Gulferheng (Blumenwörterbuch)

 ‘’Gulferheng’’ Sibeheke Kulîlkan e, Buhareke ji 1100 Rengan e..
Ji xwe Daner û Nivîskara wê Şîlan Doskî ye..
Gulferheng, Pertûkeke cuda û cêwaz e, ne mîna Dîwaneke Helbestan e lê belê Kulîlkên Helbest in.
Ev yekem car e Pertûkeke Kurdî ya wênedar ko 1100 Gul, Kulîlk û Riwekan dinimîne çap dibe.
Gulferheng, her Kulîlkê bi sê Wêneyan diyar dike, Navê Malbatê bi Kurdî û Latînî û Navê Kulîlkê bi Latînî, Kurdî û Elmanî nivîsandiye.
Ev Gulferheng ji bo Pertûkxaneya Kurdî û ji bo Şagirtên Zanîngeh û Dibistanan dê bibe lêvegereke pir giring, Şagirt û kesên hogirên Siriştê dê sûdeke mezin jê werbigirin.
Gulferheng, li Elmanyayê li Weşanxaneya Hodge, Adara 2020 hate çapkirin.
Riwek, Şînkayî û Kulîlk
Kulîlk û Şînkayî biwarekî taybet e, ne bi hêsanî Mirov dikare tê de noq bibe û ne karekî bêwestandin e. Dema Hevala min Şîlan Doskî hizira xwe li ser evê Mijarê ji min re got û çi di Serê wê de digere û wê çi Plan daye ber xwe bi rastî yekem car e bi evê hêz û wêrekiyê Jineke Kurd dixwaze xebateke wisa berfireh û giranbuha ji bo Miletê xwe bike dibînim.
Ev biwar gelekî kêm e, eger em bibêjin li nav Nivîskarên Kurd tune ye jî dirist e, dibe hin Dosyayên Riwekan hebin lê wekû Pertûk min bi xwe nedîtiye.
Riwek pareke girin e ji Siruştê ye, ew ciwaniya Zemînê dide û bihna Mirov fireh dike. Gul û Kulîlk bi Dev û Zimanan Rojane bilêv dibin, di Helbestên Helbestvanan bikar tên, û Stranbêj û Evîndar jî wan ji simbolên afrêneriya xwe dibînin.
Ev Demeke baş li Cîhana Kulîlkan dijîm, bi ser Nêrgizan de dizîvirim û bi Riwekan re digirnijim. Her Şev dibin Mêvanên min, Dema Şîlan Xan wan amade dike û bo min dişîne û li gora ked û westandina wê dizanim her Kulîlkekê çiqas li ser xwendiye û heta negihê sîsika Mijara wê, dest jê bernade.  
Ev nerîna min e jî, eger mirov jidil xebatê neke wê neserkeftî be. Lêgerîn û Jêder jî giring in, şopandina pêvajoya şînbûna Riwekê, vebûna Xuncan û bişkivîna Kulîlkan, Şîlan ev Karê ha ji xwe re Cîhaneke taybet bijartiye û tiştê ji wê tê dike. Bi Kamîreya xwe an jî bi vekolîn û lêgerînê, lê ji aliyê xwendinê ve û bi taybetî bi Zimanê Kurdî Rêyeke ne hêsan e.
Jêder nîn in û yên hene jî ne li ser pêzanînên Zanistî hatine amadekirin, dîsa jî ew Xebata xwe ya ber biçav dike nav Destê Xwendevanên Kurd lê çi Karê heye bê kêmasî jî nîn e. Em ne xwedan Welat in tako her tişt li ber Destê me hebe û piştgiriya me bibe.
Ev Xebateke xweberî ye, ji hezkirina Siriştê ye, ji hezkirina Xaka Welêt e, dema yek Rêya nivîsandinê bide ber xwe ew bi xwe jî tekoşîn e. Melevaniya Rawan di Hunera Jiyanê de ye.
Ka ew Rawanê ko dikare bi Şev û Roj an bi Meh û Salan li ber liv û tevgera Riwekê, çawa mezin dibe, çawa radibe serxwe û çawa Çavê xwe bi Jiyanê şad dike, êdî Saman û Deyaxeke bêsînor jê re divê û li vir bi Dilekî xweş û geşbîn li ber Xebateke giring bi rêz û rûmet dirawestim û aferîn ji xwedana evê westiyanê re dibêjim.
20.03.2020
Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...