Nivîsandina ko ji dil derdikeve… Serkeftî ye

 Ezîz Xemcivîn

‘’Dîtin û Bîrhatin’’
Pertûka Mamoste rêzdar Adil Duhokî ye, hin dîtin û Helwest û Bîrhatinên xwe tê de nivîsandine.
Bi coş min Rûpelên Pertûkê xwendin, ez ji belgehkirina Serbûrî û Bîrhatinan hez dikim û derfetek bû jî ko min hin Pêzanîn li ser Jiyana Pêşmergayetiyê û zehmetkêşana wan di dema ko Pertûk tê de hatiye nivîsandin nas kirin…

Adil Duhokî bi rastiyeke vekirî axivî ye, pesnê qehremaiya Kurdan daye, hin Bûyerên tiracîdya û diltezîn hin di Jiyana wî bi xwe û hin jî ya Hevalên wî de aniye ziman.
Pertûk ravekirineke Jiyana Partiyetiyê jî tê de heye, ji xwe piraniya wê ji Zayîna Partiya Gel heta bi Wexera wê ya dawî, ko pakrewan Samî Ebdilrehman Serokatiya wê dikir û Duhokî xal in giring li ser Kesayetiya wî û çawaniya desthilatiya wî ya tund di Partiyê de û nehêlana Hevrikan li himber xwe û mîna gelek ji Serokên Partiyên me ko nahêlin Hevalên wan yên şareza bipêş ve bikevin û destdanîna Samî ser hemû Movikên wê Partiyê, Duhokî li ser piraniya Nakokiyên xwe û yên Hevalên Partiya Gel  bi Samî re peyivî ye…
 
 
Birêz A. Duhokî  Rûdanên diltezîn, Komkujiyên bi Destê Rêjîma Seddam Husên çêbûne bi taybetî yên li Kampa Zêwe û li Bajarê Urmiyê li rojhelatî Kurdistanê çêbûne, hem Jiyana Pêşmergayetiyê di navbera Başûr û Rojhelatê Welat ya wê Serdemê û perîşaniya Xelkên me bi taybetî piştî têkçûna Şoreşa Kurdî bi serpereştiya Barzaniyê nemir sala 1975ê ko ew Şoreş û ew Milet bûn goriyên Peymana Cezayir û di pey re li ser hatina Xumeynî û guherîna Welatê Îranê ber bi Olê ve, û delîvekirina xelkên belengaz nivîsandiye… h.d
Çaxê min Pertûk dixwend û diketim himêza Bûyeran min nedixwest bidawî bibin, lê ji ber ko piraniya wê li ser Karê Partiyê bû hinekî  ez bêzar dibûm, ji min ve wisa bû, dibe hinekî din ji wî aliyê din hez bikin…
Tev ko min dixwest Pertûk bi Pîtên Latînî baya, lê birêz Duhokî  bi Pîtên Aramî nivîsandiye, hin Bûyer jî bi kurtî nivîsandine, ko ew Bûyerên giring divabû bi firehî li ser bipeyive, mîna hin Pêşmergeyên dêrîn û qehreman lê hest bûm ko çimkî ew ne ji Partiya Gel bûn birêz Duhokî Mafê wan di Pertûkê de wek ko tête xwestin nedaye wan, min dixwest Pertûk bêtir ji Nakokiyanên navxweyî yên Partiya Gel baya, eger ew Aliyê ko ez Mebest dikim berfirehtir ba wê Pertûk bêtir Cihê xwe bistanda, lê tev li wisa jî ev Dîtinên min ji Nirxê Pertûkê kêm nakin, çimkî ciwanmêr Mala wî ava be, xwe westandiye, Beşek ji Dîroka me ya windayî aşkere kiriye…
Xaleke din jî bala min kêşand, Şaşitiyên tîplêdanê, anko Şaşitiyên nivîsandinê, ez evê yekê jî nakim gunehê birêz Duhokî, dibe Rewşa ko têde nivîsandiye ji hêrsa Bûyeran nikarîbû bi hûrbînî lêvegere an bixwîne, carina yê Nivîskar çendîn car Pertûka xwe dixwîne jî lê Şaşitiyên xwe nabîne, lê ev Pertûk ji Weşanxaneyekê derketiye, çawa lêvegera wan lê nîn e, eger lêvegeriya bin û ew Şaşitî nedîtibin hêj kambaxtir e…
Awayê ko Pertûk pê hatiye nivîsandin Gelêrî ye bêtir ji Wêjeyî be, Nivîskar xwe ji Şêwezarê Civakê bidûr nexistiye, dibe jî ew wisa hez dike Ramana xwe bigehîne, ev jî  nekêmasî ye, Pertûk  Berhema Nivîskar a yekem e …
Bi giştî dibêjim min Pertûkek ko jidil hatiye nivîsandin xwend, û jidil jî ez pîroziya birêz Adil Duhokî dikim û bi hêvî me Karê xwe yê nivîsandinê berdewam bike…

28.03.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…