Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo
Di demek pir kevin de cotariyek biçûk û belengaz li gundekî hebû,ewî sê şevan li serhev xewnek weha didît:Tîrêja rojê xwe davêje ser êşîka malê û êşîk jî pir ronahiyê dide,lewra jî cotarî diçe cem dadgirê bajêr ta ku ew ji wî re vê xewnê şirove bike.Cotarî xewna xwe ji dadgir re got,lê dadgir tavildanê têgihîşt ku zêr di êşîka xaniya cotarî de hene,ewî niyaz kir wan samanên buha ji xwe re bibe,lewra ewî bi cotarî re got:Tu zû vegere mala xwe,beriya ku mala we bi ser we de hildiweşe û divê hûn ji wê malê derkevin.
Cotarî bi reşbînî vegeriya mala xwe û xatirê xwe ji dirawsê ,mirov û xizmên xwe xwast û ew tev zarên xwe ji mala xwe derketin,ew ji mala xwe hîn pir dûr ne çûbûn,ew li ser rêkê pêrgî lawê cawbir hatin,lawê cawbir ji cotarî pirsî,hun ji mala xwe derketin?Cotarî got:Erê!Lawê cawbir bi cotarî re got:Tu zanî,dagir tu xopandî,lê eger tu ji kesên din re ne bêjî ,ezê xewna te şirove bikim.Cotarî soz daye lawê cawbir û ji wî re sond jî dixwe ku ew bi tu kesî din re nabêje,paşê cotarî bi lawê cawbir re got:Bêje lawê min, bêje!
Lawê cawbir got:Te sê şevan tim xewnek dîtiye,tîrêjên rojê xwe berdidin ser êşîka xaniya te û êşîka xaniyê te jî vedibriqe,tu zanî di êşîka mala te de samanek veşartî heye?Eger tu dixwazî ku ez ji te re rastiyê bêjim,divê tu vegerî mala xwe û xwe li cihekî veşêrî,eger êvar bû,tuyê bibînî ku dadgir dikeve mala te,ta ku ew samanên di mala te de bidize,lê divê tu gefguran bidî dagir û ji wî re weha jî bêje:Divê tu van zêran ji xwe re nebî yan jî ,ezê niha li vir te bikujim.Di vê tengasiyê de;dadgir wê pêniyarê li te bike û ji te re bêje:Ezê kûzek zêr bidim te, ta ku; tu wî di nav gel de ne cersînî û wî jî ne kujî.
Cotarî spasiya lawê cawbir kir û ew vegeriya mala xwe û xwe di bin selekê de veşart,êvar bû,cotarî dît ku reşantiyên sê mirovan ji dûr ve têtin xûyakirin û ew wirde,wirde xwe ji êşîkê ve nêzîk dikin û ew gihane wir.Cotarî ew naskirin,lê dadgir jî yekek ji wan hersê kesan bû û herduyên din jî berdestikên wî bûn,wan yekser êşîka xaniyê cotarî kolan û kûzên zêran ji wir derxistin,cotarî ji bin selekê derket û bi şur xwe ajot ser hersê dizan û bi wan re got:Ezê we bikujim û ewî yekser ji dadgir pirsî,jiyana te buha ye,lê zêr buha ne?
Dadgir lava ji cotarî kir,ku ew wî ne kuje û wî ne cersîne,hîn bi ser vê de jî dadgir bi cotarî re got:Eger tu ji min re bêjî kê xewna te ji te re şirove kiriye,ezê kûzek ji zêran bidim te.Cotarî di vir de devsist û jar bû û bi dadgir re got:Lawê cawbir xewna min şirove kiriye.
Di roja din de,dadgir kincên xwe bi xwe dirandin û ew çû cem cawbir û bi wî re got:Divê tu van kincan yekser ji min re bidrû û paşê wan bi lawê xwe re ji min re bişînî.Cawbir cilên dadgir dirûtin û ewî bi lawê xwe re got:Divê tu van cilan ji dadgir re bibî!Lawê cawbir bi bavê xwe re got:Ez lava ji te dikim ku tu min ne şînî cem wî,ji ber ku tuyê poşman bibî.Cawbir dîsan bi lawê xwe re got:Kurê min!Eger tu van kincan ji dadgir re ne bî,ewê li cem Padêşê pir vêbextiyên xerap li me bike û paşê emê di jiyaneke tirsdar de bijîn,lewra lawê cawbir neçar bû û kinc di dadgir re birin,ewa gihaye mala dadgir,lê dadgir yekser deriya mala xwe di pişt wî de girt û bi kêrek mezin xwe ajot ser lawê cawbir,ta ku wî şerjêke, dil û gurçikên wî bixwe ta ku ew jî mîna wî hişmend û bîrgeş bibe.
