LI WIRIM

 M. Bengo

Ez li wirim
Di buxçika xwe de
Min hêstrên we tevan
Hilgirtine

Li ber pala Şermola
Raboriyan birevdikim
Û hinek xewnên sêwî
Dilorînim
Ez li wirim
Li çîrokên bêdengiyê
Guhdarîdikim
Kolan bi kolan
Şevbuhêrkên we
Dişopînim
Di çavên we de
Digrîm
Têkçûnên me
Dihejmêrim
Li wirim
Ji pêşwaziya we re
Bejna xwe radixim
De werin
27 ê  heyva şeşa ye
Da hûn destek xwîn
Ji dilê min jî
Bi gulê  xwere
Li ber kêlên wan
Biçînin .

HEMBER  MIN  RÛNÊ  CANÊ
 
Lehya hêrsan
Di  gola   bêdengiya  min  de
Hilnayê .
Lehya  hêsran
Di  gola  arama  min  de
Hilnayê .
Lehya  evînê 
Di  gola  dilê  min  de 
Hilnayê  .
Tenê  hember  min  rûnê ,
Ezê  rawestgehan 
Ji  kerwanê  evîna  te re 
Bi  afirînim .
Tenê  hember  min  rûnê ,
Bela  tenahî 
Min  û  te 
Bi  keskesoran  bipêçe .
Bela  awirên  te 
Bê  sînor
Di  canê  min de
Bi bişkivin   .
Bela  şalûl  û  bilbil
Stiranekê  ji  himêzkirina
Min  û  te re  bistirên  .
Tenê  hember  min  rûnê ,
Kêlîkekê  ji  demê ,
Perçake  ezman  û  xak  ,
Ezê  bidizim 
Da  ku  perestgeha  evîna  xwe 
Bikim  şaneşîn ,
Û  te  têde  bikim  padîşah
Da  ku  hember  min 
Tu  rûnê   û  rûnê  .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…