Prof.Îzedîn Mistefa Resol sedemên dewlemendiya folklora Kurdî di van çend xalên jêrîn de diyar dike.1-Wêjeya Kurdî ya nivîskî hinekî dereng hatiye holê.2-Taybetmendiyên jiyana gelê Kurd û serboriyên têkel yên ku bi ser miletê Kurd de hatine kirin.3-Pirbûna zaravên zimanê Kurdî.
Di rastiyê de lêkolîn li ser wêjeya Kurdî bi gîştî ta dawiya salên (90)î ji sedsalên borîn hindik bûn,herweha jî divê em vê rastiyê jî bêjin:Dîroka wêjeya Kurdî nikane biçespîne ku kînga mêjoya Kurdî destpêkiriye,lê li gor bûyerên taybet û naskirî,em dibînin ku folklora Kurdî encama pir sedsalan e û piranya wê ji dumahîka pênc sedsalên dawîn e,anko;ji destpêka destlatdariya Osmaniyan û ta dema îroyîn e.
Herdîsan jî lêkolîn jî li ser folklorê pir dereng destpêkiriye û li gor dewlemendiya wê ,em kanin bêjin ku lêkolînên zanistî li ser wê ta niha hatine kirin,hîn hindik in.Di nîvê duhem ji sedsalên (19) an de dîroka Kurdnasiyê li Rusistanê ji aliyê rojhilatnaê naskirî Pîyoter Lêrx de destpêkiriye;ewî di sala (1857) an de pirtûka (Kurdên Îranê û pêşiyên wan Xaldî) cara duhem çapkiriye,P.Lêrx yekemîn Ewropî bû ku giringî ji pir aliyan de dabûye jiyana gelê Kurd:(Xaknîgarî,regeznasîn,ziman,dîrok û folklorê,lê ewî tenê kanîbû folklora Kurdî bi zaravên Kurmancî û Dumilî (Zazî) bicivanda.
Di sala (1860) î de balyozê Rusî Alêksender Caba li Erzeromê pirtûkek bi zimanê Kurdî bi tîpên Erebî li ser folklora Kurdî li Pêtrsburgê(Lênîngrada berê )çap kiriye û herweha jî ewa wergerandiye zimanê Firansî .
Herdîsan jî beşa dîrok û wêjeyê di (Akadêmiya Zanistî ya Rusî) de pirtûkek ji berhemên A.Sosin û Pirîm ji folklora Kurdî bi zimanê Almanî û Kurdî deranîne ber ronahiyê.Di vê pirtûkê de berhemên nirxbuh,mîna (Mem û Zîn),(Yosif û Zelîxe),(Zembîlfiroş),(stranên evîniyê û mêraniyê) cihên xwe istandibûn.
Dîsan jî Prof.Oskerman mamosteyê zanîngeha Berlînê seredanekê di sala (1903) an de li Kurdistana Rojhilat û Bakur dike û ew li wir çar salan dimîne,di wê demê de,ewî pir ji folklora Kurdî kom kirin û berhemên xwe di salên (1906-1909)an de bi Kurdî û Almanî li Berlînê weşandin,lê pêwîst e were gotin jî ku Oskerman yekemîn Akadêmî bû ku folklora Kurdî bi zaravê Mukrî civandibûn.
Piştî şoreşa Oktoberê di sala (1917) an de li Sovyetistana berê, lêgerîn di derbarê folklora Kurdî de pêşda çûye,di sala (1926) an de Akadêmîk Yosif Orbêlî pirtûkek li ser folklora Kurdî bi tîpên Latînî weşand û komîta rewşenbîriyê li Hayistanê (Ermîniya)di sala (1931) ê de komîtek taybet ji van kesayetiyan,Dr.Hacî Cindî,Xaçotiryan ji bo civandin û komserhevkirina folklora Kurdî damezrand.Xaçotiryan destana( Rostemê Zal)amede kir,lê Dr.Hacî Cindî di sala (1936) an de bi alîkariyên Emînê Evdal û Casimê Celîl pend û Şîret,têderxistinok,stranên şînê,Leyle û Mecnûn û Evdalê Zênê derxistin,anko;van kesayetiyên jorîn pir ji folklora Kurdî ji windabûnê rizgar kirin.
Di sala (1936) an de cara yekê li Rewanê (127) notên stranên kurdî ronî dîtin,di pişt re berhemên Cemîle Celîl ,Nor Cewherî di vî warî de hatin naskirin û Cemîle Celîl bi tenha xwe (400) Notên musîkê ji stranên Kurdî re amede kirine.
(Kurmancî) di sala (1988) an de li Siwêdê daye weşandin,Di rastiyê de nivîskarên ku folklora Kurdî civandine yan li ser nivisîne hejmara wan li seranserî Kurdistanê û li Sovyetistana berî li gor pirtûka rexnevan Heyder Omer li derdora (61) nivîskaran in û pêwîst e em bêjin jî ku ewî navên berhemên wan jî di pirtûka xwe de bi cîh kirine, lê wek me li jor navên çendekan anîne zimên,emê li jêr navên hin nivîskaran û ji hemû beşên kurdistanê wek nimûne bi we bidin nasîn.1-Rohat Alakom,2-Salihê kevirbirî,3-Remezan Pertew,4-M.Xalid Sadînî 5-Sma-îl Heqî Şawîs,6-Pîremêrd,7-Şêx Mihemed Xal,8-Mehemed Tewfîq Wehbî,9-CegerXwîn,10-Cemîl Behrî Kinê,11-Heyder Omer,12-Billal Hesen,13-Ebdil Baqî Huseynî,14-Elî Cefer,15-Dr.Husên Hebeş,16-Konê Reş,17-O.Eyobiyan,18-Qadir Fetahî Qazî,19-M.M.Hemabor,20- Ebdil Kerîm Surûş û H.W.D.