Lê beriya ku dadgir lawê cawbir şerjêke,dadgir dengê lêdana deriyê bihîst,ewî derî vekir û dît peyamnêrê Qerêl li pêş deriyê ye.Peyamnêr yekser bi dadgir re got:Qeral te dixwaze,ta ku tu xewna wî şirove bikî,dadgir kêrê dide dayika xwe û ji wê re dibêje:Divê tu lawê cawbir şerjêkî û dil û gurçikên wî ji min re bibrêjî,eger ez ji cem Qerêl vegerîm,ezê wan bixwim.
Dadgir gihaye cem Qerêl,Qerêl ji wî xwast ku ew xewna wî şirove bike,dadgir nikanîbû xewna wî şirove bikira,lewra ewî derewek li Qerêl kir û got:Min pirtûka şirovekirina xewnan li mal jibîrkiriye,divê ez niha yekser vegerim mala xwe û pirtûkê hûnim.
Em dîsan vegerin cem lawê cawbir,ew li ber dayika dadgir digere û lavan ji wê dike ku ewa wî şerjê neke û bi wê re dibêje:Eger tu min niha şerjê bikî,çi sud ji lawê te re heye?Ez niha lava ji te dikim ku tu niha min serbest berdî, ezê herim mîhekê bikirim û wê şerjê bikim û tu dikanî dil û gurçikên mîhê ji lawê xwe re bibrêjî û tuyê ji lawê xwe re bêjî,ev gurçik û dil yên lawê cawbir in û ewê ji te bawer bike.

Dayika dadgir pêşniyara lawê cawbir pejirand,lawê cawbir çû,dil û gorçikên mîhekê anîn û ewî bi xwe ji lawê jinikê re birajtin,durumek (Sendewîşek) ji dadgir re û yeke din jî ji dayika dadgir re amede kirin û paşê ew ji mala dadgir derket.Dadgir vegeriya mal û ji dayika xwe pirsî,te lawê cawbir şerjê kir?Dayikê got:Belê,vaye min durumek ji te re amede kiriye,tu wê bixwe!Dadgir duruma xwe xwar û ew yekser dîsan vegeriya cem Qeralê xwe û ewî xwast xewna Qerêl şirove bike,lê zimanê wî li hevgeriya û nikanîbû xewna Qerêl şirove bikira.Qeral dîsan ji wî bêhnteng bû,dadgir dîsan dubarek li Qerêl kir û got:Min vê carê jî pirtûka duhem ya ku xewnan şirove dike li mal jibîr kiriye,ez tikayê ji te dikim ku tu rêdanê bidî min ku ez dîsan vegerim mal û wê pirtûkê bi xwe re hûnim.Qeral bi qehir li wî vegerand:Tu here mal,lê tu zû vegere!Dadgir vegeriya mala xwe û bi dayika xwe re got:Me sud ji şerjêkirina lawê cawbir ne dît,eger ew niha xweş bûya,ewê çiqas sud li min bikira.
Dayika dadgir ji dadgir pirsî,nêrîna te çî ye ku ez lawê cawbir dîsan bi xweşî vegerînim,lê tuyê ziyanê bighînî wî,yan na? Dadgir ji dayika xwe re sond xwar û got:Ez ziyanê naghînim wî,lê lawê cawbir dengê wî bihîst û ewî yekser xwe li pêş dadgirî diyar kir,dadgir pir şahbû ku hîn cawbir xweş e û ewî yekser bi lawê cawbir re got:Tu bi xwedêkî xewna Qerêl ji min re şirove bike! Lawê cawbir got:Erê ,ezê xewna wî ji te re şirove bikim,lê tuyê şirovekirina min jibîr bikî,lewra jî;baştir e ku tu min di bin kurka (pardesona) xwe de veşêrî û min bi xwe re bibî cem Qerêl.Dadgir ji lawê cawbir bawer kir û ew bi rastîn bi xwe re bir cem Qerêl.
