Rola jina Kurd di danîna bingeha wêjeya kurdî de (2)

Dr.Pihl.Ebdilmecît Şêxo

Dayê Tewrîz Hawramî
Helbestvan Dayê Tewrîz Hewramî di dîroka wêjeya klasîk de nimûneyek geş e,ewa di sedsala deh û yanzdan de  jiyaye,ewa yekem jin e ku navê wê di pirtûka (Serencam) de mîna helbestvaneke Kurd cihê xwe girtiye.
Ewa jî di wê serdemê de mîna pir hevalên xwe helbestên xwe diterxîne Xwedênasiyê.Divê em li vir jî bi bîrhûnin ku di wê serdemê de(Ehlî Heq)

di her hefteyekê de carekê li civatxanê diciviyan,li wir Pîr yan serokê civatê li tembûrê dida,bi dengekî keşîner çend helbestên xweş ji (Serencamê)dixwandin û guhdaran jî li pey wî xwendina helbestan dubare dikirin,bi vî awayî ewan xwe nêzîkî Xwedê dikirin.Dayê Tewrîz Hewarmî dinivîse:  
Cem pey rasan en,cem pey rasan en
Yaran,yaran cem pey rasan en
Her kes nêwekî kero asan en
Cem Pey roşnî zêl xasn en.
Ewa bi gîştî li jor weha dibêje:Ey Yaran!Kombûn di civatxaneyan ji bo başiyê û rastbûna mirovan e,ew kombûn ji bo paqijbûna kesên  bawermend û Xwedênasan e.
  Xatun Mey Zerd
Xatun Mey Zerd jî ji Loristanê ye,older e û yekek ji rêbaza (Yarî) e,ewa jî di sedsala yanzdan de jiyaye,ewê helbest li ser Pîrê xwe vehûnane û di wir de pesnê dide wî û hin helbestên wê jî li ser rêbaza (Yarî) ne û helbestên wê jî, ji peyrewîkirina  rêbaza (Yarî) re bûne yasa  û rêçik.
Hin  malik ji helbestên wê:  
Xweşîn Cebar,xweşîn Cebar
-2-
Hezar sîwar ama yo şahîn Cebar
Cebar xweşîna êmaşan şikar
We rehmetewe bijendî diyar.
Yanê;ewa dibêje:Ey Xweşîn!Ey Xwedênasê hêzdar!Bi hezaran Şahcîwarên Xwedênasiyê hatine vê cîhanê,lê belê yek tenê ji hemûyan bi hêztir e,ew jî tu yî,ey  Şa Xweşîn !Te bi hêza xwe em  jî kirine peyrewê xwe .
Eger em hîn zelaltir mebesta helbestvan bidin diyarkirin;ewa di vir de  li gorî pirtûka (Serencamê)balê dikşîne ser serdema zaroketiya Şa Xweşînê. Gava ku Şa Xweşîn hîn zarok bû,Romiyan êriş birin ser axa Loristanê,piraniya gelê herêmê  reviyan,Celala Xanim dayika  Şa Xweşînê bi bapîrê wî Mîrza Amana re bar kiriye, ji nûşkava Romî li pêş wan peyda  dibin û êrişê  dibin ser wan,lê ciwanek hêzdar derdikeve hole, ew bi tenê li hember Romiyan şer dike,wan tarûmar dike û navê wî ciwanî  Şa Xweşîn e .
Herweha jî  di serdema jiyana Xatûn Mey Zade de çend rêvebirên (Yarî) li Kurdistanê û nemaze li Loristanê wek Pîr Şalriyarê,Baba Feqî,Babe Hesen,BabaTahir dijiyan, Xatûn Mey Zade li ser Pîr Şalyar weha nivisiye:
Şehriyar mest;Şehriyar mest
Wê rehmetewe biwêmî sermest
Diyar bijendî we,heydest,heydest
Xiwacan ney hejmet wene neyo kest.
Helbestvana me di vir de dibêje:Ey Pîrê Şalyarê sermest!Bêhile ku em hemû li vê herêmê  ji ber bereketa Xwedênasiyê serxweş bibin û em rêkê bidin biyaniyan ku ew werin  herêma me û  divê em  deriyê li ser biyaniyan ne girin û bi hatina biyaniyan,wê kêfxweşî û demxweşiya  Xwedênasiyê têk neçe.

