Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye!

Konê Reş

  Ezbenî! Roja îro, tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê.. Û carana pêwîste tu dergehê hewşa xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..! Erê, bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li bin guhê hev xîne, bîranînên te tev bide û berê pencereyên mala te biguherîne..! Carna jî pêwîste tu bang li bahozê bike da ku, berê asoyê nerînên te biguherîne..!

  Raweste ezbenî! Te aghadar bikim; gelek caran bahoz giring in! Û gelek caran jî pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye ku, careke din gurr bibin.. Carna jî bêdengî, westandin û perîşaniye.. Ma tu ji lavelav û rawestandina di rêzê de ne westiya ye..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan û Sultan te nas nake..! Hay û bayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te, gilî û gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakşîne.. Bi tenê jêre giringe ku, pişta te lêbe û tu dûrî wî here.. Carna jî kursî ji rûniştna rûniştvanan diwestin! Gelo çima kursî nameşin û ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana.. Bawer nekin ez ê bêhêvî bibim, hêviyên min mezin in. Xweş bawerim wê kursî biaxifin..! Lê ne bi vî zimanê ku îro em pê diaxifin..
  Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeşe.. Hingî devê xwe bigire, ne bistirê û ne bike hawar, kî bi te dikene, bela bikene.. Lê dema ku tu di bajarê koran re bimeşe, destê xwe deyne ser çavê xwe da ku, diz û keleş te nebînin.. Ew ên ku di mejiyê te de dimeşin û bi navê te durişmên ji xwe û te mezintir, ji bo rizgarbûna welat bang dikin.. Pêwîste tu xwe razî bike, ku tu ji wan bawer dikî û destê xwe ji ser çavê xwe nede alî.. Bela çavên te girtî bin, wê ji te re bêjin tu mirovekî çak û rind e.. An na, wê ji te re bêjin tu kurdekî tirsonek, bizdonek û newêrekî.. Bela çavên te girtî bin, destê xwe ji ser wan nede alî.. Li dûr mêze neke, bêdeng be da ku serê te neêşe û xew li te neherime..
 Carna tu mêze dikî ku cudahiya me û ereban, tirkan û farisan ziman e û rêxistinên me, ziman di ser guhên xwe re avêtine, bi dûv qezencên xwe yên kesayetî de kor bûne, nakokiyê ew kerr kirine, dubendiya di navbera siyasiyan de ew lal kirine.. “Hêk ji mirîşkê ye an mirîşk ji hêkê ye” ew heyrandine û milet perîşan dibe, ziman û folklorê me toşî talanê dibe..
 Carna zor e ku mirov bêdeng bimîne, lê ezbenî xwe fêr bike.. Xwe fêrî bêdengiyê bike û ku ji te hat xwestin û tu neçarî axaftinê bû, bi darên mala xwe re biaxife.. ku nebin, bi darên di kolanê de biaxife, ku ew jî nebin bi xwe re biaxife û bêje; ev heyamekî lewitî ye, ta bi qelem, kaxet, sinc û kursî lewitîne. Lê ji min re nebêje were beşdariya bêdengiyê bi min re bike, hez lalbûnê nakim, ji ber ku her dem hez dikim, van gotinên Mîr Celadet Bedirxan bêjim:
 (Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..) Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmar (1) Beyrût /1943.
 
Qamişlo, 15/08/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…