Ez û Keyoyê Cegerxwîn(1936 – 2020)

Konê Reş

  Di van derdû salên dawî de, bira, xwîşk, dê û zavayê min pey hev koça dawî kirin.. Herwiha dostên min î navdar û herî nêzîkî min; (Seîd Yûsif: 1947 – 2020) mîrê Bizqê, ew jî berî tam mehekê koça dawî kir..  Seîd Yûsifê ku dostaniya min wî ji sala 1978an destpê kir û me demên xweş bi hev re li Qamişlo û Beyrûtê derbas kirine.. Û wek ku hûn tev pê hisiyane, şevê din (Keyoyê Cegerxwîn: 1936 – 2020), ferxê Seydayê Cegerxwîn li Stockholmê koça dawî kir..   Nizanim çima qederê bela xwe firotiye min..?!

  Di van 30 salên dawî de dostaniyeke xurt di navbera min û Keyoyê
Cegerxwîn de hebû. Her ku dihat Qamişlo, em ji hev qut nedibûn; destpêkê
em diçûn ser gora bavê wî (Seydayê Cegerxwîn).. Gelekî guhdida gora
bavê xwe û dixwest ku di kêleka bavê xwe de were veşartin.. Ku hina
behsa hews û xaniyê bavê wî dikir, li wan vedigerand: “Mala Seyda, mala
tev kurda ye.. Ez qebûl nakim kes destê xwe deyne ser..” (Navê bavê xwe
hilnedida, digot: SEYDA). Di pey re, em bi hev re li Qamişlo digeriyan,
hin caran jî em diçûn Amûdê.. Herwiha jî gelek caran, me hev li Hewlêrê
didît û me sihbetên xweş bi heval û dostan re digerandin.. Nexasim di
festîvala Cegerxwîn de sala 2008an. Anku em bibûn wek du birayan..
Bêguman ev dostaniya min û Keyo, li wan serdanên min yên kevin vedigere,
dema ku Seydayê Cegerxwîn li Qamişlo bû û her pêlekî, ez diçûm serdana
wî.. Belê ew serdanên min, berî ku Cegerxwîn di sala 1979an de here
Swêdê..
  Cara paşî ku Keyoyê Cegerxwîn hat bajarê xwe Qamişlo sala 2017an bû. Hingî diz ketibûn mala wî de, tiştek têde nehiştibûn..
Di
van salên dawî de, huş û xeyalê Keyo tev li Qamişlo bû.. Her ku
bûyerek, qewamek li Qamişlo û Cizîrê diqewimî, ji min dipirsî.. Her ku
nasekî wî an kurdperwerekî nas miriba, dîrekt birûskek bi navê malbata
wî ji min re dişand, min jî digîhand xwediyan.. Dost û hevalên xwe jibîr
nedikir..
  Keyo di sala 1936an de li gundê (Hermê Şêxo), navbera
Qamişlo û Amûdê ji dayik bûye. Jiyanek penabirî bi bav û diya xwe re di
bajarê Amûdê û gelek gundên Cizîrê de derbas kiriye.. Ew nûxuriyê dayika
xwe ye, anku mezinê pênc keç û birakî ye.
  Di Tîrmeha 1979an de,
ciwanika Kurdperwer Nûvîn Harsan, Seydayê Cegerxwîn bi xwe re bir Swêdê.
Kurê wî Keyo jî di eynî sale de, pey çûna bavê xwe bi dor 3 heyvan çû
Swêdê û jiyana xwe, bi malbatî lê derbas dikir. Ta ku doh 26/03/2020 di
nexweşxaneyeke bajarê Stockholmê de, ji ber vîrûsa Coronayê canê xwe ji
dest da. Hêjaye gotinê ku Keyoyê Cegerxwîn ji xortaniya xwe ve bi
tevgera kurdî re bû.. Ta berî dor 25 salan jî berpirsê Partiya Pêşverû a
Kurdî bû li Ewropa.
  Ji van gotinên bavê wî (Seydayê Cegerxwîn), ku
di mirina kurê xwe yê biçûk (Xorşîd e) nizanim (Cemşîd e) gotiye,
xweştir nebînim ku ez di şîniya wî de jî dubare bikim. Hêjaye gotinê,
berî Kesra/ Keyo çêbibe, du kur bi nave Xorşîd û Cemşîd ji Seydayê
Cegerxwîn re çêbibûn û miribûn, ev helbest li ser yekî ji wa ye:

Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo!
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’ min dil bir carek mi j’ ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j’ te r’ nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’ min xeyîdye?
Te j’ min çidkir, carek mi j’ te r’ nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dil xwazê dîna wî?
Ahî dema destê wê l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?

Qamişlo 27/3/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…