-3-
Fatime Lorya Goranî
Ev xanima jî older û meynoşa piyala Yazdan bû,ewa dildara helbestvan Baba Tahir Hemedeanî bû,awazên helbestên wê li ser lûtke û çiyayên Kurdistanê ji dil derketine.F.L.Goranî  jî di sedsala yanzde û diwanzda de  li Hemedanê jiyaye û gorna wê li rex dîlberê xwe Baba Tahir Hemedanî ye.
Fatime bi Baba Tahir Hemedanî re li Hemedanê dev ji cîhanê berdide û dest bi peresta Xwedê dike,Baba Tahir ji Şa Xweşîn lava dike  ku ew mora (Nikeha )wan bike,lê Şa Xweşîn mizgîniyê dide Baba Tahir  û dibêje:Têkelî  û pêwendiyên jin û mêran di roja dawîn û roja axretê de wek  pêwendiya Leyla û Mecnûnê dimîne,piştî van gotinên Şa Xweşînê,Fatime spasiya Şa Xweşînê kir û li dawiyê evîndariyên herduyan li badilhewa naçin.
Fatime yek ji alîgir û dostên Şa Xweşîn bû û ewa ji aliyê Pîr  Daniyal,helbestvanê serdema sedsalên (14-15) an mîna firîşteyekê  hatibû  binavkirin,ewa jî razdara rêbaza  (Yarî)  bû.
Gava Baba Tahir ji Şa Xweşinê Fatimê dixwaze,di wê demê de Şa Xweşîn,Babe Tahir  dişîne cem Fatimê  û ewê bersiva xwe di van malikên jêrîn de daye Şa Xweşînê.
Giyan  perê şêr en,giyan  perê şêr şen
Her kes  tu dara giyan perê şêr şen
We namit sewgend  derûnim  bêş en
Bê to  giyan  û zêl  hemîşe rêş en.
Yanê;Fatime dibêje:Ey Şa Xweşîn!Her kesê ku ji te hez bike  û bibe alîgirê te,giyan ji wî yan ji wê re pêwîst nake,ez bi navê te sond dixûm,hundirê min dêşe û bê te dil û giyanê min  zamdar e,ezê çawa kanibim vê te bijîm? .
Fatime di helbesteke din de weha dinivîse:
Yarîm mahaman,yarîm mahaman e
-4-
Ane dû roç en yarîm mahman e
Mahman e paşay her du gîhan e
Sînem textgay şah zeman e .
Fatime Loreya Goranî li jor dibêje:Va ye du roj in yarê min bûye mêvanê min,ew mêvanê zarok û Paşayê herdu cîhanan e û sîngê min textgeha Şahê demê ye ango;Fatime dixwaze bêje:Yarê min Şah Xweşîn e, ev  du roj in ku ew li Xanqînê bûye mêvanê min,ew awên e,ew paşayê herdu cîhanan e û sîngê min  di roja axretê de,dê bibe textgeh û nivîna wî.

Lîza Xanim  Caf
Lîza Xanim Caf ji bajarê Şehrezorê ye,ewa di sedsalên (11-12) an de (zayînê) jiyaye,lê belê wê jiyaneke dirêj li Loristanê derbaz kiriye,ewa jî mîna hevalên serdema xwe alîgirê Şa Xweşîn bû.Lîze Xanim di lêdana  tembûrê de şehreza bûye,ewê helbestên xwe dikirin stran û di ber lêdana tembûrê re jî distira,ewa dinivîse:
Heyder seraf,Heyder seraf
Çendî ne Eyne bîm ne gêc taf
Îsa mewcan penem kiçe caf
Qebale marî ne taş masaf.
Yanê ewa dibêje:Ey Heyderê cewhernas,maweyeke ez di gundê Eneyê de bûm û ez di nav gêjitiya wê avahiyê de dijiyam,niha ji min re dibêjin:Ey keça Caf! Divê tu sir û raza (Yarî) di nav çiyayê Mesafê de pêkbînî ta ku  tu bibî razdara rêbaza (Yarî).
Lîze Xanim dîsan dinivîse:
Heyder nazkêş,Heyder nazkêş
Ne hizûr Şapameniyor we pêş
-5-
Qebaly siren  bikere endêş
Ba  neza no pêşb êgane û xwêş.
Helbestvan di van malikên jorîn de dibestîne:Ey Heyderê nazkêş ,gavên xwe li hember Şa mavêje û pêş de neçe,divê tu bi fermana  Şa raza (Yarî) bi pêk hûnî û divê tu hinekî li ser(Yarî)kûr biramî û bila kes bi vê razê  nizanibe,ango;Lîze Xanim bang li Heyder dike û dibêje:Ey Heyder tu bi fermana Şa bûyî nazkêş û razdarê(Yariyan)û eger Şa çi kar spartiye te,divê tu wê zor baş pêk bînî ,ta ku gel jî baweriya xwe baş bi te bike .
Lîze Xanim li ser surûştê jî weha nivisiye:
Wefiran bi we aw,wefiran bi we aw
Wehar  çonama wefiran bi we aw
Gul  û wenew şehorê zance kaw.
Helbestvan dixwaze  di malikên jorîn de bêje:Vaye Buhar hat,berf li ser çiyan namîne,gul û binefş ji xew radibin,deşt û çiya hêdî,hêdî li her der sersewiz  û kesk dibin,bêhna xweş belav dibe û cîhan jî  dibe buhuşt.
Em di vê baweriyê de ne ku helbestvanên jin ji yên me li jor bi navkirine hîn pirtir in,lê me dixwast li vir  tenê çendekan bi wêjehezan bidin naskirin,lê herweha jî pir pêwîst e,em bi we bidin zanîn jî ku me  di vê gotarê de gelek sûd ji wêjevan Feqîh Husên Socnuq dîtine û me li gor  şirovekirinên Feqîh Husên Soqinc helbestên helbestvanan pêşkêşî xwendevanan kirine.
Lê li gor baweriya me;lêkolîner Feqîh Husên Soqinc helbestên helbestvanên jin  ne bi  zaravê  Lorî –Goranî  xwerû nivisîne,ewî hin caran  bi peyvên kurmancî  aşle kirine,lê ewî pir bi zelalî û pisporî şirovekirnên van helbestên jorîn pêşkêşî xwendevanên xwe dike û em di nivisîna vê gotarê de pir dêndarê wî ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…