Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya mihrecana siyamîn bi helkefta rojnemegeriya kurdî vejand

 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, roja  yekşemê 21.04.2019 an, siyemîn mihrecan bi helkefta  salvegera 121 ê ya roja Rojnamegeriya Kurdî li hola Zana li bajarê Qamişlo lidar xist, ji bo pîrozkirina weşandin û çapkirina yekemîn rojnameya kurdî “Rojnameya Kurdistan” ku ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve, sala 1898 an li Misrê hatibû weşandin û li kurdistanê dihat belavkirin.
 Mihrecan bi amadebûna hejmareke mezin ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û nûnerên tevgera siyasî li Kurdistana Sûriya lidar ket, û piştî xuleyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û taybet Mîr Miqdad Midhet Bedirxan.
mamoste Muhemed Ebdê bixêrhatina amadebûyan kir û pişt re mamoste Heybet Me`mo peyva Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pêşkêş kir û di destpêkê de roja Rojnamegeriya Kurdî li tevaya miletê Kurd pîroz kir, û paşî pêdeçûneke dîrokî li ser rojnamegeriya kurdî û bi taybetî li ser rojnameya kurdistan pêşkêş kir.
 Herwisa bi vê helkeftê ji aliyê hunermend û helbestvan Fewaz Hisên Elî ve çend stranên folklorî hatin pêşkêş kirin, û çend helbest ji aliyê herdu helbestvanan Yûnis Hemê û Dildarê Aştî ve hatin pêşkêş kirin.
Herwisa bi vê helkefta pîroz, panêleke diyalogê li ser rojnamegeriya kurdî bi pêşkêşkeriya Mamoste Muhemed Ebdê û beşdariya rojnamevan Ehmed Bavê Alan li ser navê rojnameya (Bûyer), mamoste Hesen Remzî li ser navê Rojnameya (Kurdistan), Mihemed Husên rojnamevan û masterê ragihandinê, mamoste Ebdulrehman Mihemed li ser navê rojnameya “Ronahî”, nivîskar Nayif Çibîro nûnerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û nivîskar Ebdulhekîm Ehmed Muhemed endamê komîta çapkirinê û desteya nivîseriya kovara “Pênûsa Azad” ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.
 Di panêlê de ev xalên jêrîn hatin gengeşekirin:
 1- kurtiyek li ser dîroka her rojnameyekê yan jî her kovareke kaxezî, hejmara wan û pirojeyên wan yên ji bo paşerojê.
 2 – Girîngiya rojnamegeriyê û rola wê di civakê de:
 A- erkên rojnamevan.
B – rola rojnamevan di gihandina nûçeyan de.
 3 – Bandora  mediya civakî li civakê: Facebook, Twitter, YouTube, …
4 – Mekanîzmên pêwîst ji bo pêşvebirina rojnamegeriya kurdî ji çapemeniyeke xwecihî ber bi rojnamegeriyeke herêmî û global.
5 – peyva dawîn ya beşdarên diyalogê.
Mihrecan bi xelatkirina peyamnêr û nûçegihanê kanala (Rûdaw tv) Ferhad Hemo, yê ku heta niha çarenivîsa wî ne diyar e, her ji dema hatî revandin bi destê çeteyên terorîst di dema radibû bi karê xwe bi romalîn û şopandina rastiyê, bidawî hat, û ji aliyê malbata wî ve xelat hat wergirtin, weke rêzgirtinek ji hêla Yekîtiyê, û paşî bi ahingekeke xweş ji aliyê hunermend Fewaz ve, bi çend stranên qeşeng û bedew mihrecan bidawî hat.
 Em weke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, pîrozbahiyê li tevaya gelê kurd dikin û hêviya pêşketin, serkeftin û peyvek azad û ji bo rojnamegerî û rojnamevanên kurd dixwazin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Qamişlo 22.04.2019

 
 
 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…