Helbest u Vidyo

WESTANDIM

Xizan Șîlan

arzûyên
li ber bayê felekê ketî
dara bextewariya biharên
pel weşandî
qêrîna gewriya bedenên
şewitî
û stûyê mezlûmên
bi kindira sêdarê ve
daliqandî

ez westandim
hovitiya
celadên serdeman
êşkenceya zîndanên rûreş
xwîna wek çemên melûl
herikînî
û bêhna cendekên ji kolanan
difûre
ez westandim
cehaleta
zimandirêjên xwenenas
axa şaristaniya ku ji kezebê
dinale
sînga berbangên
êş û keseran dikişîne
û rondikên
di korta çavên dayikan de
cemidînî
ez westandim
zarokên li quncikên tenha
sêwî mayî
xeyalên saf û sefîl ku hatinî dizîn
endîşeyên dahatûya nediyar
û bêdengiya
Cîhana ker û kor
ez westandim
agirpêta
eşqa dilê sipîsar bûyî
qedera
kirasê xerîbiyê li bejna xwe
pêçayî
jana bêxewiya şevistanên payî
û tirsa ketî zikê tava heyvê
ez westandim
kul û kederên laşê demsalên
bêçare
hêviyên bask şikestî
keştiya giyanê li nav pêlên har
asê mayî
hêrs û nefsa mirovên hesûd
û zilma çaxên genî
ez westandim
şîrheramên
li baxê hezkirinê kemîn vedanî
xençera di cîgerê wîjdanê re
çûyî xwarê
tenêtiya li nav qelebalixan
dengvedana ramanên kûr
giraniya barê tûrikê pirsên
nependî
û gera li pey bersivên
di mêjiyê min de diçeliqin
ez westandim

Xizan Șîlan
2018-09-22
Stockholm  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…