EFRÎNA RENGÎN

Mahmod Oso

Efrîna rengîn warê min
Bingeha navê mala min
Cihê dê, bav û kalê min
Avrîn eşqa can û dilê min

Min sazê evînê çêkir
Ji bo na te min birêkir.
Dil û cergê te min şakir
Ti car min tu ji bîrnekir.

Deşt û çayên te xebate
Ji bo çavên te xelate……
Lêlûn û hawar bi mate
Azad ji bo te tim hate

Efrîna bedew û şêrîn
Di dil da çandiye evîn
Bi hiş û xwendin û zanîn
Rû geşe hingiv jê barîn

Kelha horî baskê teye
Dîroka sem””””””””an eyna teye
Gel qurban û feda teye
Roj hilat li ban bo teye

Axa te zêr û zevîne `
Polat û hesin can vîne
Mermer û almas, zengîne
Kelem û zeytûn,hev dîne

Her kes dixwaze te bibînê
Şer û ceng ser te bigerînê
Lê jê ra nayê der bistînê
Jîn û jiyan……û vîn dimînê

Kurdê leheng û horîne….
Bi aramî em tev civîne
Sobarto û lor û arîne
Serfirazî ji bo te hebûne

Azadî bo te li her der
Efrîna evîna sîper…..
Ji banî xwe berda ye ser
Ala me kesk û sor û zer

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...