Pirojeya Tirkiyê qirkirina Kurdistaniyan e, Kurdistanî jî bê piroje ne!

Idrîs Hiso – Gewîlan
 
Ji roja 09.10.2019an ve, Tirkiyê êrîşa xwe ya dixwest bibe ser Rojavayê Kurdistanê pêkanî, mebesta Tirkiyê ji êrîşê ne dûrkirina teror û rêxistinên ku ew nav lê dike terorîst ji sîorê dewleta xwe ya ku li ser xwîna miletên Kurdistanê û mezobotamiyayê avakiriye û hîna ava dike.
Pirojeya Tirkiyê ya ku bavê rûhî yê tirkan danabû berdewame, Pirojeya Tirkiyê ew e ku heta jê bê cografiya ku ew nav lê dikin Tirkiyê ji hemû pêkhateyên wê paqij bike, û dewletekê ji bo tirkan ava bike, bi tenê tirk tê debin, çênabe kes, civat û miletên ku qebûlnakin û nekirine bibin tirk li ser vê cografiyê bimînin. 

Ji bo encamdana pirojeya xwe Tirkiyê amadeye ku hemû tiştekî bike, Tirkiyê ji bo vê pirojeyê komkujî kirin, dike û wê bike, milet qelandin û berdewam dixwaze Kurdan jî bighîne wan miletên ku ew berî niha qir kirbûn.
Tirkiyê Ermenî, Siryanî, Asûrî, Yonanî û hemû pêhateyên din ku li wir mane, bi hemû şêweyî qirkirin, çi bi kuştina takekesan, encamdana komkujiyan bi hemû cûreyên çekan, çi bi hemû şiyan û siyasetên asîmîlasyonê.
Bi tenê Kurd, tevî ku bi dehan komkujî li dijî wan hatine kirin, li  meydanê mane ku heta vê gavê qebûl nekirine bibin tirk, lewma û bi taybet di keşûhewayê ku niha di nav siyaseta navdewletî de heye wê Tirkiyê hemû hewlên xwe bide ku Kurdan jî bi hêza terorîs û çekên pêşketî qir bike, ji ber ev pirojeya tirkan û Tirkiyê ye, hemû hêz, partî û rêxistinê tirkan li ser vê yekê kokin û piştevaniya helmeta terorî ya Erdogan dikin.
Ev pirojeya tirkan û Tirkiyê ye,  niha wê li Rojavayê Kurdistanê cihcih dikin, piştre jî dê hewldanê xwe bikin li deverên din jî wek Herêma Kurdistanê ya Fedral (Başûr) pêkbînin.
Lê pirojeya Kurd û Kurdistaniyan çi ye? An jî aya pirojeya wan heye?
Kurd yek ji neteweyên herî mezin e li Rojhilata Navîn, xebata wan ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên rewa ye.
Ji bo pêkanîna vê armancê divê Kurd bi pirojeyekê ji bo seranserî Kurdsitanê bi hemû pêkhateyên xwe, bilivin.
Tiştê li ber çavan ti pirojeyek Kurdsitanî nîne ku Kurd û pêkhateyên Kurdsitanê li ser kokbin, di vê yekê de Kurd û Kurdistanî parçe parçe ne. Kurd ne li ser zimanekî stander kokin, ne alayek tevahiya Kurdan û Kurdistaniyan di bin siya xwe de dighîne hev, heta bi sînor û cihê ku Kurd dixwazin dewleta xwe an jî mafê otonomî lê pêkbînin li cem Kurdan û Kurdistaniyan ne cihê tifaq û lihevkirinê ye.
ji ber vê yekê û li gorî asta ku hişmendiya Kurdan û Kurdistanî tê dene û nebûna lihevkirinek neteweyî û Kurdistanî niştimanî, Kurdsitan bi hemû pêkhateyên xwe rastî karesat û helmetên terorî wek ya ku niha Tirkiyê li dijî  Rojavayê Kurdistanê pêktîne tê, û berdewam di encama nakokiyên ku di navbera wan de hene, wê ziyanên mezin bibîninû baceyên mezin bidin.
