Lê li gor nirîna me Zembîlfiroş lawê malbeteke belengaz e,lewra jî emê li ser Zembîlfiroşê hejar bi kinebirî rawestin.
xxxxxxxxxxxxx
Navê Zembîlfiroş Bînamîn bû,ew jinkirî bû,heft zaroyên wan hebûn,ew belengaz bû,lewra ewî selek(Zembîl)çêdikirin û ew li bajêr difrotin.Rojekê ji rojan,jina Mîr di koşka xwe de Zembîlfiroş li kolanê dibîne,ewa tavildanê ji wî hez dike,di pişt re ewê yekser bi berdestika xwe re got:Here Zembîlfiroş hûne cem min!Berdestik diçe cem wî û bi wî re dibêje:Xortê ciwan Zembîlfiroş! Tu xortekî ciwan î,Mîrê me dixwaze te bibîne,lê Zembîlfiroş bi berdestikê re got:Berdestika narîn!Min bihîstiye ku Mîr ne li mal e,çawa ewê zembîlan ji min bikire?Berdestikê dîsan li wî vegerand û got:Xortê belengaz!Hemû zembîlên xwe bi xwe re bibe û temenên wan binerxîne!Dê Mîr pir peran bide te.
Zembîlfiroş kete hundir û silav daye xanima Mîr,lê xanima Mîr pir bi germî silavê li Zembîlfiroş vedigerîne û bi wî re dibêje:Ez bi hatina te,xwe bextewar dibînim.
Zembîlfiroş têgihîşt ku xanima Mîr zembîlan nakire,lê herdem hişê wî li ser zarokên xwe ye,ew zane ku zarokên wî birçî li çavnirîna bavê xwe ne,lê xanima Mîr jî ew pir begem kiriye,çavên xwe ji wî nabire û herdem li wî dinêre û xwe dilxweş dike.
Zembîlfiroş bi wê re got:Xanima giranbuha!Zembîlan ji min zû bikire!Divê ez zû jî vegerim mala xwe,xanimê li Zembîlfiroş vegerand û got:Min ne ji bo kirîna zembîlan tu vexwedî cem xwe kiriye,lê ta ku tu bi hezkirin min ramusî.
Zembîlfiroş li wê vegerand û got:Tu peyvên vala neke û nehêle ku ez gunekariyê bikim! Li wê cîhanê dadgeha dijwar heye.
Xanima Mîr naxwaze gotinên Zembîlfiroş bibhîse û ewa bi ser vê de jî bi wî re dibêje:Tu were di nivîna min danîşe û qalona şalyêr ji xwe re bikşîne! Roja cîhana din hîn dûr e û were em hin peyvên xweş bi hev re bikin!Cîhana me ji cîhana din xweştir e.
Zembîlfiroş bersiva wê weha dide û dibêje:Mîra min,stu mermerê!Ma çêdibe ku rebenek mîna min were ser nivîna Mîr û qalona şalyêr jî ji xwe re vêxe?
Xanima Mîr gotinên Zembîlfiroş dîsan begem nekir û bi wî re got:Ev peyvên te pûç in,were bi min dilşad bibe!Cîhana din hîn dûr e,tu tirsonek î û ez îro te bernadim.Zembîlfiroş hêdî,hêdî sernerm dibe û jina Mîr bi berdestikên xwe re dibêje:Werin stranên şahiyê bêjin!Zembîlfiroş razî dibe û ewî jî cîhana din ango; buhuş û dojeh jibîrkir.
Zembîlfiroş dibîne ku ewa berê bi tenê bû,lê niha 40 berdestik hene, lewra ew nizane çi bike!Ew lava ji xanima Mîr dike ku berdestikek misîna avê ji wî re hûne ,ta ku ew here ser baniya xaniya koşkê û li wir avdas û limêja xwe bike.
