Nûsîngeha silêmaniyê ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû kurdî li sûriya yobîla zêrîn sax dike

Nûsîngeha silêmaniyê ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû kurdî li sûriya yobîla zêrîn sax dike , û wê roja pêncşemmê ahengekê li darbixe li holî ûtêla (silêmanî palas) li herêma kurdistana îraq bi bîranîna damezrandina vê partiyê wek yekemîn rêxistina siyasî kurdî li sûriya , ku xebatkerên bin nav û deng (Ebdul Hemîd Derwîş , Osman Sebrî ,  Hemze Niwêran) di 14/6/1957 an de ew damezirandina û bernamê wê siyasî nivîsîne , û xebatek siyasî dike ji bo :
avakirina sazûmanek dîmoqratî li ser bingeha dadmendî û serbestî û wekheviyê , û ji bin rakirina pirojeyên regezperest û siyasatên şofînî ku li ser kurdan tê meşandin , û ji bo pêkanîna mafên netewî ji miletê kurd re li sûrî .
nûsîngeha silêmaniyê wê çend hevalên Kevin xelat bike ji yên ku li kurdistana îraq dimînin , û postirek bi vê derbarê belavkiriye , vaye em ji were dişînin ..
her sal miletê kurd dixweşiyê de be

jêder : nûsîngeha silêmaniyê ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû kurdî li sûriya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….