Ehmed Mustefa
Wax dunyayê te çi bi serê me kir?
Bo çi te felek li serê me rû reş kir?
اima te jiyana me bêçare kir?
Tev belav bûn bêkes û penaber kir?
Ax dunyayê tu yî jîna bêwefayê..
Te xezeba xwe bi ser dil da berdaye.
Ne gund û ne jî bajar û war maye..
Dijminê me wek mar û gur berdaye..
Te xezeba xwe bi ser dil da berdaye.
Ne gund û ne jî bajar û war maye..
Dijminê me wek mar û gur berdaye..
Ax dunyayê wax dunyayê
Te halê me xistîye belayê..
Ne bexçe maye û ne dar maye.
Ev çi xezeb hatoye serê me kurdan e..
اil milyon bi tenê bê xwedî mane..
Wekî me kes li jiyanê tune ye
Her di şer da em li cihê ziyanê ne..
Dil perçe ye welat jî ji xelkê ra ava ye..
6/3/20200
roj.ava211@gmail.com