku ew jî tevlî me bûn li wir me newroza xwe li dar xist .jimara milet herî mezin bû em bûne çar gund.
Bi rastî kak Ebdulxevûr li ser barhilgirê gotina Newrozê bi devikî xwend ,wê çaxê partiya hevgirtin a gelê kurd li sûrî xwestin gotina partiya xwe bi xwînin,komîta rêvebir rêdan da wan û wisa gotina partiya hevgirtin hate xwendin.
Dema firavînê ku ji xwe gundê Xalid Gulo jî di çêkirina xwarinê de hevpar bû ,nayê ji bîrkirin beroş û dû û sênîk bûbûn parçek ji xwezayî tevlî ewî çemê piçûk mîna tabloyek e hunermendekî şareze xuyanî dikir,divim bêjim ku ev roj di dîrokê de hate nivîsandin,dîsa bawerin ku cara yekem bû ku cejna Newrozê li derve li çolê tê pîroz kirin.
Wek çûnê wisa jî li hatinê, milet di nêv lîlandin a qîz û gurcan de li ber agirê cejnê Newroza xwe bi dawî kirin.