Dr. Nûredîn Zaza Û Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De

Konê Reş

  Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera şev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê adarê şev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi şûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..
  Li gor ku ez serwextî tevger û rewşa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêşwaziya Cejna Newrozê kiriye.

Berî hingê hayê kesî ji xelkên Rojava ji Cejna Newrozê nebû.. Ew aghadarî û pêşwazî jî, bi xêra helbestvanê netewî Hejarê Mukiriyanî destpê kir.. Piştî herifandina Komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan Hejar Mukiryanî wek penaberekî siyasî di sala 1956’an de hatiye nav Kurdên Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbepiyê maye, paşê çûye Şamê.
  Li Şamê, çav bi welatparêz û ronakbîrên kurdan ketiye wek: Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrm Beg Cemîl Paşa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen xanim Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can digel maldar û welatparêzan ji kurdên Şamê û qutabiyên ku wê hingê li Şamê dixwendin.. Ji wan re çîroka Newrozê gotiye û xwestiye ku ew jî wek birayên xwe kurdên Îranê û Îraqê, 21`ê adarê, cejna gelê Arî, Newrozê bi aheng û kêf û şahî pêşwazî bikin, derkevin seyranan û vejînin. Li gor ku min ji gelek kesan bihîstiye; dostaniya wî û Dr. Nûredîn Zaza gelekî xweş bû, di 1956`an an 1957`an de birek ji wan welatparêzên kurd yên ku min ew bi nav kirin, di serê wan de Dr. Nûredîn bi xwarin û vexwarin çûne (Xûta li Şamêغوطة دمشق/), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Ev çûna wan yekemîn car e ku kurdên Sûriyê pêşwaziya cejna Newrozê kirine. Belê ji sala 1957`an û virde, piştî damezirandina (Al-Partî), di nav Kurdên Sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kiriye.
  Ji wê salê û pê ve, Cejna Newrozê di nav Kurdan de hatiye pêşwazîkirin. Belê di warekî gelekî teng de bû û bi rengekî gelekî veşartî bû.. Vê paşiyê, hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bûye û gelek kesan navê Newrozê li zarokên xwe kirine.
  Bêgûman rola Dr. Nûredîn Zaza serokê Al-Partî di şiyarkirina hestê netewî û belavkirina Cejna Newrozê, di nav kurdên Şamê de zor mezin bû. Hem jî, di nav kurdên Efrîn, Kobanî û Cizîrê de. Nexasim piştî ku Al-Partî di sala 1957`an de hat damezirandin û biryara Cejna Newrozê bi rengekî fermî ji rex Al-Partî ve, bi serokatiya Dr. Nûredîn Zaza hat standin û dest bi vejandina Cejna Newrozê di nav kurdên Rojava de hat kirin. Anku bêtir biryar ya Dr. Nûredîn Zaza bû..
  Lê di sala 1986`an de, dema ku kurdên Şamê divîbûn derkevin dervî Şamê, Newroza xwe pêk bînin, endamên emniyeta Sûriyê ew qedexe kirin û di encamê de, Silêman Adî hat kuştin. Ji wê hingê ve, serokomarê Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21`ê Adarê bi navê (Cejna Dayikê), wek rojeke bêhinvedanê binav kir. Ji wê salê ve Kurdên Sûriyê Cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên Kurdên Rojava de pêşwazî dikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…