Ehmed Mustefa
Efrînê bajarê dildar e
Cihê zana û xwendevan e
Bê te jiyan perçe bûye
Tu hebî hêvî namirin
[Tu hebî bo te dil şa dibe]
Tu buheşt î tu ne wêran î
Xort û keçên te evîndar in
Armanca wan li wir jiyan e
Tu nebî , bê te winda ne
Xort û keçên te evîndar in
Armanca wan li wir jiyan e
Tu nebî , bê te winda ne
Zimanê te xweş giyan e
Axa te zêr û zîv û hesin e
Cinet bê te dojehe ne jîn e
Bê te hêvî û evîn birîn e
Sal zû çûn em pîr kal bûn
Jîna me tev da bi xûn bû
Sosin û gul çelmisîne
Bê te jiyan reş û tarî bûye
28/02/2020
roj.ava2011@