Zembîlfiroş dere ser baniya koşkê,lê ew li wir avdas nake,ew dixwaze xwe ji ser baniya koşkê de bavêje erdê,ew li jor û li jêr dinêre, lê ew li wir pir ditrse, ew rûnişt û dagrî û bang li Xwedê kir û got:Xweda !Tu her tiştî kanî bikî,tu li vê cîhanê yê herî mezn î,min ji vê astengiyê û babeletê rizgar bike!Ez zanim gava kurm ketin laşê Eyob,te ew rizgar kir û gava tofan li cîhanê çê bû,te Nuh li keştê kir û gihande çiyayê Cûdî û te ew ji mirinê rizgar kir,lewra jî ez lava ji te dikim ku tu min jî,ji êş û derdan rizgar bikî û ezê herdem ji te re bibim kole.
Xwedê fermanê dide firişteyê xwe Cibra-îl û bi wî re dibêje:Tu vî mirovî(Zembîlfiroş)bavêje ser erdê û wî mêşîne.Cebra-îl pir bi lez Zembîlfiroş ji baniya keşkê avête erdê û ew li ser herdu lingan bê êş rawestand.
Zembîlfiroş vedigere mala xwe,jina wî (Elê) gil û gazinc ji wî kirin û ji wî dipirse,te çi xwarin û vexwarin ji heft zaroyên xwe re anîne?Zembîlfiroş got:Ez li cem Mîr bûm,ewî zembîlên min bi zorê ji min istandin,lê tu rabe ji min re êgir vêxe û qazikê deyne ser êgir,belkî Xwedê xwarinê ji zarokên me re bişîne,Xwedê dilovaniyê li belengazan dike û agir jî bi dilê min ketiye,lê tu hîn ji bo zembîlên xwe bêzar î !!
Zembîlfiroş dîsan ji malê derket û ew dighîne bajarekî din,ew li wir dibîne ku av li malan belav dibe,ew jî du qadosên avê bi çovekî ve girê dide û ew dere ser kaniyê ku avê ji xwe re bibe û ew jî mîna kesên din avê bifroşe,lê ew dîsan li ser kaniyê pêrgî xanima Mîr dibe,Xanim ji wî re dibêje:Rêdanê bide min ku ez carekê ji dil de te maç bikim û paşê ezê herim,lê Zembîlfiroş daxwaza wê ne pejirand û bi wê re got:Ev guneh e,ez bawermend im.Dîsan xanimê bi wî re got:Ez dibêjim ev ne gunehkarî ye û min mala xwe berdaye û tu hîn ji min redibêjî:Ramusanek gunehkarî ye !
Lê Zembîlfiroş çû û carek din li xanima Mîr venegerî,piştî demekê ; xanim bawer dike ku Zembîlfiroş xwe dîsan ji ser baniya koşkê avêtiye ser erdê û ew winda bûye.Xanima Mîr jî dere ser kelhê û xwe ji jor de davêje ser erdê,lê ewa namre, li jêr mala Zembîlfiroş dibîne û ew dere dikeve nivîna Zembîlfiroş,lê ewa xwe jibîrve dike ku xilxalan ji lingên xwe derxîne,xilxalên lingên xanima Mîr di nivînê de dighînin lingên Zembîlfiroş û ew di ber xwe da dibêje:Xilxalên jina min tune ne,ew yekser ji nav nivînê radibe û direve.
Lê gava jina Mîr ji hundir derdikeve,jina Zembîlfiroş wê dibîne,nifiran li wê dike û ji wê re dibêje:Tu çima çûye cem mêrê min?Xanima Mîr bersiva xwe weha dide:Zêrên min têra jiyana heft zaroyên te û bavê te dikin.
Piştî van hemû bûyerên hevdij û nirînên cuda di navberên Zembîlfiroş û jina Mîr de,li dawiya dawiyê;evînê zora Zembîlfiroş dibe û ew jina Mîr radimûse,lê ew herdu bi hev re li ser kaniyê dimrin,milet tête ser wan û qubekê li ser gornên herduyan çê dikin.
xxxxxxxxxxx
Em çi ji hemû aliyên vê destanê têdighînin ?