Aya bingehên baş ji bo pêkanîna pirojeyek neteweyî Kurdî û niştimanî Kurdistanî li Kurdistanê hene?
Êrîşên trorîsan ji rêjîma Sedam, Xumeynî, Ataturk û Erdogan heta rêjîmên Sûriyê, DAIŞê û Heşda Şeibî ku li dijî Kurdistanê pêkhatin ne tenê li dijî Kurdan bûn, lê belê ew li dijî hemû pêkhateyên Kurdistanê bûn, û ev yek dibe bingeh ku berjewendiya hemû pêkhateyên Kurdistanê li ser rizgarkirina Kurdistanê bi temamî , an jî bidestxistina mafên otonomî li hemû deverên Kurdistanê ji bo parastina civata Kurdistanî bighîne hev.
Ji aliyekî din ve nimûneya Herêma Kurdistanê ya fedral, ku kêmzêde hemû pêkhatî tê de xwedî maf in dikare bibe nimûneyek ji Kurdistaniyan re, ku li ser wê ava bikin, û pirojeyekê ji bo seranserî Kurdistanê ku tê de yek ala hebe, navê hêzên leşkerî yek nav be, û ji bo Kurdan yek alfabê û şêwêzar were hilbijartin, hemû dezgehên ragihana Kurdî wek qonaxa yekem bi wî zimanî weşanên xwe bikin, piştre jî qonax bi qonax bibe zimanê xwendina dibistanan. Bi mercê ku hemû mafên hemû pêhateyên neteweyî û olî parastî be.
Ev piroje jî dikare bi serperiştiya Serok Barzanî be ku bi min ti kesayetî li Kurdistanê nîne cihê qibûla hemû pêkhateyan be wek wî, herwiha divê palrlemenyoyekî Kurdistanî ku hemû pêkhateyên Kurdistanê cihê xwe têde bibînin li rex serperiştê vê pirojeyê cih bigre û nûnertiya hemû pêkhateyên Kurdistanê li seranserî cîhanê bike.
Ji bo ev piroje karibe li ber xwe bide divê li ser xal û bendên wê yên serekî hemû hêz û alî rezamend bin, ew xal û bendên ku girêdayî perjewendiyên tevahî Kurdistaniyan.
Bi pirojeyek wisa incex Kurd û hemû pêkateyên Kurdistanê karibin dengê xwe bighînin civata navdewletî û li dijî qirkirinê hebûna xwe biparêzin.
Ne nijadperistên tirk, ne jî pirojeya neteweya Erebî, ne jî Farisiyan karîbû pirojeyek şaristanî, mirovî û pêşketî pêşkêş kiriba ji bo avakirina welatên xwe û di nav de jî parastina pêkhateyên neteweyî û olî, lê belê wan bi hişmendiya dagîrkeran mamele bi hovane, pêşî li gel Kurdan û piştre jî li gel pêkhateyên Kurdistanê ji Asûr, Siryan û Turkiman û hemû pêkhateyên neteweyî û olî kirin.
Ev pêkhateyên resen, bi tenê di ezmûn û nimûneya Herêma Kurdistanê de kêmzêde xwedî maf bin û ti tawanên qirkirinê li dijî neyên kirin.
 Ev yek diyar dike ku,heger neteweya Kurd li Kurdistanê têkbiçe êdî hemû pêkhateyên Kurdistanê û mezopotamiya dê ziyanên mezin bibînin û qonax bi qonax dê ber bi tinebûn û qirkirinê ve biçin û ew yek jî daxwaz û armanca Tirkiyê, Îran û beşek ji rêjîmên Erebî û hin welatên din e.
 
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

FewazEbdê

Zaroktiya ser girê Niqare

Agir ji mista min biçûktir

û ji cîhanê mezitir bû.

Me pif dikirê

gurr dibû

çirîskek bi tenê jê diçû asmên û

mîna çûkekî bi tirs vedigeriya

di sênga me de

li hêlîna xwe digeriya.

Pizotên…

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…