Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê bi tundî qedexekirina karê Sazîya K24 li Rojavayê Kurdistanê şermezar dike.

Daxuyanîyek ji Sazîya K24 ya derbarê qedexekirina karên wê de, ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ve ya li Rojavayî Kurdistanê, gihîşt e Encûmen a Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê. Têde hatiye aşkere kirin, bêyî ku Rêverbiya Xwecihî tu daxuyaniyeke fermi der bik e, ku kar û çalakiyên kenalê piştî mehekê ji birayrdanê were rawestandin, û karmendên Saziya K24 daku karên xwe rawestînin bi devkî hatin e agahdarkirin, ji ber vê yekê Saziya K24 biryara girtina nivisîngehên xwe li Rojavayî Kurdistan derkir. 
Berdewamiya desthilatên Rêvebriya Xwecihî di astengkirina karê rojnamevanan de li Rojavayî Kurdistanê, tê wê wateyê ku lawazkirina ragihandina Kurdî ye, û bi taybet kenala navborî ku bi pêşeyî û bê alî karê xwe dikir, û nûçeyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji temaşevanên xwe re vediguhestin, her wiha bi wêrekîyeke bê hempa romala rewşa awarte ya li Efrîn, Minbic û Bagozê kiriye, û jiyana hin nûçegihanên xwe jî xistiye metirsî yê, lê tevî vê yekê jî, berdewambûn li ser bicihkirina kar û  erkên xwe yên ragihandinê, û bi rastî K24 bibû çavkaniyeke fermî ji ajansên nûçeyan  û alavên ragihandinê yên cîhanî re.
Rêveberiya Xwecihî, hîn berdewam e li ser astengkirina karê ragihandinê û karê rojnamegerîyê li Rojavayê Kurdistanê, û bi vê yekê jî, pirinsîbên azadiya karê rojanmegeriyê û pirisîbên demukartîyê binpê dike, û ev yek ne cara yekemîn e, ku nivisîngehên saziyên ragihandinên Kurdî digre, û rojnamevanên Kurd jî, ji welêt bi dûr dixîn e!  
Di heman demê de jî, Rêverberiya Xwecihî rêzê li zagon û rênimayên karê ragihandinê nagre, yên ku wê derkirin e, û bi rênimayên navdewletî yên azadiya ragihandin û rojnamegeriyê pêbend nabe, û bi kar û riftaran radibe, ne di xizmeta hêvî û berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de ne!
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê, tevî şermezarkirina qedexekirina karên Saziya Kurdistan 24, ji Rêveberiya Xwecihî daxwazdike ku ji vê biryarê şûnda vekêş e û dev ji lidûvçûn û astengkirina karê rojnamevanan berde, hevxemiya xwe digel karmendên Saziya Kurdistan24, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Herêma Kurdistanê radighînin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê
02.09.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…