Min herdû Şingalname nebirin serî

 Qado Şêrîn

 

Min bi eşq dest bi
xwendina romana Şingalname ya Brahîm Yûsif kir. Min ji bo xwendina romanê sê
dan ji dema xwe terxan kiribû, taku giham rûpela 218an. Ya rast gerek bêjim ku
rûpelên dawî ez işkence dikirim, berî ku Daişiyên teres zerî û xatûnên Şingalê
işkence bikin, êdî li ba rûpela 218an rawestiyam û min nema dikarîbû xwendina
romanê berdewam bikim. Nayê bîra min ku min xwendina romanekê bi dawî neaniye,
jixwe rûpelên dawî yên romanan bêtir min bi xwendinê ve girê didin, û bileztir
pêve diçim, daku zû bighêm dawî û bûyer, kesayetî, naverok, hevok û şêweyê
nivîsandinê wek xwendevan, û wek rexnevanekî bi dawî bînim, bê ka nivîskar bi
çi şêweyî hevok û tevna kesayetî û bûyeran hûnandiye, piştî li ba rûpela 218an
rawestiyam, û min nema dikarîbû xwendinê berdewam bikim, rabû min li ser dîwarê
xwe yê facebookê lêborîn ji Brahîm Yûsif û Êzîdiyên Şingalê wisa xwest:

“”Bibore Brahîm Yûsif, 
Min nikarîbû ji rûpela 218an wêdetir biçim û
bixwînim, û bi girî, bêzarî, şikestin, destdirêjî, tazî, birçî, tî, derbiderî û
di nav xwînê de romanê bi dawî bînim. 218 caran mirim.
Biborin zeriyên Şengalê, ez reva xwe radighînim,
min nikarîbû êş û azarên we, şikestin û bêzariya we, kirîn û firotina we bi
giyanê xwe re, parvebikim..Biborin.
Rû bi rû, ezê ji Brahîm li qedera Roka, Demhat,
Têlî, Derya, bipirsim.””.


Dema min dixwend, û Daişiyan dest dirêjî
zeriyên Şingalê dikirin, ez şil dibûm, min cilê xwe diguvaştin, tiştek ji wan
nedihat dawerivandin, min nikarîbû wî hestî veşêrim. Dema zarok li ser rêyên
ber bi çiyê ve tî dibûn, xweziya min zuha dibû, zimanê min bostekê ji devê min dikişiya,
hêl di min de nedima rabim qurtek av vexwim.

Çi cara dengê guleyên çeteyên Daiş dihat, xwîn
bi ser serê min diket, bêhna xwînê li pozê min dixist, min mîna korekî, bê hest
destê xwe li cihê birînê dipeland, bi qêrînê re agahdar dibûm ku bi tenê xwendevanê
romanê me, ne li ser bênderên Koçe me, daku wek jimarekê ji kokujiyên rojane
bêm kuştin. Ji bo ji wê xewnê, na ji bo wê işkenceyê bi dawî bînim, min
xwendina romanê bi zimanê erebî rawestand.

Wek mirovê xwe bixapîne, ji orcînala bi erebî,
min dest avêt wergera bi kurdî. Cemîl Îbrahîm roman ji erebî wergerandiye
kurdî. Min ji xwe re got; de ka ezê xwendina romanê bi kurdî berdewam bikim
daku, bizanibim bê çi hat serê kesayetiyên romanê, wek Demhat, Roka, Têlî,
Derya û yên din, bê ka çi hat serê zarok û girtiyên li ba segên Daiş. Wê kêlîkê
hevok, peyv, şêweyê wergerandinê û avakirina romanê ji nû ve, ne li bala min
bûn, ji min re bi tenê qedera kesayetiyên romanê pêwistbû. Ew şaştiya min a
mezin bû. Dema min dest bi xwendina kurdî kir, min kesayetiyên romanê nas
kirin, wek ku ez û wan bi hezarên caran pêrgî hev hatibin û bi hev re jiyabin,
belkû bi hev re li ba çeteyên Daş dîl û girtî û di bin işkenceyê de bin, lê ji
min weyê romanek din dixwînim, romanek ku Cemîl Îbrahîm bi xwe nivîsandibe û
Brahîm Yûsif wergerandibe erebî.

Eger min bizanîba ku wisa ye, minê wergera
kurdî ji destpêkê de bixwenda, daku ji werger fêrî avakirina hevokên kurt û hesan
bibim, û çawayîna bi kar anîna gelek gotinên ku min nema bi kar dianîn. Hevokên
werger hema hema bihêztirin ji yên nivîskar, eger mirov herdû zimanan kurdî û erebî
li beramberî hevûdu deyne, mîna:

Mane
ez di temenê neviya te de me, çawa tu wilo bi min dikî!!??
.


Ew li ser xwesteka xwe sûrbû, ji min
xwest ko ez bi (organ)ê wî bilîzim heya rep bibe!!, min bi ya wî nekir, bi
qamçiyan li min xist, heya niha jî şûna qamçiyên wî li ser pişta min mane û
xuyane; wî ((organ)) ê xwe bi memikên min yên biçûk ve firkand, dixwest nêzîkî
devê min bike, dilê min lihevdiket, û min dikir ko ez verişim, herdû gunên wî
weke du nepoxên zarokan yên ba ji wan çûyî, çilmisîbûn; şevekê hat û ji min re
got:


”Sedema
ko heya niha min nikarîbû ez te ji keçkanî bixînim, tu yî!! ”…


Min jê pirsî:

Çawa!!??
….


Tu
xwe bi dest min ve bernadî loma!!

….
(rûpel 201)

Mirov destê xwe deyne ser wicdanê xwe û dilê
xwe bişopîne daku bi tenê rastiyê bibêje, werger Cemîl Brahîm roman baş
wergerandiye, baş xwe westandiye, bi zimanekî xweşik û nazik, û bi gotin û
hevokên hesan wergerandiye. Ev nayê wê wateyê ku werger ji aliyê rêzimanî û
nivîskî ve şaş neçûye, hema ezê ji nimûneya li jor nimûneyan destnîşan bikim,
wek; lihevdiket- li hev diket, min nikarîbû ez te-min nikarîbû te, û min dikir
ko ez verişim-û min dikir ko verşim.

Li gel ku wergerê ew hest li ba min peyda kir
ku, romanek din dixwînim, romanek ku werger ji nû ve, ji ba xwe nivîsandiye,
neku hatiye wergerandin, lê mixabin dîsa jî min nikarîbû bixwînim û bighêm
dawiya omanê.

Belkû, demek din, sala bê lê vegerim û ji nû ve
bixwînim, yan jî ezê li ba bijîşkan li rewşa xwe ya tendurustî bipirsim, wek
çilo rizgarkiryên ji destê Daiş, pêwiste li xwe û tendurustiya xwe bipirsin.

04/07/2019

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…