Mîrê bilûra kurdî.. Oxir be..

Mehfûzê mele silêman

Bê guhdan û serdana tu dezgehên hunerî yan rêxistinên rewşenbîrî yên kurdî (ji seranserî kurdistanê) jê re û pê re,  EGÎDÊ CIMO di 30.01.2019an de li  Yêrîvan paytexta Ermêniya canê şêrîn sipart.
Mixabin, bi kirasê xizaniyê û nexweşiyê koça dawî kir.
* di sala 1932an de li gundê Erdeşîr navçeya Armevîr li Ermêniya ji dayik bû we.
* di sala 1967an de, ji dibistana mozîkê ya navdar  (Romanos Mîlîkyan) derçû we.
* ji kesên pêşî bû ku di êzgeha Yêrîvanê – beşê kurdî – de karkir.  
* Bihtir ji şêst salî digel neya xwe hevkariya hemî hunermend û dengbêjên kurd yên li Ermêniya û Soviyêta berê kir.
– Cihê wî buhişt be, namire, wê her û her di dîroka huner û mozîka kurdî de stêreke geş be.
– Bere hemî xwedî, mirov, dost û hezkerên wî  sax bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya…

Tengezar Marînî

Nivîs mîna «tevneke Jibergirtinan»: Hevheyberî/Intertextuality û bîrdank a wêjeyî

Duyemîn bingeha teoriya Barthes têgeha nivîsê mîna «tevna jibergirtinan» e. Li R.B., tu nivîsek ji valahiyê nehatiye û serbixwe nayê afirandin. Her nivîs bi nivîsên din, tîtalên toreyî û sikalat û avahiyên wateyê yên civakî re têkildar e.

Barthes dibêje:

<p...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Rewşa Gıran A Kesê Bı Navê «K» Tê Nasîn» a nivîskarê Siûdî Ezîz Mihemed, bi wergera Xoşman Qado, weşand. Ev berhem bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyekê de ku armanc…

Dr. Mahmoud Abbas

Çawa Têgihiştina Hêzê Di Cîhanê Da Guherî?

Hêz di cîhana îro da êdî ne ew hêza berê ye. Di demên borî da, hêz bi piranî bi hejmara leşkeran, firehiya axê, mezinahiya çek û cebilxaneyê, û şiyana dewletê ya destgirtina rasterast li ser…