hişyarbin jibo niştecîkirineke nû û berferehkirina dagîrkeriyê!?

Mehmûd Biro
Em dizanin ku penaberên Sûrî yên li Turkyê dijîn, bigiŞtî jiber zilm û zorê û kuŞtin û talanî û malwêraniyê ji welatê xwe bazdane. Vegera wanjî jibo welatê wan pêwiste ku dijêr organîzekirinek navdewletî de bê. Wata herkesek vegerê cihê xwe yê resen, linav mala xwe, li gund û bajarê xwe. Dema em dibihîzin ku bi hezaran penaberên Sûrî yên ku berê li deverên derveyî herêma Rojavayî Kurdistanê jiyan dibûn wê vegerin nav herêma Rojavayî Kurdistanê bi fermana Erdogan yanjî erêniya serokê TEVDEM ê, Ardal Xelîl, û dijêr hin siloganên qelew de wek  //Hemwelatîyên Sûrî ne/.
Ez dibînim ku evjî pilaneke jibo niŞtecîkirineke nû di herêma kurdî de, wek kembera erebî ya sala 1974 an. 
Tu yasayên navdewletî qebûl nakin ku kurdê me penaberbin, libin konikan de bijîn, û xelkekî din werin Şûna wan û liser zad û danên wan û dimala wan de jiyana xwe bikin.
Di behweriya minde ev pêngav dikevê xizmeta berferehkirina dagîrkerîyê ji xakê kurdistanê re. Lewma jî pêwiste tevgera siyasî kurdî, biteybetî ENKS ê hiŞyarbê û bihostayî xwedan helwest û biryar be di van babetên çarenûsî de. Em jiherkesî re dibêjin bira, lê kes biratiya me dirastiyê de qebûl nakê. Pêwiste em lixwe hizir bikin wek netewek, wek miletek ku xak û niŞtimanê me dagîrkirîye ji alîyê çar dewletan ve, û xwe ji van tewerên internasyonal yên Tobawî û ne bîrnasî dûrbikin, ew nan nadin me. Divê em li Xwîna bihezaran xort û keçên xwe xwedî derkevin, jiber ewane xwîna xwe diber xak û niŞtiman de dane, ne diber xelkên bêgane de dane. 
Jialîkîn din ve tê gotin ku AsayiŞ û aŞtî ne berqerare dinava devera çiyayê kurmênc de, û hêzên cocbicor yên binavê supayê Sûryê azad binav çavên hev dikevin, û xelkê sivîl dikujin û direvênin. Ligor raporta  Birêz Ramî Edulrehman çavdêrê Sûrî yê mafê mirovan ya ku di roja 29.08.2019 an de hatiye belav kirin.
Dibehweriya min de dewleta Turkyê vê tevlî hevîyê dixwazê û bi pilan liv û tevgera xwe dikê da ku ew hêzên liwir binav çavên hev bikevin jibo ku milet cardin bêjê bere dewleta Turkyê bi hewara meve werê, wata dagîrjkerî berdewam dimîne.
Kes dinava devera çiyayê Kurmênc de nikarê fîŞekekê bi teqînê bê ku rihnika kesk ji Turkyê wergirê. Wata ev leystikek siyasîye dibehweriya minde ji alîyê dewleta Turkyê ve. Ez hêvîdarim kes bivê leystikê newê xapandin. 
Fredrikstad 30.08.2019
    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…