EZ ( JÎ ) KURD IM !! .. LÊ TENDURISTIYA APO NE YA MIN E ( JÎ ) !!

   Mervanê keleş
 Mervan111@hotmail.com
Di jiyana milletan de pir caran WÊREKÎ û ‏‏dengê zelal û bêtirs û bi bilindî ji zanyariyê jî

Bêwîstir û bi sûdtire !!
EV demeke ku layingirên PKK ê bi durişmeke DIRINDE û SEQET dîsa dest bi çalakiyekê kirine ew jî ev e : ” tenduristiya APO tenduristiya gelê Kurd e ”  !!
MA gelo dema tenduristiya gelekî bi tenduristiya kesekî ve girêdayî be !! Ma ew nayê wateya
ku mirina wî kesî jî mirina wî gelî ye ? Îcar ev durişme çiqasî barûte ye ? Û xeşîmiya kesên li pişt wê diyar dike ! Yan jî dîmoxaciya wan ku dixawzin pê millet bixapînin û girêdayî xwe û nezaniyê bi çi buhayî be bihêlin berz dike ?
DEMA hebûna milletekî bi hebûna kesekî ve girêdayî be ma wê gavê ew gel ne beramberî
qirkirineke xwezayî ye ? Û têkçûna wî nêzîk û li serê sikakê ye !? Îcar ev durişme dîsa çendî mîrat û bêbext e ?!
LI gorî dîroknasan milletê Kurd ev bêhtirî 3000-4000 hezar sal in ku hebûna xwe dûmandiye ! Îcar di nav wan salan de çendîn kesatiyên Kurd yên zana û qehreman hem xwezayî û hem bi kuştinê jiyana xwe winda kirine ? Lê dîsa jî vî milletê gewr e temenê xwe bêşve biriye û gihandiye vê serdemê .
Îcar ev çi hewar hewara vala ye ku li dar xistne ?
JI dîroka nêzîk , ma APO ji MALBATA BEDIRXANIYAN , Şêx Mehmûdê Hefîd , şêx Seîd , Simko , Qazî û Barzanî ku tev îroj ne li nav me ne , ma ew ji tevan  berztire dema em li herkeskî li gorî dema wî lê binerin ? Çima tenduristiy û mayina gelê Kurd bi koç kirina wan nemiran ji nav me têk neçû ?!
ÊDÎ şerm e dev ji vî gelê perîşan berdin û bese pêşeroja wî li ber wî rewrewkî bikin û wî mijûlî kêşeyên bê wate û kesperestiyê bikin !!
DI çerxa îroyin de millet hebûna kes diparêze ne kesatiya kes millet li pê dihêle . Helbet kesatiyên ramyar bawndora xwe li dîrokê dikin, bêhtir di dema berê de . Lê îroj dem dema pisporî û MÛESSESATA ye , yanî dem nema dema efsanwarî û sûppirmana ye !
KURD her hebûn û her wê bimînin û ew hebûn ne girêdayî îdyolojiyên şimûlî ( tevayî ) ye ! Sofîtî û parastina kesheziyê û tekkesiyê binpê bû ye û ji xwe berê jî xwehezan bi îdyolojiyên tevayî jiyana milletan serûbinî hev kirine û mînakên nêzîk : Stalîn , Hîtler , Mao , Franko , çawçîsko, Markos , Polpot, Esed û Seddam li ber çavan in !!!

Ingilistan

11/ 05 / 2007.

Têbînî :

1-Mirovên girtî  kî bin yan ji ber çi sedmê girtî bin gereke mafên wan yê mirovane binpê nebin û danûstendin li gel wan pêwiste di çarçeva peymana mafê mirova de be !

2- Berî demekê nameyke elktronî ( E-Mail) bi zimanê Erebî ji min re hat ku tê de gef li min hatibûn xwarin ku gereke ez êdî li hember PKK ê û serokê wê bêdeng bim û devê xwe bigirim, yana ew ê bi ” ŞÊWEYIN DIN ” nêzîkî min bibin û li jêra wê (LÎNKA )

Malpera Hêza Parastina Gel heye ! Min ew li ser sêlikekê parastiye û kopiyek jê radestî polîsê Ingilîzî kiriye !  Bila  TEVGER Û REWŞENBÎRÊN Kurd jî haya wan   bi taybet lê Rojava ji wê gefxwarinê hebe!! Û ev gotara min jî  bersiva wê gefê ye !!
Bala xwe bidê nê ew li gel Tirkên FA‏‏ŞÎST di agir bestê de ne lê gefan ji nivîskarekî Kurd re dişînin !!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…