——————————-
Em ji hevpeyvînên Zembîlfiroş û xanima Mîr hin encamên têkel dibînin,Zembîlfiroş di destpêkê de xwe pir bi zanistiya sincî,civakî û olî ve girê dide,ewî di pêşî de pir berxwedaye ku ew nebe yexsîr û dîlê peyvên xanima Mîr,ewî bi wê re raste,rast bi vê wateyê gotiye:Li cîhana din,dadgeh heye,dujeh û buhuşt hene,ez naxwazim herim nav êgir,lewra jî ew bi peyvên jina Mîr ne hate xopandin .
lêkolîner Museliyan nivisiye:1-Ev destana di serdema derebegiyê de û desthilatiya ola îslamî de hatiyê zayînê,lê di rastiyê de destan bi tomî ne olî ye,lê em kanin bêjin ku hin nirînên qhremanê destanê olperestî ne.
2-Zembîlfirşê belengaz li hember peyvên rakêşandî yên jina Mîr ne hatiye xopandin.3-Di destanê de du cîhanên cuda hene1-Cîhana hecaran. 2-Cîhana dewlemendan.
lê em nikanin di vir de hemû baweriyên lêkolîner Museliyan li ser qehremênê destanê bi çavên zanistî bipejrînin,lê xêre?Erê Zembîlfiroş belengaz,cevakêş û oldar bû,ew ji bo xwedîkirina zarokên xwe diçû bajaran û zembîlên xwe difrotin,ewî di destpêkê de bi gotinên xweşik û evînî ji aliyê xanima Mîr de ne hatiye xopandin .
Ew ji Xweda û dojehê gelek tirsiya ye,lê li dawiyê;vîna Zembîlfiroş li hember hêza hezkirina jina Mîr pir jar dibe û ew jin û zarokên xwe jî ,ji jina Mîr re dike qurban û xwe radestî evînê dike,lewra jî em nikanin bêjin ku Zembîlfiroş ta dawiya jiyana xwe bi hevser û zaroyên xwe re rastgo bû.
Erê,Jina Mîr têkoşîna xwe bi pêdarî ji bo evîna xwe kiriye,lê xêre Zembîlfiroş jî nikanîbû têkoşîna xwe ji bo Xwedê û buhuştê berdewam bikira?!! Xêre heft zarok û jina xwe kirin qurbana jineke mêrkirî?!!
Lê li aliyê din Xanima Mîr jî mêrê xwe xopandiye û namûsa xwe kiriye rajeya dilê xwe,ango;herduyan Xweda û namus jibîrkirin.
Em dixwazin hîn li ser vê rûdawa civakî hîn kurtir û li gor nirînên zanistî û pêşketî rawestin û bi vê pirsê destpê bikin.Çima jina Mîr ji Zembîlfiroş hezkir,ma gelo ewê berê ji mere xwe heznedikir!??
Me berê gotiye ku ev destana di serdema derebegiyê de ji aliyê gel de hatiye hûnadin û wek em zanin di dîroka civaknasiyê de zelal hatiye gotin ku di civaka derebegiyê de du çînên serekîn hebûn:1-Çîna derebegiyê û ewa jî serdest e.2-Çîna hejaran û ewa jî bindest e.Lê xalek hevbeş di navberên herdu çînan de heye,ewa jî şûnketina civakî ye.
Li gor van nirînên jor,pirsek giring û balkêş xwe derdixîne holê,ma gelo jina Mîr bi dilê xwe Mîr biriye? Wek em zanin di civaka derebegiyê de rêzgirtin ji nirîna keç û jinan re tune bû û hin caran nirînên xortan jî binpê dibûn,lewra pirên keçên civaka şûnketî bê vîn û hezkirin mêr dikirin û bi ser vê de jî mêran kanîn sê û çar jinan bibin,lewra em texmîn dikin ku jina Mîr ne bi dilê xwe bi Mîr re zewiciye,lewra jî çavên wê herdem li derva bûne,li aliyê din jî em nizanin ku Mîr ta kîjan radeyê ji jina xwe re dilsoz û rastgo bûye? ! Dêmek tunebûna nirîna azad û hezkirina serbest dibin sedemên bingehîn ji rûdanên şaşiyên mezin û kujer re.
Lê mixabin ta niha jî Zmbîlfiroş û jina Mîr di civakên şûndamayî de pir in !