Mirovê terka welatê xwe bike; bi tena xwe dimre

Hadî Îzzet

 Tîtîk hebû, di nav hevalên xwe de pirr kêf xweş û şad bû, bê xem û bar bû.. Sibeha ji lûsê xwe derdiket, li rizqê xwe digeriya, tiştê didît û digirt û dixwar heta ku lê dibû êvar.. Gelek carna ji kêfa re, ji xwe re distira û dixwend. Dengê xwe, wek dengê ribabê dijenand û êvara vedgeriya war û lûsê xwe.. Bi rizq û halê xwe razîbû.. Rojekê ji rojan, ji xwe re distira û dixwend, qijakek di bere derbas bû, ew dît, lê disekinî û jê re got: Ey títiyê delal û hêja! Tu çi dikî li vê devera hişk, rût û ziwa..! Tev kevir û stirîne, tu lê têr av venaxwî.. lê têr kulî û hejîr naxwî.. Here nav dehla Bûnisra, hemî av û dar û fêkîye, tijî kulî û hejîr e…

  Gotina qijakê kete serê tîtî de û timayî kete dilê wî de.. Welatê xwe, hêrikên Zivingê û Hatxê li pişt xwe hiştin, baskên xwe li hev xistin, fir dane xwe, heta xwe gîhand welatê Nisêbînê, nav av û dehla Bûnisra. Dît ku dehila Bûnesra hemî av û dar û fêkîye, bi darên hejîra dagiriye..  Destbê kir û xwar û xwar heta zik lê bû pêpîk..
  Çend roj derbas bûn, êşek li tîtî peyda bû, êşek pirr dijwar û xedar.. Ji ber êşê dikir çiw-çiw.. Nema karîbú ne herê û ne bê.. Mabû li ser şaxê darekê.. çavekî wî hatibû girtin, yê din vekir mabû.. Piştî rojên dijwar û ponijandineke bi kul û xem, ji nû huşê wî hat serê wî, naskir ku ew guhertina welatê xwe hatiye xapandin.. Xapandina ku terka welatê xwe kiriye, ji welat xwe bi dûr ketiye û ji xwe re got: Min çikir.. Min çi bi serê xwe kir û terka welatê xwe kir.. Çûna min î li ser wan kevir û wan stiriyan, sed car xweştir bû ji ser vê av.û dar û fêkiya.. Piştî demekê, ew tîtî li ser darê dimre û dikeve xwarê, nav ava çemê Bûnisra û ber dire.. Lê berî ku bimrê ji xwe re digot: Ev e cezayê yê ku terka welatê xwe bike; bi tena serê xwe dimre. Ez diyarî mamostayê hêja Konê Reş dikim.
Almanya 17/01/2019
Hadî Izzet

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…