Hecî, parêzer û helbestvan Pîremêrd (1867-1950)

Dr.Phil.Ebdilmecîd Şêxo

Pîremêrd nasnavê helbestvanê nasdar Pîremêrd e,navê wî ya rast Tewfîq e,ew lawê Mehemud Axa,kurê Hemze Axa ye û di sala (1867 )an de li Sulêmaniyê ji dayik bûye.
Pîremêrd zarokatiya xwe li bajarê Sulêmaniyê têper dike,ew di temenê  (6-7) saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û ew di kurtedemekê de wê kuta dike,di pişt re ew li dibistanên Kurdistanê  dixwîne û  ew dibe pêşnimêjê mizgefta Hemze Axa.

Helbestvanê me dibe Feqîh jî û di wê demê de  jî  li gelek bajar û
dibistanên Kurdistanê geriyaye û ewî li wan dibistanan jî helbestên
helbestvanên  navdar mîna Hacî Qadirê Koyî,Nalî,Şêx Riza Talbanî û
Mewlewî dixwandin û xwendina  helbestên wan pir bandor li hest û derûna
wî dikirin û bi vî  rengî ew jî dibe henlbestvanekî nayabdar û navdar.

pîremêrd ji bilî zimanê Kurdî hîn zimanên Erebî û Farisî jî
zanîbûn,lewra jî  ew  hin caran bi van herdu zimanên biyanî jî helbestên
xwe dirêstin.
Pîremêrd di navbera salên (1882 û 1898) an de li nik
dewletê dibe karmend,ew li Sulêmaniyê dibe nivîsevanê nasnamegehê û paşê
ew li dadgeha bajêr dibe sernivîsevanê  dadgerînê û di sala (1895) an
de jî ew li bajarê Kerbela dibe cîgerê dadgerê berpirsiyar.
Pîremêrd
di sala (1898) an de li gel Şêx Se-îd bavê Şêx Mehmud diçe Turkiyê û ew
ji wir jî bi hev re serdana Hecê dikin û paşê ew herdu jî vedigerin
Sulêmaniyê,lê Pîremêrd dîsan li gel Şêx Ehmedê Xaniqînî û helbestavan
Wefayî  di sala (1891) ê de vedigere Turkiyê û ew li Stembolê dijî.
Piştî
demekê;(Encûmena Osmanî)agahdar dibe ku Pîremêrd bi zimanê Farisî jî
baş zane,ew wî dike endamê (Encûmena Bilind ) û nasnava (Begitiyê) jî
dide Pîremêrd û ew dibe Pîremêrd Beg.Di pişt re ew di zanîngeha
Stembolê,beşê yasanasiyê de dixwîne û wê kuta dike, ew li Stembolê jî
dibe parêzer,lê ew di vê navberê de jî bi keçek Turk (Samiye Xanim)  re
şû dike (dizewice).
Di sala (1908) an de hin ronakbîrên Kurd bi
seroketiyê Seyid Ebdilqadir komelek bi navê (komeleya Alîkarî û
Pêşketina Kurd)li Stembolê
damezrandin û vê komelê rojnama (Kurd)li
Stembolê  weşand û Pîremêrd  bi navê Tewfîq Sulêmanî  dibe xwedî û
berpirsiyarê vê rojnamê û ew herdem jî helbestên xwe di wir de jî
diweşîne.
Pîremrd jî mîna pir ristvanên Kurd û cîhanê helbestên
curbecur nivisîne;welatparêzî,civakî,evînî,li ser sûrûştê û jinên Kurd û
H.W.D.Lê ewî di ber nivîsandina helbestan re,hin çîrok jî nivisîne.
Helbestvan
di temenê (83) salyê,sala (1950) î de bi nexwaşiyên şêkir û gurçikan bi
terma xwe tenê ji nav gelê xwe li Sulêmaniyê barkir,lê hestên wî wek
gelek nemiran di nav gelê xwe de hîn jîndar û zindî ne  û ew mîna
Newrozê  namrin û ew  di dilên  miletan de dijîn.
Helbesta wî ya ku
di Buharê,sala (1948 )an de bi navnîşana (Newroz) nivisiye,di nav gelê
Kurd de pir navdar û nirxbuha ye,ewa bûye sirûdek netewî û di cejna
Newrozê de  li seranserî Kurdistanê  û li dervayî welêt  bi awazek
ciwan, mîna sirûda netewî (Ey Reqîb) tête xwendin.
                                                      Newroz
Ev roja sala teze ye,Newroz hatiye
Cejna kevne Kurda bi xweşî hatiye
Çend sale gula hêviya me best bû,heta par
Her xwînê lawan  bûye gulê ala Nûbûhar
Ew renge sor bûye li asoyê bilindî Kurd
Newroz  bû agirekî weha xiste nav ceger
Lawan bi eşq diçûn  pêşberî mirin
Xwîna şehîd e,rengê şefeq şewq vedaye
Heta niha li tarîxa miletan de rû nedaye
Ew namrin ,vaye ew  li dilê milet de dijîn.
Bi
rastî em li jor wek hûn jî dibînin ku ev tîpguhastin û werger,ciwanî û
sazê helbestê hinda kirine,lewra jî em dixwazin vê helbestê carek din bi
tîpên latînî û bê wergerandina wateyan binivisînin.
Em rojî salî taze ye Newroz hatewe
Çejnêkî konî Kurd e be xwaşî û be hatewe
Çend sale gulî hêwayî ême pêbest bû taku par
Her xwînî lawikan bo gulî alî new Buhar
Ew renge sore bû, ke le asoyî bilindî Kurd
Mijdeyî beyanî bo gelî dor û nêzîk ne bird
Newroz bo agirekî wehaye xiste cergewe
Lawan be eşq eçûn, be berewe pîrî mergewe
Ewa rojhelat,le bedenî berzî welatewe
Xwînî şehîde rengî şefeq şewq edatewe
Ta êste royî nedawe le tarîxî mîleta
 Qelxanî gule sîngî keçan bê le helmeta
Pê nawî bo şehîdî weten şêwen û girîn
Namrin ewana wa,le dilî mîleta ejîn.
Pîremêrd 
li jor dibêje:Vaye cejna Newrozê di vê  salê de jî hat cem me,ew cejna
gelê Kurd ya gelek kevnar û dêrînî ye,ew bi xweşî tête cem me,em jî wê
bi dilgermî pêşwazî dikin.Ey gelê Kurd ! Ev çend salên ku gula hêviyên 
 me
ta sala derbazbûyî ne pişkivîbû û ji  xwînên lawên Kurdan golên xwînê
ji bo  azadiyê çê bûbûnn ,lê niha binêrin Buharek nûh  ji bo gelê me
hatiye,                                                           
ev
xwîna sor ji bo serbestiya miletê Kurd hatiye herikandin,ewa niha
asoyek bilind û bala ji miletê me re ava dike,lê gava ku Newroz dibe,tu
dibêjî qey tu êgir berdidî nav cegerên dijminên Kurdan,lê keç û lawên me
jî pir bi evînî ji bo azadiyê ber mirinê diçûn û xwîna pakrewanên me
mîna rengê berbangê bûye û ta roja îro jî ev diyardeya di dîroka miletan
de hîn  nebûye.
Erê,Pîremêrd Hecî û oldar bû,lê ew ne kevneperst û
asoteng bû,ew xemxwarê rewşa keç û jinên Kurd bû jî,derd û êşa jinên
Kurd baş naskiribû,lewra ewî mîna her helbestvanekî dêmokrat û pêşverû
bang li keçên Kurdan dikir û riya serbestiyê û wekheviya jin û mêran ji
wan re dida diyarkirin û digot:Ey keçên Kurdan!Divê hûn jî li dibistanan
bixwînin,hûn  jî dermanê nexweşiyên miletê me ne,lê ne tenê weha,hûn
xeml û ronakên gulistan û jiyanê ne jî.Em niha têgihane ku  dayika qenc
divê xwendekar be,ewa kane mafê xwe bi xwe bistîne û bi mêran re jî di
jiyanê de bibe hevpar û ew kane baş jî zarokên xwe perwerde bike .   
                                              Ey keçino werin mektebê !
Ey keçino werin mektebê
Hûn teskînê miletê me ne
Zîneta bax û tereqîn e
Rewneqa destegul in
Teze em têgihîştin
Dayika qenc xwendekar
Mesla xwe tîne meydan
Jin şerîka jîna  mêr e
Nek û tenê xerîka bar dar e
Terbiyeta mêjikî mindal e.
……..) 
                                                  

