Cankurd
Qanatê Kurdo, bêguman jiyana xwe kir berdestiya neteweya Kurd, gelek sal û mehan xebat kir ji bo ziman, rêziman û wêjevaniya gelê xwe yê bindest û niştê xwe yê parçekirî, lew re berhemên wî wekî stûneke stûr in di binyada teviya zimanzanîn û wêjenasîna Kurdan de. Ev pirtûka herdu hêjayan: Dr. Husên Hebeş û Tosinê Reşîd wê bêtir rohniyê bavêje ser kar û keftelefta vî mirovî, ku mîna mûmekê jiyana xwe da sotandin, da zimanê kurdî biparize, kûrtir û firehtir bike û bingehêd wê yên rêzimanî bide diyarkirin û nasdan. Ez dikarim bibêjim, ku ev pirtûk hêjatirîn pirtûk e li ser kesekî, ku mezintirîn zimanzanê gelê Kurd e.
Ev berhema Dr. Hebeş û Tosinê Reşîd, ku ji 260 rûpelan e, tê de rengareng gotar li ser jiyan û nivîsekariya Prof. Qanatê Kurdo hene, ku ji aliyê gelek rewşenbîrên navdar ve hatîne lêkirin, bi harîkariya Dr. Beşar Moustefa û weşanxaneya wî ya bi navê SerSera li Berlin, bi çapeke ciwan û serkeftî, hatiye belavkirin û di bin jimareya fermî (ISBN: 978-3-96640-041-1) de derketiye. Ev çapa sêyemîn e, ku heta niha rohnî dîtiye, berê carekê ji aliyê weşana Hogir ve li Bonn/Almaniya, di Gulana sala 2000î de û careke dî ji aliyê Yekîtiya Nivîsevanên Kurd ve, li Duhokê, bi tîpên klasîkî hatiye çapkirin, û sala 2009ê bo Internetê jî bi bûneya sedsaliya Qanatê Kurdo hatiye amadekirin.
Di pirtûkê de, li gel sergotinêd herdu nivîskarêd wê, gelek gotar û berhemên li ser jiyan û xebatên Prof. Qanatê Kurdo hatîne, ji wan jî gotarin ji Rûsî hatîne wergerandin hene.
Bi kurtî: Ev xebateke mezin e, li ser Fîlosofekî, zimanzanekî, lêkolînerekî û wêjevanekî ye, ku mîna durreyekê li ser eniya rewşenbîriya neteweya Kurd wê hetaheta vebirîse û wê harîkar be, bo her kesekî, ku hezkiriyê ziman û wêjeya gelê Kurd e. Divê ev pirtûk ciyekî bilind li bal her nivîskarekî Kurd de bistîne.
Berxwedar be, hêjano, hem lêkirên pirtûkê: Dr. Husên Hebeş û Tosinê Reşîd, hem jî derhênerê wê Dr. B. Moustefa. Mala we ava be.

Şîrove (0)