Rasteyeqîniya(Rê-alîstiya)folklora Kurdî .
——————————————————
Wek tête zanîn,folklor bi gîştî di rewşeke dîrokî û civakî taybet de ji dayik bûye,lewra jî naveroka vê hunera wêjeyî li nik hemû gelan pir rastemendî ye.1-Folklorên pir Kevin ji stranên şivan û gavanan hîn berî çandiniyê destpê kirine.2-Folklor bi hemû cureyên xwe di dema derebegiyê de hatine ser zimanan;mîna (Destanên qehremaniyê).3-Rola cotariyên serdema me jî di rastemendiya folklorê de diyar û pelandî ye.
Lewra jî Dr. Î.D.M.Resol dinivîse:(Gel afrênerê folklorê ye û em di wê de awêna jiyana gelan û wêneyên wan yên rastîn dibînin.).Ji ber vê rastiyê jî,Meksîm Gorkî(1868-1936) di vê derbarê de gotiye:(Gel ji zayinê de feylesof ,helbestvan û nayabdar e…,û folklor bingeha wêje ye,ewa kaniya hemû helbestvan û nivîskaran e û eger em ji demên borîn baş têbighînin, dê berhemên me yên îroîn jî pir watebilind bin …).
Folklora Kurdî jî li gor van gotinên jorîn heyina xwe parastiye û rola xwe di pêvajokê de li gor van pîvanên zanistî lîstiye;ewa bûye bingeheke xurt ji pêşketina wêjeyê re,çawa hemû wêjevanên cîhanê sûd ji destan,
stran,pend û şîretan û ji ciwaniya zimanê folklorê dîtine, herwisa jî nivîskar û helbestvanên gelê Kurd jî sud ji folklora Kurdî dîtine û ew hîn jî dibînin,ewan jî hin destanên Kurdî j nûve û bi hin ramanên xwe yên nû li gor serdemên xwe û li gor pîvanên ramanê nivisîne.
Bi awakî gelemper folklora Kurdî jî mîna hemû folklorên gêlên cîhanê ji êş,derd,hezkirin,xebat li dijî zordarên biyanî û kurdî û felsefa jiyanê awêneke gewre ye.
Bîrewer û rexnevanê hayî(Ermenî)Eboviyan di sedsala(19)an de gotibû:(Di kuraniya her kurdekî de hestên helbestvaniyê heye,pîr û kalên wan yên ne xwendevan jî dikanin baş bistirên,ew pir bi hêsanî dikanin ji gelî,newal,solav,çem,gul,çek ,hesp,mêraniyê û ji keçên qeşeng û bedew re ji dilên xwe de û bi hestên hêzdar bistirên û stranên Kurdî di naverokên şêwazên xwe de pir bilind in ….).
lê Basîl Nîkîtîn gotiye:(Em di folklora Kurdî de,ne tenê bermayî û kelepûra bapîr û demên borîn dibînin,lê ewa dikane jiyankrina xwe di rojên îroyîn de jî mêlag bike.).Herweha jî rojhilatnas û zimanzan Mar jî di sala (1911) ê de gotiye:(Folklora Kurdî di nav gelên Rojhilata Navîn de(Ereb,Ezerbêcan,Ermen û Aşoriyan jî hatine vedîtin û gotin).Rojhilatnas Mînorskî jî nirîna Mar teqez weha diçespîne û dibêje:(Stran û çîrokên Kurdî li nik gelê Aşorî yê ku li çiyê dijîn,cihên xwe rind girtine,lê tevî vê rastiya jorîn,folklora Kurdî nikanîbû xwe û hemû cureyên xwe ve ji ber sedemên zordestiyê û hêrişên dagîrkeran biparastana,hin tişt ji wê kêm bûne û hin tişt li ser zêde bûne û diyardeyên vê rastiyê pir baş di stranên Kurdî de tên xûyakirin) .
Folklornas diêjin:Wêjeya devkî di naveroka xwe de bi du cureyan têtin naskirin.1-Wêjeya derbarê bûneyan(munesebatî);ev cureya di nav civatê ,dîwanxanê,koşk,li civatên Paşa,Mîr, Beg û serokêlan de hatiye gotin.
2-Wêjeya gelemperî:Ev wêjeya jî bi awakî gîştî di nav civakê de tête bihîstin.
Lê sedemên pêşketina wêjeya devkî çin e?
————————————————-
Dîsan lêkolîner nirînên xwe bi sedeman weha didin nasîn.1-Sedema rêzanî,anko;dagîrkirina Kurdistanê û bindestiya gelê Kurd di pêvajoka dîrokê de.2-Sedema civakî,anko;destpêkirina dereng di xwendin û nivîsandinê de.
Lê ji bo çi jî temena folklorê dirêj e?
————————————————-
Dîsan lêkolîner weha dinivisînin.1-Wêjeya devkî dikane li her cihî û li her demê û ji aliyê herkesî ve bi awakî zelal û sade were gotin û dubarekirin. 2-Nivisîn û amûrên tomarkirinê dereng destpêkirine.
Li dawiyê em ji hemû berhevkir û lêkolînerên folklora Kurdî re spasdar in û em bi hêvî ne ku em di diwaroj de pirtir lêkolînên zanistî derbarên hemû cureyên folklora gelê xwe bibînin .