Qerêl ji dadgir pirsî,te pirtûka duhem bi xwe re anî?Dadgir gote wî: Erê,Qerêl bi dadgir re got:Destpê bike û xewna min şirove bike!Dadgir bi destên xwe di bin pardesonê de ji cawbir re got:Tu niha alîkariya min bike,lê di vê kêlîkê de Qeral bi dadgir hesiya û ewî tavildanê ji dadgir pirsî,kî ye ew kesê di bin pardesona te de ye ?Dadgir nizanîbû çi ji Qerêl re bêje,lê lawê cawbir yekser ji bin pardesona dadgir derket û ji Qerêl re got:Ezbenî!Eger dadgir nikane xewna te şirove bike,lê ez lava ji te dikim ku tu rêdanê bidî min û ezê vê xewna te şirove bikim.Qerêl bi lawê cawbir re got:Erê,tu xewna min şirove bike!Lawê cawbir xewna Qerêl şirove kir û got:Qeralê gewre !Te dît ku tu li ser textê qeraltiyê rûnîştîbû,di destek te de fîncana qehwê bû û di destê din de gurzek gul bû û te ji nûşkava dît ku (39) tebsî ketin ser erdê û paşê segek hat hemû tebsî alastin,di pişt re ew di ber te de hat,lê tu ji seg tirsiya û fîncana qehwê û gurza gulan ji destên te ketin xwarê,ma ne rast e,Qeralê min?Qerêl got:Peyvên te sedî ji sedî rast in,lawê cawbir hîn berdewam kir û got:Divê em niha bi hev re herin nav zeviya te,ta ku ez xewna te li pêş Xatona te şirove bikim,lê divê tu zebeşekê ji bo xwarinê ji me re amede bikî.
Ew hemû çûn nava zeviyê û ew li derdora xwarinê rûniştin,li wir(39) berdestikan xizmet Xatonê dikirin,lawê cawbir şur ji Qerêl xwast ta ku ew zebeşê bibire,ewî zebeş parve(42)kakilan kir û(39)kakil dane berdestikan,kakilek daye Qerêl,yek jî daye Xatonê û kakilek ji xwe re bir,piştî ku hemûyan zebeş xwarin,lawê cawbir şûrê Qerêl veşart,lê Qerêl şûrê xwe ji lawê cawbir xwest,lawê cawbir got:Ez nizanim şûrê te li kû ye,belkî ewa hatiye dizîn,Qerêl dîsan got:Ez şûrê xwe ji te dixwazim,ezê çawa şûrê xwe bibînim?Lawê cawbir gote Qeralê xwe:Divê hemû gêrfan (Berîk) û paşelên kesên li vir werin pelandin û sekirin,di vê sekirin û pelandinê de diyar bû,ku berdestikek ji wan berdestikan ne jin bû,lê ew mêr bû,di encamê de,cawbir bi Qerêl re got:Ev e şirovekirina xewna te .
Piştî vê,Qerêl fermana xwe derxist ku divê deq di stuyên Xaton û hemû berdestikên wê de werin kutan,li vir Qeral,lawê cawbir begem kir(Eciband) ) û bi wî re got:Ez dixwazim te bikim dadgir,lawê cawbir bi Qerêl re got:Ez pêşniyara te dipejirînim,lê divê tu çavên min kor bikî ta ku ez di demên dadgehkirinan de,dewlemendan,hecaran,xizm û dostên xwe ne bînim û biryarên xwe bi dadmendî dermafên wan de bistînim.
Qeral ji pêşniyara lawê cawbir matmayî dimîne,lê ewî bi rastî çavên cawbir kor kirin û cawbir bûye dadgir,lê ji ber ku cawbir dadmend û dilsoz bû, Xwedê xwest dilovaniya xwe li wî bike,lewra ewî Cebra-îl şand cem lawê cawbirê dadgir ta ku ew dîsan ronahiyên çavên wî li wî vegerîne.
Cebra-îl bi kincên mêran li qantirekê sîwarbû û ew çû ta ew gihaye cem pîrekê,pîrê pêşwaziya Cebra-îl baş kir,lê di vê rojê de,çêla pîrê golikek anî bû,pîrê qantirê mîvanê xwe (Cebra-îl ) li rex çêla xwe girêda,li vir çêlê ne dihêşt ku golik şîr ji memkên wê bimêje,lê qantirê Cebra-îl xwe nêzîkî golikê kir û xwest bi wê re bilîze,pîrê ev dîdema didît,ewa pir matmayî dimîne, bang dike û dibêje:Ax!AX ! Ev golika ya çêla min e,lê Cebra-îl li pîrê vegerand û got:Na!Ev golka ya qantirê min e,li vir danûstandin di navbera herduyan de germ bû,ew herdu neçarbûn herin cem dadgir(Lawê cawbir)
Pîrê bi dadgir re got:Çêla min îro golikek aniye,lê çêlê ne hêşt ku golik şîr ji wê vexwe,ji ber vê jî min dît qantirê mîvanê min golik hembêz kir,vêca ev golika ya kê ye,ewa ya min e,lê ewa ya mîvanê min e? Dadgir weha got:Dapîra min! Ew mîvanê te Cebra-îl bû,ewî ne hêşt ku çêla te şîra xwe bide golikê,pîrê keserên kûr kişandin û gote dadgir:Ax kurê min,çawa min Cebra-îl bi xwedît!!!
