Ji Evîna Rojên Kevin (53); Bavê Min!*

 Konê Reş

  Her ku rûpelekî dinivîsim, gotinên bavê min têne bîra min.. Her ku li çîrokên kalemêrekî guhdarî dikim, cardî gotinên bavê min têne bîra min.. Çendî hewil didim ku xwe ji bavê xwe rizgar bikim, bi min re dernakeve..! Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; baş problem û serpêhatî hatibûn serê wî.. Wî şîret li me dikir û digot; kurên min! Qenc bin, tiştek ji xerabiyê nayê ji xerabiyê pê ve; “Qeckiro bi xwe kiro û xerabkiro bi xwe kiro” û digot; yê ji mala xwe re ne qenc be, nikare qenciyê bigihîne mala cîranê xwe.. û nav di me de dida ku em qenc bin û di xwendina xwe de xurt bin..

 Her ku ji gund diçû Qamişlokê an cihekî din û vedigeriya malê, çîroka çûna xwe bi hûrikî ji pîrka min Nûra Keye re digot û xwêdan pê diket.. (Bavê min ji wan kesên ku ta di zivistanî de jî xwêdan dida!). Piştî ku Nûrê çû rehmetê, çîroka çûna xwe ji diya min re digot.. Min jî, di wê zaroktiyê de, bi tev hestê xwe lê gudarî dikir.. Di bin bandora gotin û şîretên wî de mezin bûm û ji wê hingê ve wêneyê wî li ber çavên min e û gotinên wî di qula guhên wî de bi zingezing in.. Niha, car caran diya min ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî bi encamê keda û westandina wî re bihata..
*     *    *
  Bavê min, nexwende bû. Vê paşiyê fêrî hin axaftina bi zimanê erebî û xwendina Quranê bibû.. Quran li gor zanîbûna xwe dixwend û hin caran dengê xwe bi xwendinê re bilind dikir.. Gelekî hez xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin.. Ew sofiyekî Barzanî bû.. Di destpêka salên 1960`î, heyamê şoreşa Barzaniyê nemir de, radyoyek wî hebû, her esir gundî dihatin mala me, li Dengê Kurdistana Iraqê guhdarî dikirin.. Piraniya gundiyan hez Mela Mustafa Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. Di mala me de kesî hez Lenîn, Stalîn, Cemal Abdulnasir û Xalid Begdaş nedikir.. Xweş tê bîra min, wê hingê hin xortên malê û gund divîbûn bibin pêşmerge û digotin: “Ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên şerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuştin, na, bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuştin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantir e.. Dixwaze di welatê xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!”.
*     *    *
  Bavê min mamostayê min yê jiyanê bû. Yekemîn kes bû ku di warê nivîsandinê de, ez dehif dame.. Di sala 1974`an de, ji bo nameyekê ku min ji birayê xwe re şandibû û têde behsa zilma û zora rêjîmê li ser binxetiyan kiribû; bê çawa rêjîmê xelkên ereb ji parêzgehên dûr anîne nav xaka kurdên Cizîrê.. Seba vê nameyê emniyetê êrîşî mala me kir; pirtûkxaneya min sexte kirin, bav û birayê min yê parêzer girtin û birin Qamişlokê, ji bo bersivdanê.. Piştî wê nameyê bi pêlekê, bavê min ji min re got: “Lawo! Helbet nameya te bi nirx û dijwar bû.. binivîse, texsîr meke, lê hayê te ji te hebe, rêjîm bê ewle ye..”. Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min de.
* Bavê min (Hecî Osmanê Evdo); wek piraniya xelkên Beriya Mêrdînê bi cil û bergên erebî bû, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û bergên Kurmancî bûn; bi şal û şapik û kum û koloz bûn. Ew di roja 24/12/1985`an de li gundê me Doda koçka dawî kir. Ez û bavê xwe di orta wêne de ne/1980.
Qamişlo 07.03.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…