Kurd di bazarên cîhanê de.

Mizgîn Hesko

Bê guman dixwazim ku ji were bibêjim ka duh çi çêbû, û xweş dizanim ku tiştê çêbû, êdî rastiyeke
mîna mirinê ye weha tehl e, lê dimîne rastî.
Ji mêj ve , li ser maseyên dagirtî piyalên Vodka û Wîskiyê ….kurd dihatin firotin….ev bi erêniya cîhanê bigiştî dibû, ji ber ku bêdengiya cîhanê şêweyeke din ji erêniyê  bûn.
Kurdên rojavayê Kurdistanê bêhtirî yazdeh hezar ji baştirîn ciwanên xwe di şerê li dij terorê terxan kiribûn.

Û duh , teror, bi şax û şanên xwe ,bi serketin, bi behaneyên cuda û qels derbasî xaka me bûn û li wir xwe bi cî kirin, di incamê de xwediyên xakê ên dîrokî û rast li tûjî penaberiyeke bê ser û ber bûn.
Mixabin, tevî wê felaket û tiracîdiya ku bi ser me de hatî, hîn em nikarin li hev bikin û yekrêziya xwe saz bikin.

Êdî şerm e, ji xwîna zelal a wan pakrewanan şerm bikin û hew hev bi xiyanetê tometbar bikin, me  mala bavê hev şewitand.
Dibe ku hinan û ji ber qezencên biçûk alîkariya dujmin kiribe, lê ew naskirîne û dimînin mîna qezencên ku bi destxistine biçûk, lê pilana ku bû, ji me û wan, ji serok û rêberan mestir bû.

Di dema komara Mihabadê de , dîsan pilan li ser serê kurdan hebûn û komar têk birin, di dema şoreşa Barzaniyê nemir de, dîsan wan dewlet bi fen û fûtên xew , bi pilanên xwe ên qirêj şoreşa êlûnê têk birin, di dema qirkirina kurdên êzdî de, cîhanê, Amerîkayê dikarî bû rê li wan teroristan bigre lê nekir…me tevan bi çavên serê xwe dît çawa di dema pêkanîna şert û mercên dewlet bûnê , di dema refrandumê çawa wan rê li ber ragihandina dewleta kurdî, li ber xewna me girtin.

Pilan her ew pilan e, a ku duh çêbû,,,,bitenê dîmenek ji heman pilanan bû, û min bixwe pirê caran gotiye ku kurd û di terezewa navdewletî de, hîn pêlîstok in û ne leystikvan in, na ne ku kurd bikêrî yariyan nayên,,,,lê hîn û bi hewldanên dujmin, dagîrkerên kurdistanê û bi piştevaniya hikûmatên mafiyayê , hîn dikarin me her gav me vemirînin û me bighînin radeya ku em li iblîsan vegerin,,,,ma ev ne rast e…….?

Êdî bese hev tawanbar nekin.
Me kurdan hîn dewlet nîne, ji lewra tu kes hesaban ji me nake, û dê dujimin her wisa bîne serê me da em jihevketî bin û bi şerên birakujî ve mijûl bin û wan jibîr bikin, tekez pir reng ji şerê birakujiyê re hene. Û yek ji wan rengan şerê di medya sosiyal de.
Belê a ku bû, ku me dewlet nîne, hîn kurd hejar û sêwî ne, îro mirovanî miriye, ji hejar û sêwiyan re dost nîn in.

A ku çêbû, ku bi pilan herêmên me hatin valakirin, xort û keçên me li ber dergehên Reqayê, Dêra zorê, di ber cîhanê de hatin kuştin , qirkirin.
Di dema ku keçên xelkê di zanîngehan de bûn, li fitness û korsên Yugayê bûn, li ber deryayan xwe didan rokê û cilê pêşmerge û YPJ ji xwe dixistin mîna modêlên salê. Belê di heman demê de, keç û zeriyên me, bê xew, bê şoştin, birçî û tî di çeperan de bûn û bervaniya wan dikirin.
Di dema ku xortên xelkê di berê yarikên xwe de bûn, li Dîskoyan û ciyên dansê bûn,li ciyê Boksînk û li ber matşên gokê bûn, li solariyomê bûn..di heman demê de li rojava û li başûr xortên kurd di tariya şikeftan de bûn, bê nan û av bervaniya wan dikirin.

