Waneya herî mezin ji rêkeftina 11 Adarê

Idrîs Hiso

 

Di
49 emîn salvegera rêkeftina 11 Adarê ku tê de gelê kurdistanê bi serokatiya
nemir Barzanî mafê otonomî bidestxist û hikûmeta Iraqê wê demê dan bi mafê gelê
kurd da ku ew jî neteweya serke ye li gel ereban di Iraqê de û Iraq wek welat
ji du neteweyan pêktê ligel dan bi mafê hemû netewe û pêkhateyên din.

Girîngiya
vê rêkeftinê di wê yekê de ye ku bi fermî dan bi mafê gelê kurd û hebûna wî wek
netewe û cografî li ser xaka xwe da, dan bi hebûna kurdistanê da, ku bê îradeya
kurdan û ji ber berjewendiyên zilhêzên cihanê wê demê bû beşek ji Iraqê.

Xala
nerênî di vê rêkeftinê de ew bû ku gelek deverên kurdistanî li xwe negirt ji
wan Kerkûk û Şingal û deverên wek Xaniqîn, ew deverên ku niha ji wan re tê
gotin deverên ji Kurdistanê hatine dabirîn an jî deverên nakokî li ser.


amajeyek hebû ku divê li van deveran serjimarî were kirin û piştre biryar li
ser wan deveran were dan, ka wê beşek bin ji kurdistanê –Herêma otonom- an na.


mixabin berî ku xalên rêkeftinê biserî bibin rêkeftin bi xwe hat rûxandin û
hikûmeta Iraqê dest bi ferzkirina desthilata xwe li Kurdistanê kir.

Piştre
û bi rêkeftina di navbera Iraq û Îran de di sala 1975an de dawî bi mafê otonomî
ji bo kurdistanê hat û şoreşa kurdistanê careke din hat beravêtin û hikûmeta
navendî careke din destê xwe bi temamî danî ser kurdistanê.

Yek
ji xalên ku nehişt ev rêkeftin ber bigre, kêşeya Kerkûkê bû ku rêjîma Iraqê û
ji ber petrola li wê parêzgehê ne dixwest wê radestî kurdan bike û dan bi
kurdistaniya wê bike, herwiha her yek ji Tirkiyê û Iraqê piştevaniya Turkimanan
dikir jibo rê li ber armancên rewa yên gelê kurdistanê di Kerkûkê de bigre.

Piştî
derbasbûna nêzîkî nîv çerxekî hîna jî heman kêşe li ser Kerkûk, Şingal, Celewla
û Xaniqînê berdewam e û hikûmetên Iraqî berdewam dan bi kurdistaniya Kerkûkê
nadin.


tiştekî din diyar e wek tîrêjên tavê ku vîna gelê Kurdistanê bi top û tangan
naşikê, çinku kurd li ser doza xwe berdewam in û dê mafên xwe bidest bixin.

Doza
ku gelê wê li ser rêbaza Baraznî yê nemir xebata xwe dike ji bo bidestxistina
Azadiyê dê nemire û dê ber bigre û hikûmetên ku dixwestin vîna gelê kurd
bişkînin û rewt û rebaza Barzanî di nav gel de tine bikin, bi êrîş,
derbederkirin, talan kirin û dagîrkirin hemû çûn zibilxaneya dîrokê bi tenî Barzanî
û Barzaniyet berdewam e, û serkeftin li pey serkeftinê tomar dike, dibe ku ev
waneya herî mezine ku mirov sûdê jê werbgire di bîranîna rêkeftina 11 Adarê de.

10.03.2019

Rojnameya
Kurdistan – hejmar 145- 15.03.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…