helbesvanê me li ser evîna xwe jî bi zelalî û helwesta dîlbera xwe jî
ya neyînî jî di van malikên jêrîn de  dihûne û ew dinivîse:

                                                   Wa min dizanî
Wa min dizanî ku min dil dabû te
Dilê te jî ji bo min dibe sifte
Çi bikim dilê şêt ez rastî te kirim
Bi sewada bê sûdî ez ji navê birim
Tu jî têgihîştî dil wa dijmin e
Lê rohê  min kirina te boş e
Li têkelî de her rastî xweş e
Tiştê sextet be ,wê zû derkeve
Vê cewr û zorê ,xêr çî ye bo te?
Çi dibe rojekê ,eger tu ya min bî
Dest neweşînî û katijmêrekê hêmin bî. ?
Tîpguhastin:Prof.Qanatê Kurdo
Helbestvan
bi gelemperî li jor  gilûgazinan ji dilbera xwe dike û bi wê re
dibêje:Min dilê xwe daye te û ez ji te hez dikim,min digot,belkî tu jî
ji min hez dikî  û te jî  dilê xwe daye min,lê xûya ye,tu ji min hez
nakî,lê ez çi bikim, dilê min  şêt û dîn e û  ewî ez berve te anîme,lê
tu ji min têgihîştî ku dil ne dost e,ew dijmin e? Erê,divê tu
bizanibî,eger peyvek ne ji dil de be,ewa zû aşkere dibe.
Dîlbera
min!Xanima min!Çima tu vê setem û zorê li min dikî?Ewa çi qenciyê ji te
re tîne,yanê eger tu rojekê ji min hez bikî û bi dilgermî û bi hêminî
katijmêrekê  li cem min bî,yanê wê çi bibe!!??

                 xxxxxxxxxxxx

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…