ŞAHMARAN

Werger ji erebî
Keko Xanimê

Ji evsaneyên kurdî.
Ji mêj ve û ta roja îro malên kurda dihatin xemilandin bi vê tabloya li ser cêw û kêm mal jê bêpar diman, bi tevnek bedew û lihevhatî ev mêmar dihat neqişandin û daleqandin, ew Şaha maran “Şahmaran” bû.
Vêca çi çîroka wê ye??
Ew keçek e pir bedew û xwdîyê dilekî nazik û çakrewişt bû, lê ji alîyê gundîyan ve bêbextî lê hat kirin, vêca terqîya û bi çolan ket û ji ber wê sitmkarîyê xwe binerd kir da ku ji zordarîya mirovan xwe biparêze, lewra di şikeftan da tevlî jiyana maran bû û bi wan re jiyan kir.

Ew civaka wê ya nû pir cindî, diltenik û rêzdar bûn, weha jiyanek aram, wekhevî û dilsozî bi wan re dibûrand. Vêca piştî demekê nîvê beşê gewdê wê yê xwarî bedew bi gewdê mar hat guherandin lê beşê gewdê wê yê jor ma yê mirovan wekî berê.
Lê mabû wek mirovên xwedî hestên dilpak û hezkirê qencî û başiyan, vêca carcaran serdana hejar û belengazan dikir û li wan xwedî derdiket û carina perçeyên zêr jî diyarî wan dikir.
Evsane dibêje ku ji malbateke xêzan xortek jê re digotin “Canşap” ku wî û du hevalên xwe ji darvanîyê û êzingan gepa nanê xwe derdixistin hebû û hersê rojekê ji rojan rastî bîreke tijî hingiv rast hatin, vêcac ji bo sûdwergirtinê dest bi firotinê kirin û Canşap ew bû yê ku dadiket bîrê da ku hingiv derxîne, lê dema bîr ji hingiv çikandin, hevalê wî yên çavbirçî, bêbextî lê kirin û ew di binê bîrê da hiştin û jê gerîyan.
Vêca di binê wê bîra reş û tarî da Canşap bê hêvî dest li hawîrdora xwe pelandin û liber xwe dida da ku xwe rizgar bike, lê polîpoşman dima, lê di wê keftleftê da çavê wî li kulekekê ket û bi kêrika xwe hinohino ew kulek fireh kir û paş kêferatekê derbasî cihekî firehtir bû lê ji westanê ket û ji ser hişê xwe jî çû, piştî demekê li ser fişefişa maran hişyar bû û xwe dît ku bi maran hatîye dorpêç kirin, “Şahmaran” pê ve tê û dikevin danûstandinan, vêca hrdûkan gilî û gazinên bêbextîya ku li wan bûye kirin û bilandin û pişt re Şahmaran ew agadar kir ku ew ê wî reha bike lê bi mercê ku ew raza veşartgeha wê heta hetayê ji kesî ra eşkere neke ji xwe xort pejirand û soz dayê, vêca Şahmaran têra wî dirav jî danê piştî ew ji bîrê jî reha kir.
Xort vedgere gundê xwe û jiyana xwe yî rewa didomîne.
Sal derbas dibin şahê welêt nexweşîyek giran lê peyda dibe û nojdar ji bo dermankirinê bê çare dimînin.
Vê paşê li ber guhê xort dikeve ku bijîşkekî dermanek guncaw ji wê êşê ra nîşan kirî ye ew jî xwarina goştê Şahmaranê ye, lê xwe bê deng hişt û ji bo soza xwe ew raz eşker nekir.
Û ji bo bi ser veşartgeha wê vebin, vêca li kesê ku hevdîtina wê kiribe geriyan, û xwedêgiravî yê ku ew dîtibe çermê wî belek dibe, vêca pêwanên şahê welêt dest bi lêgrînê di nav milet de kirin ta ku karîbûn bi ser çermê laşê Canşap ve bibin yê ku dawîyê ji ber gefan û eşkenceyan pejirand û erê kir û li cihê veşartina wê mukur hat.
Canşap bi hogirîya pêwanan berê xwe dan bîrê û dema gihiştin wir, Şahmaran Şaha maran li hêvîya wan bû û got: Ez piştrast bûm ji hatina te Canşap û min dizanî bû ku tu yê raza cihê veşartina min eşker bike, lê tev wê jî min alîkarîya te kir û min tu ji bîrê reha kir, belê Canşap ev ew e bêbextîtîya malik wêran.. ji nûv re dîsa xwe dûbare dike û mixabin wê ji ser riwê vê zemînê tucarî nebedî nebe jî!!..
Peyayên dewletê yekser dane ser û rabûn ew kuştin û cendekê wê birin ji yê desthiltdar re vêca bi xwarina goştê wê di cî da tenduristîya wî lê vegerîya û saxlem bû.
Hê jî mar li hêvîya vegra Şahmarê ne û li ser kuştina wê tu tiştî nizanin û ji wan werê ku hê jî li darê dinê ye.
Evsaneya Şaha maran çîvanokeke sembolîk e û watedar e çi bi reşî an bi xweşî be di hest û derûnîya mirovan da. Çîvanoka dilsozî û dilpakîyê ji alîkî ve û bîbextî û rûreşîyê di nav mirovan da ji alîkî din va ye.

Werger ji erebî
Keko Xanimê
01.01.2020
Keko3osman@gmail.com

#للقصة روايات كثيرة، وهذه أقرب للمنطق وتقبل العقل.
#جرت أحداث القصة في الجغرافية الكُردية (منطقة Tersûs قرب مدينة Mêrsîn الحالية) في عهد الميتانيين، كما تتحدث بعض المصادر والروايات.
#نشرت القصة بعد إعادة الصياغة والتنقيح والتنسيق.
#المصادر:
* ويكيبيديا.
* ترجمة عن النص التركي – موقع SDN التركي.
* صفحة الصديقة روز حسو.
#ملاحظة: تجنبا للخيانة والسرقة فإن مشاركة المنشور فضيلة، والاشارة إلى مصدره أمانة.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...