Li vir Cebra-îl dît ku hişê dadgir(Cawbir) pir baş e,lewra ew ronhiyên çavên dadgir dîsan li wî vedigerîne û ew bi çovê xwe li golikê dixîne,golik dîsan diçe cem dayika xwe,paşê Cebra-îl xatirê xwe ji herduyan dixwaze û bi dadgir re dibêje:Bi rastî tu dadmend û dilsoz î û ew pir bi dilşadî vedigere mala xwe û lawê cawbir jî dîsan dimîne dadgir û hemû biryar û fermanên wî herdem dadmed dibin.
xxxxxxxxxxxxxx
Em çi kanin ji vê çêrokê têbighînin ?
——————————————
Wek me dît ku di vê çîroka efsaneyê de jî mîna hemû efsanyên kurdî û cîhanî fantazî pir in,lê hin fantazî hene,mirov dikane sûdan ji wan bibîne û hin jî hene bê çêş û bê sud in.
Di vê çîrokê de cotarî gelek nezan e,lê dadgir pir zane ye,lê ew ne dilovan e,xapînok û derewçîn e,ewî di destpêkê de derewek mezin li cotarî kir, hebûna zêran di êşîka mala cotarî de aşkere ne kir,ta ku ew zêran ji xw re bidize,lê lawê cawbir cotarî weha şîret kir:Tu zû vegere mala xwe, zêr di mala te de hene, eger dadgir hat mala te,tu ji wî re bêje:Ezê te bikujim,ewê pir ji te bitirse û bi te re bêje:Min ne kuje û min ne cersîne ,ezê du kûz zêr bidim te, dadgir bi rastîn tête mala cotarî û ew û bi cotarî re dibêje:Min ne kuje,ezê du kûz zêr bidim te,cotarî ji tirsan re razî dibe,di vir de dadgir şehreza ye û ewî bawer kir ku cotarî bêçare ye, ew nikane berevaniya xwe û samanên xwe bike,lewra,ewî yekser ji cotarî pirsî,kê xewna te,ji te re şirove kiriye? Ji min re bêje!Ezê kûzek din ji zêran bidim te,cotarî nezan e,ew yekser ji dadgirê diz re dibêje:Lawê cawbir.
Dadgir bi samanên pir vedigere mala xwe û cotarî jî li mala xwe dimîne.Dadgir ne tenê diz e,lê ew bi ser vê de jî hîn xwînvexwar e,me dît çawa ew bi dayika xwe re dibêje:Tu lawê cawbir şerjêke û ezê dil û gurçikên wî bixwim ta ku ez jî mîna cawbir zanibim xewnan şirove bikim.Erê me got: Ew zane ye,lê ewqas jî ew nezan e,çimkî;ew bawer dike ku ew dil û gurçkên lawê cawbir bixwe,ewê jî mîna wî kanibe xewnan şirove bike û berîkên gêrfanên xelkê vala bike,lê li vir lawê cawbir bextewar dibe, ew netê şerjêkirin.
Lê di vir de em dibînin ku dayika dadgir dilovan û mirovperwer bû,ewê lawê cawbir şerjênekir,lawê xwe xopand,dil û gorçkên mêhekê li dewsên wan ji lawê xwe re birajt,lê wek me dît dadgir dîsan nikanîbû xewnên Qerêl şirove bikira,li vir; dayika dadgir eşkere kir ku lawê cawbir hîn xweş e,dadgir ew di bin pardesonê xwe de veşart û ew bi hev re vegerîn cem Qerêl û lawê cawbir xewna Şah(Qeral) şirove kir, lewra Şah ,lawê cawbir kir dadgir,lê lawê cawbir pir bawermend û fenatîk bû,li gor daxwaza wî,Şah çavên wî kor kirin,ta ku ew di dadgehê de bê layan be,lê dawiyê Cebra-îl dibîne ku lawê cawbir dadgirek dadmend e,ew dîsan wî bi çav dike.Li dawiyê ji me re xûya dibe ku dayika dadgirê diz û lawê cawbirê dadgir gelek dilovan ,paqij ,mirovperwer û Xwedabawer in.
Emê dîsan li dawiyê ji xwendevan û lêkolîneran pirs bikin; ma gelo, nirînên we li ser baweriyên me cuda hene?
————————————-