Bi wêne…Ji Gewîlan, Penaber alîkariya penaberan dikin.

 Idrîs Hiso – Gewîlan

Di dema ku hemû cîhan bitenê li komkujiyên ku di encama êrîşa Tirkiyê bi hemû coreyên çekan heta bi yên qedexekirî jî, bo ser Rojavayê Kurdistanê temaşe dikin, kesekî Kurdan nîne ji Kurdan pêve, lewma bi serperiştî û alîkariya Dezgeha Xêrxwazî Barzanî helmetên alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Komîteya Naçeyî ya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê(PDK-S) li Kampa Gewîlan a penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li qeza Berdereş ser bi parêzgeha Duhokê, li Herêma Kurdistanê helmetek ji bo alîkariya penaberên ku ji ber êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji nû ve gihane Herêma Kurdistanê ragihand.
Helmeta danheva keresteyên xwarinê dê 24 demjimêran ji 20 – 21/10/2019an dirêj bike û piştre wê hemû keresteyên ku hatine komkirin radestî Dezgeha Xêrxwazî Barzanî were kirin, da ku bighînin penaberên ku niha li Kampa Berderş bicih dibin.
Endamê Komîteya Navçeya Gewîln ê (PDK-S)ê Rêzan Osman got: “Di encama êrşîa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes ji Rojava penaber bûne û rojane bi sedan kes dighên Herêma Kurdistanê û wirede wirde li Kampa Berdereş bicih dibin, pêwîstiya wan bi her alîkariyê heye, ev jî asta herî nizme ji erkê me, alîkariya me ji bo penaberên ku nû gihane Herêmê, erkekî neteweyî, mirovî û ayinî ye.”
Ji aliyê xwe ve Ehmed ku nişteciyê kampa Gewîlan e got: “Bila kes nebêje ku ma tiştê ku ez wek alîkarî bidim wê çi rewşê biguhre, çinku hinek ji min hinek ji te, û hin ji yê din dibe komek û di kêlîkên tengayiyê de, dibe ku gotinek xweş, an jî yariyek bo mendalekî xemeke giran ji ser milê mirov rake.”
Herwiha got: “Kes piştevaniya Kurdan nake, hemû cîhan li me temaşe dike bê çawa terorîstên tirk û alîkarên wan ji opozisyona islamî ku berê endamên DAIŞ û Bereya Nesra bûn, komkujiyan bi çekên qedexekirî bi serê me ve tînin, lê ti hêz û welat tiştekî bo nakin, lewma divê em alîkariya xwe bikin û barê hevudin rakin heta ku em ber xwe bibînin.”
Roken li gel keça xwe hatiye û di destê wan de komek keresteyên xwarinê û hejmarek yariyên zarokan got: “Divê em alîkariya xwe bikin, em bê hêvî nebin, demek zor zehmet bi ser me ve tê, lê stemkarî û terora Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve dê berdewam neke, em xwedî mafin û em dê biserkevin.”
Ji aliyekî din ve got jî: “Me berî birayên xwe derdê penaberiyê dîtiye, lewma divê li her derê em başdarî helmetên alîkariyan bo penaberên Rojava bikin, ji ber di hemû qonaxên xebat û tevgera azadîxwaza Kurdsitanê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bê qisûr bûn û bi rih, can û malê xwe alîkariya hemû herêmên Kurdsitanê kirine.”
Li seranserî Herêma Kurdistanê, bi xelkên Herêmê û penaberên  Rojava li Herêmê helmetên komkirina alîkariyan ji bo penaberên ku di encama êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê rojane bi hezaran dighên Kampa Berdereş berdewam in.
Helmeta Kampa Gewîlan jî, ku dê 24 demjimêran berdewam bike, xelk bi rêjeyek mezin beşdar dibin û her kesek li gorî imkana xwe bi erkê xwe radibe, û dixwaze barê li ser milên welatiyên welatê xwe ku ji nûve penaber bûne sivik bike.
Kurdistan24.net
22.10.2019z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…