Serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî nanivîsin!

Idrîs Hiso
Berdewam ez rojnameya Kurdistan ku zimanhalê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S)ê ye dixwînim, herwiha li gorî xwe beşdarî nivisandina mijarên wê dibim, di beşê Kurdî de.
Rojnameya Kurdistan-an go nîvmehnameya Kurdistan- her pazdeh rojan carekê hejmarek kaxezî belavdike û têde çalakî, helwêst û berhemên serkirde û endam û alîgirên rêbaz û siyaseta PDK-Sê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)têne weşandin.
Rojnameya Kurdistan bi du zimanan tê belavkirin, zimanê Kurdî û Zimanê Erebî, hejmara daneya erebî gihştiye 600 û hejmara daneya kurdî gihştiye141!
Navbera herdu hejmaran gelek e bi şêweyekî ku mirov jê matmayî dimîne, mane ev rojname ziman halêpartiyek kurdî û kurdistanî ye, vêja çawa bi erebî 600 carî hatiye weşandin û bi kurdî tenê 141 carî?!
Bi her halî tiştê ku bala min kişand li ser dirêjeya çend hejmaran ku yek ji serkirdeyên vê partiyê di beşê kurdî de nanivîsîne? Bi kêmanî di hejmarên hersê mehên dawî de, çinku hejmarên din him nayên bîra min him jî halê hazir min ew bi destnexistine.
Nebûna berhemên serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî di rojnameya serekî û zimanhalê partiyê de li cem min pirsa çima afirand, Çima serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî nanivîsînin?
Bi dehan serkirde, berpirs û –Qiyadî- li cem PDK-Sê hene aya çima bi kurdî nanivîsin? Ji mafê endamên partiyê ye ku ji van serkirdeyan vê pirsê bikin û ji mafê wan e ku bersivê jî bibhîzin.
Li gorî zaniyariyên li cem min û ji bo mafê kesî neyê xwarin, li ser tiliyên destekî tên jimartin serkirde û berpirsên ku bi kurdî ji bo Kurdistan nivîsîne ew jî bi rêjeyekî herî kêm, ji serkirdeyên ku bi kurdî nivîsîne mîna Ebdulrehamn Apo û hinin din.
Partiyên kurdî û kurdistanî ji bo parastina hebûna kurdan hatine damezirandin, mercê herî sereke ji bo parastina kurdan heta nivisandina vê gotarê hebûn û parastina zimanê kurdî ye, ji bo mafê ziman bi sedan xelkên me hatine girtin û ji bo bidestxistina mafê perweda bi zimanê dayikê bi dehan û bi sedan hatine zindanî kirin û îşkence û şehîd kirin.
Lê diyare qedir û qîmetê vê yekê li cem serkirdeyên PDK-Sê û partiyên din jî nîne ku serkirdeyên wan xwe mandî bikin û bi zimanê gelê xwe binivîsin?!
Lê heger nizanin bi zimanê kurdî binvîsin em wê demê li ber kêşeyek yasayî jî ne? ji ber yek ji mercên endambûnê di PDK-Sê de ku tu zanibî zimanê dê bixwînî û binivîsî, û bi min gerek ji bo serkirdeyan mercê hebûna berhemên bi kurdî hebe ne tenê tu zanibî çend tîp di zimanê kurdî de hene!.
Bi nerîtî biçûk wek mezinan dikin? Lê heger ew ê xwe dibîne mezin, serkirde û rêber û girîngiyê bi nivisandina bi zimanê dayikê nade, wê demê gazinde ji biçûkan nayê kirin.
Ji aliyekî din ve ti guhdan bi nivîserên beşê kurdî nayê dan heta gotina –SPAS- ji wan re nayê gotin.
Ez ji bo xwedanên pirojeya neteweyî dibêjim parastina berjewendî û hebûna neteweyekê pêşî bi parastina ziman pêktê, parastina ziman bi bikaranîna wî pêktê ne tenê bi çend gotinên qur û pûç. Heger dijmin ziman qedexe dike û hûn jî paşguh dikin û xwedî lê dernakevin vêja erk û karê we ma çi? Ez bihêvîme ku ez û xwênerê rûpelên kurdî bersivekê bibhîzin.
Rojnameya Kurdistan Hejmar 142 01.02.2019
Gewîlan 18.01.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…

Axîn Welat

Keçeke ciwan bûm li ber deriyê xewneke mezin, min pir zû fêm kir ku her tişt bi xewnekê dest pê dike. Hîn zû bû çavên min li girîngiya zimanan vebûn û ev gava min a yekem bû di vê rê de.

Sala xwendinê ya yekem di şeş saliya min de bû. Ji…

Dr. Mehmûd Ebas

Pirsa zimanê kurdî ne tenê pirsa tîpan, zaravayan û bernameyên perwerdeyê ye; ew pirsa hebûnê ye. Ev pirsa di serê pirsa neteweyî ya kurdî de li hemû erdnîgariya Kurdistanê radiweste, ji ber ku neteweyek ku ji zimanê xwe bêpar were hiştin, ji navê xwe, ji nivîsandina dîroka xwe, û…