 Di dema ku cîhanê bigiştî bi xweşiyên xwe ve girêdayê bûn, keç û zeriyên me ên boz û qemer, xort û ciwanên me ên çeleng û xweşkok di himêza iblîs û dêwan de bûn,,,,bervanî diber cîhanê de dikirin … li wir govenda azdiyê û mirovaniyê li dar dixistin.
Êdî bes e, ev çi derewe
Ma hûn ji vexwarina xwîna me têr nabin, û em ji herikîna xwîna xwe a ciwan fêr nabin.

Tekez, pirojeya jihevxistina kurdan ji mêj ve hatiye danîn.
Kîna berê ye, li ber dergehên kurdan û Impratoriyên wan pir xelk û netew û imperatorî şikestin

A ku bû ku dagîrkeran, ola islamê ji xwe re xistin nêrdewan û li ser kiloxên me, li ser cendekê me , pêpelok,pêpelok hilkişiyan, û em di ciyê xwe de man.
Wan li ser maseyên dagirtî mey û mêwe pilan çêdikirin, û me ew pilan li ser zemînê pêktanîn.

Belê pilanên mezin hene, di zagonên xwezayê de, di deryayên bê ser û ber de,,,her û her masiyê mezin yê biçûk dixwe,,,em hîn masiyên biçûk in.
Hetanî em nebin yek û yekrêziya mala me nebe , em ê dê qet nebin dewlet, û em ê di nexşe û oqyanosan de masîyê hejar û belengaz bin.

Ji mêj ve , mirovanî li ber pêlavên Alano mir, li daristanên Belqanê, di qir û sira bayê sibêdeyan de mir, di gemiyeke ji gemiyên penaberên kurd de, mirovanî bin av bû.
Hîn ji dema  anfalan,ji Helapçayê ji Şengaleê, ji Roboskê ve û ji,ji,ji,ji,,,ma hîn em wan bînin bîra xwe.

Êdî bes e, hew zarokên me bişînin ciyê teroran, pêdivî bi qirkirina terorê heye,,,bila ew û zarokên xwe werin, bi bi çekên xwe ên qurs û giran ve werin.
Dubare dibêjim:
 Cîhan bigiştî ne hêjayê pêlavên Alano bû,
Cîhan bigiştî nehêjayî neynûkeke keçeke Şengalî bû.
Cîhan bigiştî nehêjayî biskek ji porê keçeke ji şervanên YPJ ye.
Cîhan bigiştî nehêjayî mijankek ji mijankên ciwanek ji şervanê YPK ye.
Cîhan bigiştî nehêjayî yek ji neynokên Pêşmergeyekî dilsoz e.

Me çi da, û çi li me vegeriya …
Êdî bes e, çi dibe, bila bibe lê zarokêm me hew bişînin ciyên xelkê, bila li wir ew xelk li ber xwe bidin.
Ji xwîna hîn li ser zemînê germ şerm bikin û hew xwîna nifşên paşerojê li ber dergehên gund û şarên xelkê birijînin, eger û hat pêdivî bi ciwanên me hebe, bila ew ji ber rûmeta xwe, ji ber parastina mal, gund û şarên xwe de şehîd bikevin.
Êdî bes e, ev ê kehniya herikbar a ji xwîna me biçikînin, nebin erdû ji xweşiya xelkê re, bila her kes di ber xak, asîman û zemînên xwe de bixebit e.

Êdî bes e, li ser maseyan em tên firotin, li ser xakê em tên kuştin, wan li ser pişta me welat avakirin û ji bo bilindkirina alayên wan me welatê xwe ji dest berda.
Êdî bes e, ev ê tracîdyayê rawestînin,,,,beriya ku dîrok laaneté li we bîne,,,beriya ku xak we ji ber xwe bike, û hew xwedî li we derkeve.

14 Cotmeha 2019.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…